Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Ji Qamiþlo Konê Reþ û Mîrê Tembûrê Seîd Yûsif 70 Saliya Cemîla Celîl Pîroz Dikin

 


     Di roja 19 sibatê de, mûzîkvan û folklorîsta Kurd a  jêhatî Cemîla Celîl derbasî 70 saliya xwe bû.. Em jî bi navê xwe û navê hezkerên mûzîk û starana Kurdî vê rojê lê pîroz dikin û temenekî dirêj di xweþiyê de jêre hêvî dikin. Her wiha gurzek kulîlkên Nêrgizan, ji bihara îsal 2010 a bi têr baran, ji Nêrgiziyên derdora Cizîra Botan û Eyndîwerê jêre pêþkêþ dikin..
  Cemîla Celîl, eva ku tev temenê xwe, jiyana xwe di ber nivîs, danheva stranên kurdî, folklorê kurdî û mûzîka kurdî a resen de xerckir.. Wê di navbera 70 salî de, bi rangekî akadîmîk xebateke bê westan di ber ferheng û mûzîka Kurd de kir..


Heta niha wê 13 berhemên giranbiha û hêja ji me re pêþkêþ kirine, ji bil alîkariya wê bi herdu birayên wê rehmetiyê Ordîxan û Celîlê Celîl re..
   Ew keça rehmetî Casimê Celîl e:(1908 – 1998), yê ku yek bû ji danerê bingeha rewþenbîriya Kurdî li piþt Qefqasê û diya wê Xanima Rizgo ye. Her wiha xwîþka rehmetî Prof. Dr. Ordîxanê Celîl e, yê ku profêsorê ûnîvêrsîtêta Sankt Pêtêrbûrgê yê berê bû û xwîþka Prof. Dr. Celîlê Celîl e, dîroknivîsê bi nav û deng e, di nav 40 melyom kurd de û xwîþka Zîna Celîl e. Her wiha ew jî pisporeke mezin e di warê folklor û Mûzîka kurdî de.
   Di sala 1940’î de, li Erîvana Paytexta Ermenîstanê, wekî zaroka sêyem a malbata  Casimê Celîlê, piþtî herdu birayên xwe Ordîxanê Celîl û Prof Celîlê Celîl û berî xwîþka xwe Zînê çavên xwe ji jiyanê re vekiriye.
   Erê, bi vê helkeftê em gurzek nêrgiz bo wê diyar dikin, jiyaneke tijî hêvî û bi bextiyarî jêre dixwazin.. û spasiya wê dikin ku wê karîbû bi sedan ji stranên me ji devê mirinê biparêze.. bela di kêf û þahiyan de jî em hev bi bîr bînin, ne bi tenê bîranînên me, di mirin û þîniyan de bin..
Ji xebat û berhemên xanima hêja Cemîla Celîl: Kilamên Cimeta Kurda, Moskova, 1965; Kilam û Miqamêd Cimeta Kurda, Moskova, 1973; Stranên Cimeta Kurda, Erîvan, 1977; Kilam û Miqamêd Cimeta Kurda, Stockholm, 1982; Kilam û Miqamêd Cimeta Kurda, Moskova, 1985; Goraniyê Milliyekanî Kurdî, Hewlêr, 1988; Stran û Dîlanên Kurdî, Benda 1. Erîvan, 2001; Stran û Awazên Kurdî, Benda 2. Erîvan, 2002; Goranî Millî Kurdî, Silêmanî, 2004; Stran û Awazên Kurdî, Benda 3. Hewreman, Erîvan, 2006; Stranên Kurdî yên Gelerî, Para 1. Bona Koma Sazbenda, Erîvan, 2001; Stranên Kurdî yên Gelêrî, Para 2. Bona Koma Sazbenda, Erîvan, 2001.
  Anko kedeke bêhempa kiriye û navê xwe tevî endamên din ên malbatê derbasî dîroka zêrîn a edebiyat, nûzîk û çanda kurdî kiriye.
 
Konê Reþ / Nivîskar û helbestvan
Seîd Yûsif / Mîrê Tembûrê
Qamiþlo,25.02.201

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark