Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: GULA MIN

 



Dilovan robarî  

Lerzeka tirsê xwe li perdên dil dide
Guvîþkên dil hêvîyan bêê kefen li gornê werdike
Li ser te ditirsim !
Jiber te ditirsim !
Ji derdûrî te ditirsim !


Ditirsim te biçînin li ser tehtekî reþe hiþk
Te avbidin bi aveka tehle þor
Û te bi kezêxin bi hizrên kûr .
Û demê tu dibiþkivê te bixemlînin bi darê zor
Û te pêþkêþkin jibo nezanekî mest û hûr …

Erê gula min
Hey gula ku þîn dayî li ser girê gundê cîranê gundê me
Germe kela nava te…
Germe kela nava te, sire seqema ku wek kefenê xwe li jana min pêçayî dikuje! …
Sinbilên deþta dilê min ji hêlma te rewa digrin, avis dibin … dibin tovê paþerojê.
Tu buyî
Tu buyî dara miradan, cîrana kurke rewal
Û ez ji bê hêvî mayîna bê hêvîyê hatim benê hêvîya xwe bi çiqlê teve girêdim .
Matmayî nemîne min tirhek ji dara te bir de ez dara bê mirad maya  ji pîk bikim .

Lêê …
Lê westîyabûm …
Westîyabûm ji gera li pey hêvîyên wendabûyî, kirkirka nava muhvika hiþkbibû … xilasdibû … pirtalên min bi xurnuf û sitîryava bibûn al, pîyên xwas ji germe axa li ber tava çilê tebaxê þewtîbûn, diþeqitîn.
Min li ber siha te xwe dirêjkir û ez ketim xewa sermedî .
Belê gula min …
Hêvî man xeyal û mirad bûne xewn û ez mam hevûkek bi êþ di nav rûpelên biranînên te de .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark