awirên te evîneke bayî ne, li ber dergehê deryayê
hevok ên hingavtî ji hezkirina tîpên te,
ez dûr û bêpişt mam, Zagros çelmisî
Tu stêrek rijiyayî li ber hilma peyvê
Bask û hevokeke nefiriyayî di nav êşê de
Çend rûpel in ji viyanê..?
Tu mayî pirtûkek nexwendî
Li nav rûpelên pêkola qedexe.
Sirûdeke lidûvxwehiştî di eniya me de
Tu ber bi lotkayê ve û ..
Ez û keva min ji ref mane nema tên lîs û hêlînê“.