Rêzan Murad
Vaye roj hilat ji piþta çiya
Ji bin kevira va þîn bû geya
Volkanê mezin vaye teqiya
Dijminê xwîn mij li ber xwe birya
Lawên mîdiya horî û mîtan
Dengê xwe hildan gihandin cîhan
Di bêjin bese ev zilma giran
Va em þîndibin j,xaka Kurdistan
Keçên Kurdistan keçên dilûvan
Destê xwe didin xortên qehreman
Wekî pilinga þêren ser çiyan
Bi hevre êdî dikin serhildan
Wê zilma giran divin hilînin
Ew qeyd û zincîr wê bi qetînin
Kember û hejmar ewê biþkînin
Wan þofînya ji nav xwe derînin
Bi xweþî dibên mafê xwe divin
Li ve xakê em êdi we navin
Dijminê jînê jinav me rabin
Bi soz û peyman êdî þanebin
Ji sedê salan dibên biratî
Werin em bijîn li ser vê xakî
Lê win bi mere tim ne bi rastî
Þerê me dikin bi, hov û neyartî