Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Tu Min Dixwîni..

 



Hoþeng OSÊ

Bi dengekî kul...
Bi awirên zuha...
Bi siyeke tagirtî...
Bi biheke çikiyayî...
Û bi hêviyeke þil...


Weke berxê xwe bavêje ber kêrê
min xwe avêt himbêza te.
De ka ji min re stirana jaroheyran bêje.
Ne zindîme...
Lê ev kolanên gij, dikin min bixwin.
Ne rêwî me...
 Lê ji bêrîkirina dîtina te, dikim xwe bixwim.
Ne avî me..
Jixwe, li nava baxçên stiriyan þînhatime.
Ne bejî me...
Jixwe, rewrewkên vê tenahiyê min dibin û tînin.
Ne xwiya me...
Jixwe, ev gêreiya pirsan, li min digere.
Ne winda me...
Hey bêbav qîza bêbava.. tu li kur dinerî!?.. va me... va me…!.
Divêm xwe li ber te ragirim..
Lê barana çavên te nahêle.
Divêm ji te dûrbikevim..
Lê derya nahêle.
Ev dilê mine, halan dide vî bajarê tolaz.
Ev kenê mine, stêrkan davêje govenda xwe.
Ev giriyê mine, destnivîsên xemên derya paknûs dike.
Ev ezim, weku en ez bim, têm diziya bihna memikên te.
Ev en ezim, weku ez bim, li peravên derya, dîsa tême kuþtin.
Hey bêbav qîza bêbavan...
Ev ezim, weku ne ezim, ji te re dinivîsînim...
Û tuyî, weku en tuyî, min dixwînî.

Ýstanbol 12/9/2009

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark