Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexan: Ew Kiye T?.

 



Hoeng Osê

Kevirek, li bin siya payizê, kayîna sawêrên xwe dike.
Çavên bajarekî, ji girî dirjên, û çar gund, xwe bi dîlokan gutin.
Pêjna kutarekê tê, û bihna kujerekî, ji daristana rebîniyê tê.
Ji gewriya xezalê, xwîn tê.


Berbûyê qîza bajarê evînê, ji dawiya demsala girî, ber bi mirinê ve tê, û pêrgî tenahiya min tê.
Ma tê, yan ne tê…?!.
***
Nermê…
Kewara derd û xemê…
Hilweandina cih û demê…
Kurrê, kemê…
Zila li bayê te mê… parsekê kenê te mê…
Ev serê çendik û çend salan, te ji eva min barkiye, te soza vegerê da, û min da ber bend û qelemê.
***
Ne tê, ne jî ji xwena min dertê.
***
Weku tu balte bî, û ez dara mazî bim, te min da ber ramûsanên xwe.
Weku ez baran bim, û tu beyareke zipîzuha bûyî, min te da ber tavan, birûk û gîsinê xwe.
Îskeîska te bû derya û hilkehilka min bû aso.
Ez bûm keldûmaneke sar, tu jî rewrewk.
***
Çar mirinên din jî, têrî bêrîkirina min nakin.
Çar welatên din jî, têrî evîna te nakin.
Heft esîmanên din jî, têrî nalîna min nakin.
Heft oreên din jî, têrî xewna te nakin.
Ez dikim û nakim.. en tu tê, ne tu ji jana min dertê!.
***
Ew kiye tê…!?.
Weku ne mij be, mîna ji bûka çavê evê dertê, tê.
Weku ne sitran be, mîna xemlîna cejnê tê.
Kevir, ji hîrhîra kenê wê, wê naskir.
Kolan, ji siya wê a tijî girî, wê naskirin.
Bajarê çavrijiyayî, ji bihna memikên wê, wê naskir.
Çar gundên xwekuj, ji mohrên min yên li ser gewdê wê, wê naskirin.
Zarîna evên min, ji bêrîkirina wê ji min re, wê naskirin.
Lê, ne weku ew be, a wê demê, eva ku ber bi min ve tê!?.

stanbol
26/2/2010

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 3
Bi Tevah Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark