2- Nizanim, ez di rû, por, awir û dêmên we de pir peyv û hevokan dibînim ku dixwazin biaxivin. Ev axavtinên piþt perdê çi ne? fermo bêjin, xwe jî rehet bikin, me jî agahdar bikin.
Ti perde tineye. Ez eþkere me, û her kes vê yekê dizane.
3- Bavê we hunermendekî netewî ye, hunermendekî hêjaye, hunermendek e ku navê xwe di dilê kurdan de çinî ye. Gelo Brahîm ta çi astî bûye bersiva bavê xwe? yan Brahîm pêjn dike ku bavê wî di gorê de jê raziye, divê Brahîm çi bike heta ku bibe bersiv?
Qedexekirina rengan tê wateya qedexekirina rengê Þîn jî. Û, pêþketina karê nivîskariyê gerek ne li ser hisabê qedexkirina zimanê nivîskar be.
Di destpêkê de M.Þêxo ji xwe re jiyaneke aram û bê deng, bi û ji mûzîk re diviya. Tinekirina nasnameya kurdî di wê demê de rehetiya wî ne dida yê, jê re bibû tinekirina nasnameya mûzîka wî, eger ne ew bi xwe. Ewî êdî tevaya jiyana xwe jibo peydakirina çareyekê xerj kir.
M.Þêxo stranên xwe bi þêweyine dîrokî, hiþyarî, hayjêhebûn, evîn û azadî, bûyerên serdemîn (yên wê demê), distra. Ev mijarên he tevlî þewat û kesera di dengê wî de, lebata tiliyên wî, çûn û hatina wan li ser darê tembûra wî, bibûn ava ku gula evîna di dilê hezkiriyên wî de, diolp dida. û wê evînê geþ dikir.
Ez karê mûzîkê dikim, û dibe ku stran di berhemên min de jî bêne peyda kirin. Ez nastirêm, eger bistrêm jî, ji stranên M.Þêxoyî pê ve ezê ti stranên din nebêjim. Ji ber ku mebesta M.Þêxo ji çêkirina stranan ne dengbêjî û tembûrjenî bû, lê belê ragihandina mesac û peyaman bû.
4- Karê te yê mûzîkê niha di çi rewþê de ye
Ez bi karê xwe re pir rehet im. Ez ji mûzîkê hez dikim, û hazirim ku hemu tiþtên xwe ji mûzîkê re bi gorî bikim, û wilo dikim jî. Hevalên min ev in: defter û instrûmêntên min. Ez alîkariya her kesî/a ku bibînim hezkirina mûzîkê di dilê wî/wê de heye dikim. Eger þensê mûzîka min di van hiyaman de tinebe, ne sûncê wê ye, ne jî yê min e. Berhem hene, lê pêkaner tinene.
5- Instîtûya kelepûrê Kurdistanê ku li bajarê Duhokê karê xwe dike, berî demekê di bin çavdêriya Zeyneb Yaþ û bi alîkariya Hozan û karmendên wê, berhemeke giþtî ya bavê we çap kir, hun liser vê yekê çi dibêjin?
Ez spasiya wê înstîtûya kelepûrê dikim, spasiya Zeyneb û Hozan û tevaya karmendan dikim. Berî demek dirêj birader Mesûd Baletey ez bi vê projeyê agah kirim, û ewî ji cem xwe jî pesnê Zeyneb dida, ku Zeyneb jibo danheva berhemên hunermendên kurd karekî bi rastî dike. Birayê destxweþ Kawa Þêxê pêwendiya min bi xuþka Zeyneb re girêda, ez spasiya wî pir dikim.
Xuþka Zeyneb jî di vê dema teng de ji min xwest ku ez hemu stranên bavê xwe bikim note û jê re rêkim. Min ji xwe pirsî, balo ma kes li wir jibo danîna noteyan tinebû??!! Ev yek ji mûzîkolocan tê xwestin, ne ji min. Lê weke ku Sîdara Yigit gotî: Brahîm, ji te pê ve ji ruhê M.Þêxo ti kes nêzîktir tineye, eger tu karê danîna noteyan dikî, gerek tu berî her kesî bi vî karî rabe.
Min ew stran kirin note û rêkirin.
Ez dibînim karê ku Zeyneb Yaþ pê radibe karekî pîroz e. Ez spasiya wê ji dilê xwe dikim, û jê re dibêjim: bijî. Ne tenê instîtûya kelepûra kurdî li Duhokê cihê spasnameyê ye, lê belê ya li Slêmaniyê jî. Û her kesên ku bi vî karî rabûne, ji her deverên Kurdistanê.
Eger derfet çêbibe, ezê bi serdaneke xwe ji Kurdistanê re silavekî li herdu instêtûyan bikim.
6- Îro, armancên we di warê hunerî çi ne, çi projeyên we hene?
Armanca min mûzîk, defter, qelem, û odeya min e. Zimanê mûzîka min ya vê demê ye. Ez li mûzîka barok, romantîk, sedsala 20., ya nûjen mîna: Giyorgî Ligêtî , Krîstof Penderecki, Luçiyano Bêriyo, Þêrgo Deqorî, Kornêlyûs Kardû, û, û jî. td. pir guhdar dikim, û pê akam dibim. Ji min re mûzîk ne afirandineke, lê belê ragihandina hest û peyamekî ye.
Rengê axaftina nivîsên min ji ya Con Lûter Adams re nêzîk e. Mûzîka ku ez niha datînim ya Minîmal e, car caran bêhna romantîkîyetê dema ku bi dawî dihat, jê tê, yenî ya dawiya romantîkîyetê.
Min 5 berhem ji piyano re nivîsandiye, berhemek ji deng (sopran) û piyano re. Ez niha di karekî de dixebitim, ez dixwazim vî karî diyarî kemanjena lê hêjayî Hîlarî Hahn bikim.
Min 2 berhem ji orkêstra re qedandine, yek jê arranja stranekî kurdî ye, û yan din ji nivîsên min e.
Niha projeyek heye ku wê bi alîkariya Leyla Uzdemir ev berhemên he di çarçewa konsêrtekê de bêne pêþkêþkirin.
Sipas bo bersivên we
Sipasxweþ