Wekî gellek dezgehén li der û li hûndiré welét én bi tékoþîn û berxwedana bénavbar hatine bidestxistin, Roj tv. destkeftiyeke gelé kurd, dezgeheke bingehîn é millî û neteweyî ye.
Ji serdema damezrandiné û heta véga, Roj Tv. bi weþana xwe, bi bernameyén xwe yén pirzimanî, li gel çand û zimané kurdî, bûye tercûmané hest û hizr û daxwazén kémneteweyén kevn én li ser axa Mezopotamya; Asûrî, Suryanî û Ermeniyan…
Li dewleteke serbixwe jî bi qasî bernameyén Roj tv. bernameyén birrreng, xweþaheng û pirdeng nahatine péþkéþkirin, û ranegihane bînerén kurd én di nava sînorén dewletén zimané kurdî qedexe; Tirkiyeyé, Îrané, û Suriyeyé.
Di nava tixûbén Yekitiya Ewrûpayé de, li welatekî çandfere û fereziman wekî Belçîkayé, liv û tevgera li dijî Roj Tv, qetek ji polîtîkayén durû û nû yé dewletén Ewrûpî ne, gelo?
Divé bét zanîn ku, girtin û qedexekirina Roj Tv.yé birîna zaré kurda ye.
Di zagonén bingehîn de, di xalén Konversiyona Ewrûpayé de, mafé zaman wekî mafekî rewa û jéneger bo her netew, kom, kéwnetewî hatiye bicihkirin.
Li ser parzemîna azadiya bésînor, li dewleteke mîna Belçîkayé ku layangiré derbirîna azad e, û wekî navanda dad û maf û demokrasiyé té helsingandin de, desteserkirina kurdan, girtina Roj tv û xebatkarén wé, þermî û rûreþiya tevahiya dewletén Ewrûpayé ye.
Em, helwesta Belçîkayé ya bédad û derqanûnî bi tundî þermezar dikin, û bangî rayedarén Belçîkayé dikin, ku di demeke néz de ji vé þaþî û þermiya xwe bi þûn de gavé bavéjin, û léborîné bixwazin ji gelé kurd, ermenî, asûrî û keldaniyan…
06/03/2010/Amed
Komeleya Nivîskarén Kurd
----------
Navnîþan:Gevran cad. 1. Akkoyunlu sok.kupik 9 apt kat:1 no:2
Ofis /Diyarbakýr