Di roja 30/03/2010 an de Helbestvan û nivîskarê Amedê(Diyarbekirê),
Arjen Arî, di ber Komeleya Nivîskarên Amedê de bi hatinek taybet ji Diyarbekirê hat Qamiþlo, bo þûna rehmetî Rezoyê Osê û serdana gora wî.
Danê sibehê, mamoste Arjen Arî di gel çend nivîskaran çû mala rehmetî û sersaxiya xwe û ya nivîskarên Diyarbekirê ji kebanî, bira û xezûrê wî Samiyê Namî re pêþkêþ kirin.
Danê êvarî, bi grûpek ji nivîskar û rewþenbîrên Qamiþlo re çû gundê Dekþûrî, ser gora rehmetiyê Rezo û gurzek gul bi navê Komeleya Nivîskarén Kurd /Amed, li ser gora wî danî.
Belê, em jî bi navê malbat, heval û hogirên rehmetî Rezoyê Osê spasiya mamoste
Arjen Arî û
Komeleya Nivîskarén Kurd li Amedê dikin û dibêjin; bijî ji wefadariya we re, bijî ji dilsoziya we re û bijî ji zimanê Kurdî re ku em gihandin hev.
Qamiþlo, 30/03/2010