Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Xewn û Avdar

 



Azer Osê

diyarî hevalê Nezîr Melle

Vê sibehê,
xewn,  xwedanê min dibû
û hest, zimanê derbirîna wê  dima.


Bi vê xewnê,
li cihê min, avdar diza 
û  bi ciwanî tevna vê xewnê,
dirêsa.
Di vê xewnê de,
helbest afirî
xew revand
Hêlîn hiþyar bûn,
çûk firiyan.
Û
demsaz dihatin
li ser vî dilî,
bûn mêvan.
 ...............
te jî! rihet rihet, mîna baraneke nerm,
û bêhneke xweþ,
li dergahê dilê min dida
û tû dihate  xewna min
lêv liviya mizgîn da
û li ser giha daweta
hêsrên min gerya.
Zindî dibûm,
û
di nîgaþê min de,
pirsa ku bikim ne dima
gazina ku bikim ne dima.
...........................
Te bi dilekî tenik,
mîna dilê miyî birîndar
banî min dikir,
ez jî ji kêf û hêrsa xwe
ber bi te ve dihatim
di wê xewnê de, 
evîndar tev komdibûn,
û ji  eþqa wan,
aþiq dibûm
pêlên wan li min didan
û
canê min, tenûra nanê wan dima
û hîna jî min bêriya wan
û bêriya þewata arê eþqa wan dikir
û...........
bêriya te, 
berya amûdê
min dikir,
bêriya bazdan û meþa li çolan dikir
bêriya wan sibehên xweþ
û
þevbuhêrkên þevên wan payîzan min dikir
min xwe mîna xwe dixwend
û te jî mîna te  dixwend
di vê xewnê de,
kanya evînê der dibû
û mîna xwe lê dibanyam
vê xewnê   kirasê
Aso dipîva
û diyarî Sîpanê dilê min dikir
.................
te!  di vê xewnê de, 
dilê xwe disparte min
û min, mîna xwe, û xewna xwe,
ji te hez dikir
Min dipirsî û ji te dixwest?
tim mîna vê xewnê,
te bibînim
mîna vê xewnê, te bi nasim
û tû jî mîna min,
mîna buhara xewna min
nêzî dilê min bibî.

01.03.2010


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark