Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

sersaxî: Nameyên sersaxiyê

 


Behîname
Dost û birayên hêja
Malabata mamosta Rizo Osê
Em bi agahdariya koçbûna mamosta Rizo pirr êşiyan, belê êş û xemgîniyeke pirr giran di dilê me de cih girt, mamosta Rizo di nav xelk û miletê xwe de xwedî navekî pir bi nirx û rûmet bû, di biwara ziman û wêjeya kurdî de bejneke bilind bû.
 Bi rastî, koçbûna wî ku hîna di çax û benga xwe de bû, ziyaneke pirr mezinbû ji hemî miletê kurd û ji xelk û dost û malbata wî bi tevayî re.
her em sersaxî yê ji miletê kurd û malabta wî re dixwazin
dilovanî û bihuştê ji mamosata Rizo re


7/3/2010

helbestvan û nivîskarên bajarê Hesekê:

Rêwî (Mihemed Xelef ) / nivîskar
Mehmûd Badilî / helbestvan
Ibrahîm Ebdî / helbestvan
Mehmûd Seberî / helbestvan
Mişel Osman / helbestvan
Wecîha Ebdirehman / çîrokvan
Sêfedîn Qadirî / helbestvan
Ibrahîm Xelîl / nivîskar
Xalid Omer / helbestvan
Hisîn Mamê / helbestvan
Axîn Mîrxan / helbestvan
---------

Di wektekî ku me biryar dabû, bi  navé Komeleya Nivîskarén Kurd em é bén serdana qelemdaré wérek û zîrek, xoşewîst Rezo Osé ; ji enameya rézdar Koné Reş û telefona biréz Siyamend Birahîm em pé hesiyan ku çûye ser dilavaniya xwe.
Bi qasî ferdekî  malbatî wî,  em xemgîn in.
Ew bira-nivîskarekî nefsbiçûk, mirovekî xweşbîn, hevalekî zarxweş û sohbetxweş bû.
Ew; li ser riya bédawî ya ziman û çand û toreye kurdî neferekî béwestan, xîretkéş û hizirgewre bû.
Em dibéjin, her mirin hebekî zû ye.
Em dibéjin, her mirin béşerm û bérû ye.
Em sersaxiyé didin malbat û heval û hogirén wî.

Komeleya Nivîskarén Kurd/Amed

----------
Malbata mamosteyê hêja Rezo silav û rêz. Bi dilek xemgin min bihîst koçbûna mamoste û ziman zanê kurd Rezo, bi vê bûyerê gelê kurd stêrek geş wenda kir û perdeye reş kete ser ruwê rewşenbîr hezkerên berhemên Rezo. hîvîdarim cihê wî behiştbe û xwedê sebrê bide hewe.
Reşad şeref- Swêsra
----------
Kovanî û sed kovanî  bona wefata rewshebîrê kurdî welatparêz Riza Osê. Hevnasîna me ji Moskvayê hebû. Jîyannîgarya wî xweshmêrî ku Konê Resh bi besa nebxêryê gîhande min, dilê min vê berbanga zû hingaft û ez xemgîn kirim. Rizo yek ji wan xizmetkarê ronekbîrya gelê xwe bû, ku xizmeta xwe bê deng û gazî herroj, herdem dikir.Ew yek ji wan welatparêz û kedkerên gelê kurde Sûryaê bû ku sînor nava parchayên Kurdistanê nas nedikir, xizmeta wî li hemû alyan li hemû chalakyanda hebû. Heyf û sed kovanî bona wefata wî ya bê wext. Gelî kurdên dilsoz yên Sûryayê, Rizo chû, bû cî buhushtî, lê ked û bîrawerya wî wek nimûna finda bi ronak li nav gelda me. Bira serê malbata wî, bira, pismama, heval û hevkara sax be.

Prof. Dr. Celîlê Celîl
Nemsa, 06.03.2010
-----------
Birûskeke sersaxiyê

 Malbata  nivîskarê kurd  RIZO  OSÊ
Malbata hevjîna wî NÎGAR  NAMΠ 
Nûçeya koçkirina dawî ya seyda RIZO OSE deriyê dilê me li piştê vekir ji kul û derda re , ziyaneke mezin gihande gorebana çanda kurdî .
Gelek şev û rojên bi berhem me digel bûrandin bê guman nayên jibîrkirin .
Em bi hêvîne ku cihê wî buhişta rengîn be û sersaxî ji xwe û ji malbat û hemû heval û hogirên wî re di xwazin .    
5 / 3 / 2010
koçika qamislo ya çandeyi  
k.qamişlo@gmail.com  
--------
Ji salekê û bi vir de, çi cara min ji nişka ve serî lê dida û ew di wê rewşa giran de didît, ez pirr xemgîn dibûm, lê 5 deqîqe tê ve nediçûn, ruh pê dihat û tevlî  wê nefesa xwe yî teng jî dest bi suhbetek xweş dikir.

Mamostê hêja: Doh li goristanê xwişka te hişt ku hêstirên ziwa bidin çavê me. Gelo kesek heye ku tu naskir û hez ji te nekir? Te, û çend hêjayên weke te, hezkirina zimanê kurdî li vî parçê welêt bi me xweşkirin. Ev tenê bes dike ku tu di dilê me de zindî bimînî.
Me, çendekan ji hevalên te dixwest, berî ADARa kul û şahiyan derbas bibe, bikevin bin çengê te û rojek xweş bi te re derbas bikin, lê tu jî bûyî mêvanê adariyan.

Dr. Heznî Haco
-----------
Niviskarên rojava yên hêja
Bine malu kes u karên niviskarê hêja Rizoyê Osê:
 
Bi kul u kovan nuçeya wexerkirina niviskarê kurdê hêja - Rizoyê osê gehişte me,
ez bi navê xwe u navê hemû endamên yekitiya niviskarên kurd li Duhok,serxweşiyê li binemala xudê jê razî u dust u heval u niviskarên kurd u li xwe dikim.
Rizoyê Osê navekî diyar bû di qada rewşenbiriya kurd de, bi qelem u berhemên xwe , berevanî ji peyv u edeba kurdî kiriye , cjhê serfirazî u şanaziya me ye li bakûrê kurdistaê. Bişkdariya wî di festevala Duhok ya rewşenbîri ya duye li bîra meye , u xemxoriya wî li ser zimanê kurdî, cihê rêzgirtinêye.
careka dî serxweşi yê li we yên berêz dikim , u hividarin ji xudayê mezin cihê wî buhşta berîn bit
Spasiya Mamostayê xwe ye berêz Deham Ebdulfetah dikim , ji bo xwendina biroska serxweşiye peş me ve , bi vê helkeftina diltezin.
serê milletê kurd sax be .
 
Hesen Silevani
Serokde Yekitiya Niviskaren Kurd li Duhok
--------
Birûsknameya Sersaxiyê
Em wek endamên ”komîta Mehrecana Helbesta kurdî 2009 li derve” koçkirina nivîskar û evîndarê zimanê kurdî Rezoyê Osê ziyaneke mezin ji bo xwe û gelê kurd dibînin. Gorbihuşt Rezo hîna dikarîbû gelek ked û berhem bidana pirtûkxana kurdî, lê mixabin zû ji nav me koç kir. Kesên wek Rezo ne tenê ji kîs malbata xwe diçin, lê belê em tev de bi valahiyeke mezin hestiyar kirin û êşandin. Wisa xuya dike ku dîsa Adarê birînek din di dilê me de vekir. Em ê tu carî te jibîr nekin û nemeya te li erdê nahêlin.

Serê malbatê, nivîskar û gelê kurd sax be.

Endamên Komîta Mehrecana Helbesta Kurdî 2009 – li derve
Keça Kurd
Elî Cefer
Arşevê Oskan
Qado Şêrîn
Xunav      
 ---------

Birêzên hêja, endamên malbata nemir Rezo Osê,

Bi bihîstina nûçeya koçkirina hevalê me û endamê navenda PEN a Kurd kekê Rezo Osê em gelekî êşiyan, ew hevalekî pir hêja bû û cihê serfiraziya her Kurdekî welatperwer bû.

Rezo Osê, parêzerekî bêhempa bû ji kultûr û zimanê Kurdî re, bi koçkirina wî re em dizanin ku wî gelek karên hêja nîvco li şûna xwe hiştin û wêjeya Kurdî ji wê ked û wê xebata wî bêpar ma. Bi navê KBG ya Navenda PEN a Kurd em sersaxiya xwe pêşkêşî hemû mirov, dost û hevalên Xwedê jê razî kekê Rezo  Osê dikin û  Bila serê gelê Kurd, serê malbat, heval û dostên wî sax be.

Bi rêz û silavên min re
 
Dr. Zerdesht Haco
05.03.2010
---------
Malbata Osê.
Diya Salar.
Bi dilê xemgîn û hastên melûl û şîndar, vê kurtenameya xwe ji we re verê dikim. Li biyanistanê, ji dûrbûna hezarên kîlometran de şîna we bi we re par vedikim, ji ber ku hêja ne yê we tenê bû, belê yê me bû jî, yê vê civaka bextreş bû, tevayê jiyana xwe ji bo rewşenbîrî û wêjeya kurdî terxandibû, ta radeya ku nexweşiya giran jî nikarîbû ew ji erkên wî bi dûr de bixista.
Rezo yê Osê yek ji wan kesan bû, ku bi sinçên xwe, bi têkiliyên xwe, bi xebata xwe mirov neçareyî rêzgirtinê dikir. Vê lomê jî mirov ji neçare bejna xwe li hember koçbûna wî ditewîne, û berê xwe dide xwedayê dilovan, ku wî bi dilovaniya xwe hembêz bike, û aramê bixe dil û derûnên me hemiyan.

Heyder Omer
----------
Ji bo rehmetî Rizo
Pişikdarî bi malpata wîre
Di êş u dilbirîndariya wan re
ji ber ku ji kesên pêşî bû yê bi vejîna zimanê kurdî
ve mijûl dibû,ezê jî bi zimanê kurdî kovanê dilê xwe ji bo te hilweûînim.
kes himber mirinê nikarê tu karî bikiê.
belê mirov dikarê himber mirinê,jiyanê vewejêrê,bi xepêrê.. kar u kiryarê têde hatî xwedî kirin ,çi ji kesayetîyêre, yanjî ji civakê re,yan ji mirovayetîyê re..
weku min rehmetî Rizo naskirî, nivîskarekê birêz u ragirtî, xwedî çalakin xuya dema bêne buhakirin bi hustayê u saxlemî.
Weku min ew nakekî dibînim ku wergerandina romana (çiyayê bi xwînê avdayê)  ji nivîsa romannivîsê birêz -Bavê Nazê- ji  zimanê kurdî, bal bi zimanê erebî ve. di hêjê ku bibînin biqedru biha.
gotarek bi zimanê erebî nivîsîbu ,edrês ev bu:      ( لك السلامة رزو)
mixabin min belavnekir berî herê dilovanya xwedê îro li gor min di malpera Welatême  de xwend,u pir dilşikestîbûm,ku pişikdarî nekir di  veşartina wîde li goristanê.
Bo mlbata wî,bo hevaljîna wî,Nîgar u zarokên wî nexasim Salar.
u bo hemu nivîskaran, nemaze yên kurd…, verîja kul u kovanê dilên rehmetî Rizo ,himbêzkirî,ji wan dilê min.
hem rehmetê ji xwedê jêre di xwazin.
Hedan u aramê  ji hemu dilbêşê wire jî
إنا لله إنا إليه راجعون
Mihemed Qasim
U

girupa Dêrikê ya çanda kurdî
---------
Koçkirina Nivîskar Welatparêzê Kurd Rezoyê Osê
Yezdanê mezin wî bi dilovaniya xwe şad bike
dilê xizmt û karên we, serê wan sax be, serê gelê kurd sax be
Xudê mezin sebr û aramyê bide mirovên rehmeti yê û cihê wê biheşta mezin bîe
Serê malbata wî sax be, serê gelê kurd sax be û serê rewşenbîriya Kurd sax be,
keke min ezizi rezo
 
ji bo te
Eze herim ser deşt
û çiyaye kurdisatan
kulîlken kesk û sor ûzer
 
ji bo te biçênim
û gora te bixemilinim
peyvên ku dihatin ziman
au peyvên teyi xwêş
 
tu çar neçin ji bira min
roja koçkirina te
hawar û qirin
semah û dilan digirîn
 
bi hewara haval û dosten te
miri bi hêrs ji goren xwe rabon
kefene xwe sere xwe pêçan
ser gora xwe runştin
 
au ji dan gerî
piroz dekim li te newroz
bidenge Mehemd şexo
bi helbeste Cegerxwin û tîrej
û osman sebri
 
bi çivîn Barzan û şex Seîd û Qadî Mehed
bi govênda şehide ser hildana Qamishlo
û Kobane û Efrin
û Gêrilyê sere çiyaye Kurdistan
cêhê te buhişt be Teyre bask şikestî
l
 
LEYLA QASIM( TURKIYA SHAMMO)

----------
Me pir bi dilêşî û xemgînî nûçeya goçbarkirina birayê me û hevalê me yê zor hêja kek Rizo Osê bihîst. Erê em bi sed kîlomitan ji hev dûr bûn, lê pêjna wî, rewşa wî û hemî nirx û bîrûbaweriyên wî herdem li ber çavên me bûn.

Belê.. Roja îro kek Rizo bi govdeyê xwe yê pak ji dinya ronik bar kir, lê wî bi ramanên xwe, bi pênûsa xwe, û li serê her tiştî bi dilsoziya xwe ji heval, dost û miletê xwe yê Kurd û hemî mirovatiyê re, navê xwe di nav rêzên nemirand de danî.

Bila sere malbat, heval, dost û gelê Kurd û hemî nofên gelê Sûryê sax be.

 Dr.Rozad Elî.. Efrîn

5.3.2010
----------
ji malbata Osê re ser saxi

malbata mamostayê hêja Rezo Osê bi dilakî xemgîn
di welatê me de noçeya koça dawî ya hêja Rezo Osê
min bihîst ez gelekî xemgîn bûm ji ber koça wî zirarek
mazine ji bûna milatê kurd bi navê xwe û ya malbata xwe
li dervayî welat ez dibe ber sarê me teva saxbe xwadayê
mezin wî bi dilovaniya xwe şad kî cihê wî buhişt be

Azad hesko almanya

---------
JI MALBATA OSÊ RE.

Bi dilekî xemgîn û bi êş û keder me nûçeya reş bi koçkirina Nivîskar û lêkolînvan û zimanzanê nemir Rezo Osê (bavê Salar) bihîst.
Ez binavê malbata Cegerxwîn sersaxiya we dixwazim û bila serê we û zarokên wî û sere dost û hevalên wî ,sere gelê kurd sax be.
Mamoste Rezo her û her wê di bîra me de be û nayê jibîr kirin.
Xwdê wî bi dilovaniya xwe şah bikî û cihê wî bihişt be.
Careke dî bila sere we û sere gelê kurd sax be.

Stokholm 5.3.2010  

  Malbata Cegerxwîn
         Kesra
    

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark