Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Filkilor: Yekimîn koma folkilorî kurdî li Qamişlo 1977

 


luqman silêman
luqman_sileman@live.se  

Rêz û silav li wan n ku ji yekimîn koma folkilorî re  xebat kirne û îro ew weka serbazê nediyar mane…….
bavê kamo dibêjê di sala 1977 an de ez û Şêrîn û Memûd Ezîz li urdinê li cem komela Selahedîn Eyûbî mêvan bûn. Dibêjê komelê festîvalek çêkirbû bi bîr anîna kirîna avaykî ji komelê re li Eman.. Dibêjê piştî ku ez hatim Qamişlo mala xwe Nezîr Mihedem hate cem min û ji min re got: Fewzî Neyazî rêveberê navenda çandî li bajara Qamişlo ji xwestiye ez komek folkilorî kurdî çêbikin ji bo hunerê xwe li navenda çandî de pêşkêşbikin û çaxê ku festîval li seran serî Sûriya jî çêbin ev kom amadebê ji festîvala re li hemî navendê çandî li Sûriya


 û tu di zanê ez bi tenê nikarim komek wesa çêbikim ji lewra ez di xwazim tu arî min bikiê em bi hevre komekî çêkin tevlî ku min hin xort û keç dane hev lê bi xwe nebawerim ku ez tenê karibim tiştek wesa çêbikin û … ez di xwazim tu êvarî werê malê cem min wê ew xort û keçikî jî werin ka tu wan çawe dibînê..
Dibêjê ez êvarî çûme mala Nezîr min dî va çend xort û keçik wê hatine. Min dêna xwe da wan xort û keçika min dî ew neyê ku mirov komek foêlilorî bi wan çêkê…
Bavê kamo dibêjê ez çûm min ji Ebdirehmanê Sorê re got: û me hersêka kom çêkir… têbînî rêveberê navendê ji Nezîre gotibû leza xwe bikin ji ber ku festîlvalek li Himsê heye û gerek koma we amadebê ji bêşdariyê re ji lewra em ketin lez û bezê de û me wesa bi lez komek çêkir û em çûn festîvala Himsê bêşdarbûn bi navê koma folkilorî ya hinerê Cezîrê û me sêzde dîlanê kurdî pêşkêşkirin lê mixabin ne hiştin em stirana bêjin (bi kurdî) lê dîlan li ber mûzîka kurdî bûn…
Bi kurdî bêjin û Piştî ku festîval bi dawî bû em endamê komê çûne mizgevta Xalid kurê Welîd me hên wêne ji xwe re li wir kişandin.. û ew wêne wek nîşana ser keftinê bûn ji endamê komêre… piştî ku em ji Himsê vegeran Qamişlo koma me ji hev belabûn wek ku kom neyî ta sala dî cardî şandin ji mere.. bavê kamo dibêjê ez û Nezîr û Selah Ebdê û Sima îlê Sorê çûne cem Zuhêr Xezawî ( ew rêveberê navenda çandî bû li Hesekê û Qamişlo) wî ji mere got: ez di xwazim komek kurdî hebê û berdewam bê ne tinê ji bo festîval ji bo navenda çandî li Qamişlo û ez di xwazim hûn hin kesê Xeresanî jî têde hebin û Ereb jî têde hebin û ev kom bi navê Qamişlo û Hesekê hunerê Cizîrê li festîvalên ku di demê pêşde çêbin pêşkêşbikê…
Bavê kamo dibêjê piştî ku em ji cem Zuhêr Xezawî hatin ez û Nezîr Mihedem û Selah Ebdê me hevre got: em hersê li mûzîkê dixin û Sima îlê Sorê dibêjê min  li zangoyê beşê ragihandinê xwediye û xwehê wî jî hene û ew jê hatiye çima em wî naxin berpirsiyarê komê û em hersê emê karê komê bi rêve bibin û karê dî yê bi navendê ve girêday wê ew bikê.. bavê kamo dibêj me hersêka li ser vê yekê li hev kir û min çû ji Sima îlê Sorê re got: çima tu nayê nabê bi rêvebirê komê va cardî navendê ji me xwestiye ku em komekî çêkin…
Dibêjê çaxê ku min wesa jêre got: keyfa wî hat û wî karê wê bi xwe girt..
Dibêjê em jinûve çûn li xort û keça geran û me ev dane hev..

Navê keça yên ku dîlandikirn:
1- Zozan Birahîm
2- Hêvî Mecîd Haco
3- Mîdiya Mecîd Haco
4- Di xwehê Sima îlê Sorê navê wa nayê bîra min
5- Nûra Yûsiv Hersan ji Amûdê dihat
6- Keçek Feylezûrê Haco navê wê nayê bîra min
7-
Keçek Xidirê Remiko navê wê nayê bîra

Navê xortê ku dîlandikirin:
1- Selah Zivingî
2- Seyfedî Silo
3- Birahîm Osê
4- Birahîm Yûsiv Birahîm
5- Zehredîn Mele Ebdê
6- Taze Cemîl Birahîm
7- Mihedem Ehmed
Ev xortê dîlanê bûn

Xortê mûzîkê:
1- Şêxmûs Xelî
2- Nezîr Mihemed
3- Selah Ebdê
4- Leto yê Kinê
5- Şikriyê Leto yê Kinê
6- Sebriyê Leto yê Kinê

Leto û zaroyê xwe li deh û zirnê di xistin..
 Bavê kamo dibêjê di sala 1978 an de em çûne di festîvala yek li Hesekê û yek li Çibisa û dema ku navenda çandî ya nû li Qamişlo vekirin Necah Etar ji Şêamê hat  lê beriya ku ew were me ji rêveberê navendê re got: em di xwazin stiranê kurdî jî bêjin ne tinê dîlan û mûzî yê bi êvebir ji wan xwestiye ku stiranê xwe yê ku wê di festival de bêjin wergerênin zimanê Erebî ka ev stiran çidibêjin…
Dibêjê me stiranê xwe ji wan re wergerand Erebî beriya festival ta ku destûr dane me û me di wê festival ku Necah Etar têde amadebû bi kurdî gotin: bavê kamo dibêjê wê çaxê Necah di ragihandinê de got: ev kom hêjaye ku li ser dikê Cîhanê hunerê xwe pêşkêşbikê ne li Qamişlo yan li Sûriya ….
Bavê kamo dibêjê piştî wê sale min dev ji komê berda ji ber ku tevea kurdî destê xwe dirêjî komê kir û hevrikiye rêxistina tevlî komê bû ji lewra ez jê dûrketim û ez nema dizanim karê wê çawe berdewam kir..
Fewzî Niyazî ew derhênerê şanoyê bû di navendê de û ew karmend bû di navendê de. Ew ji Şamê bû…
Navenda çandî pêşî li bin sînema Şêrezad bû lê vê paşiyê ya niha heyî  çêkirin ji lewma Necah Etar ji Şamê hat li ser vekirina wê amadebû…..
 Dî menin ji dîmenê komê li Himsê û li Qamişlo û li Hesekê
Zuhêr Xezawî Filestînî bû.

 Domahî heye



Daxwazname endametiyê


derhnêrê komê yê _anoyan.Fewzî Niyazî


ji milê çepê ve._êxmûs Xelîl,Ebid rehmanê SorêSalih Ebdê.li vastîvala Himsê,1977


kom li mizgefta Xalid bin Alwelîd,li Himsê


kom li Qami_lo 1978


kom li Qami_lo.1978


koma Cizîrê,li Himsê 1977


li milê rastê Serokê navenda çandî li bajarê Qami_lo,Ehmed ,û _êxmûs Xelîl



vastîvala Himsê.1977

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark