Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Birêz Mihyedîn Þêx Alî digel paltokê bi cîgeha Þevger re

 


Xemxwarê welêt

Piþtî min li ew çend kîteyên devkî yên bersivî yên mamoste M.Þ.A di paltokê de , bi cîgeha Þevger re guhdar kir . Herweha ew çend nirxandinên ji wê axaftinê re, yên mamoste Mihemed Se,îd Alocî û Cankurd jî xwendin; Min dît , ku pêwîste ez hin bersivên mamoste Þ.A  û nirxandinên herdu mamostên li jor bi nav bûne û ew wergerandina erebî ya wan bersivan , bi çend têbînan binirxînim.


     Bi rastî pirsên ku ji mamoste Þ.A hatine pirskirin ne xuya ne , lê ji bersivan mirov têdighê , ku pirs çi ne ?.Mamoste weha bersivên pirsa dirêse : 1- Ala Sûriyê , ala me ye jî , em rêza wê digrin û diparêzin , û em ne bi çirandin û binpêkirina wê re ne , wek ku hin dixwazin bi wî awayî licûyê yan bicikirinê werbigirin . 2- Çareserkirina pirsa netewî ya Kurd li Sûriyê di siya vê  heyam û rijîmê de ne gengaze . Lê, gengaz heye em bi hev re wek Tevgera Kurd li Sûriyê digel hêzên niþtimanî , ji vir ta çend  salên bê , kanibin ew çewtiyên dîrokî ku,  di dermafê gelê Kurd de kiriye serast bikin . Wek nimûne : Kembera erebî , serjimara awerte , hilanîna erebkirinê,….û H.W.D. 3-Di bikaranîna têrmên mîna tayifî û diktatorî , me di belge û weþanên xwe de bi kar nanîne. Lê em dibînin rijîma Be,is rijîmeke nijad û giþtî ye , mîna rijîma Çawsîsko li Romaniya  û rijîmên li Rojhilatî Ewropa. Guherînên em dozdikin , guherînên demoqrat û li dû hev, Kurd û Ereb bi hev re , û li ser þopa Danezana Þamê . 4-Ez ne bawer im wek kes, otonomî û federalî, li Sûriyê dirûþmên xebatê ne , tenê þaþiyên dewletê yên dîrokî,di dermafê gelê Kurd de, di van çend salên bê de, bi xebata me tevan , çi siyasetvan û rewþenbîrên Kurd ,gengaze ji holê rabin . Herweha ez bawerim ,ku rêvebirên partiyên Kurd gihane zanîna ku xebat ne tenê bi hildana dirûþman e û hew. Ya rast ew e , ku dirûþmê were hildan , divê li derve û hundir , mirov lê xwedî derkeve . 5-Taybetmendiyek rewþa Kurd li Sûriyê heye . Em tu Kurdistana li Sûriyê çênakin. Em wek partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê , pirogrameke me rêzanî , zarzimanek û ragihandineke me berpirsiyar heye. Herweha em naxwazin bi du rûyan, du zimanan û minafiq bin. Em wek P.Y.D.K rêza serokomar digirin, herweha em jî, û ez bawerim partiyên Kurd ên dî jî , çi daxwazên xwe hebin , ew ji serkomar doz dikin.
  Ji van bersivên mamoste dixuye ku ew bi tevayî, li gor pirograma rêzanî ya  P.Y.D .K axivî ye .Lê di baweriya min de , li hin ciyan þaþ çûye. 1- Kembera erebî,serjimara awerte , erebkirin …..ne þaþî ne , ew siyseteke pilankiriye , û ji bo tunekirina gelê Kurd e .2-Raste çirandina ala Sûriyê   tiþtekî þaþe û zirar jê heye , lê , ne her kesê ku diçirîne keysebaze û dixwaze li welatê   lê , pê were bi cikirin.Di baweriya min de ne hewcebû mamoste ev gotina dawiyê bigota .3- Gereke serokomar  ciyê rêzgirtinê be, lê , ew di ber van ton siyasetên bi ziyan di derheqê xelkê Sûriyê bi tevahî û ya gelê Kurd de bi taybetî ,  divê berpirsiyar be jî.   4-Yanê mamoste hin caran ji bîr dike ku sekretêrê P.Y.D.K de , û axaftina wî ji bo ragiyandinê ye , û têrmên þaþ ku bi kar tîne ziyanê dighîne siyaseta partiya wî û doza Kurd li Sûriyê.
    Herdu mijarên rexneyî yên herdu mamostên ku li jor bi nav bûne, di baweriya min de ,ne ji bo serastkirinê bûn . Ew ji bo kulandina Þêx Alî û partiya Yekîtî bûn . Min bihna kîn û zikreþiyekê ji herdu mijaran kir. Herweha bêberpirsiyarî ji helwest û nirxandinên wan hildikelî.
Zatirê wergerandina erebî yê ku bixwîne , û ew bersivên bi kurdî nebihîstibin , wê wêneyeke ne baþ li ser xwediyê bersivan û partiya wî bibe . Ji ber ku pir hevok yekcar bervajî hatine wergerandin.

Jêder:  rojnama Newroz – hejmar 90

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark