Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: Abbas Ismaîl Û Ferhenga Dengan Di Zimanê Kurdî De

 


 Cemþîd Bagokî

Ferhenga Dengan Di Zimanê Kurdî De pirtûkeke nû ye li pirtûkxaneya Kurdî zêde dibe, ji berhevkirina mamoste Abbas Ismaîl e. Ji berî çend rojan ve li Þamê ji rex weþanxaneya Dar Elzeman ve hatiye çap û belav kirin.
   Ji çend salan ve mamoste Abbas di vê pirtûkê de xebitiye ta ku wiha berhev kiriye.. Ji gelek jêder, çavkanî û civata kurdî sûde wergertiye ta ku bi vî renge bedew amade kiriye. Ji tîpa A dest pê kiriye û li gor her tîpekê dengên ku ji mirov, Lawir; Þêr, gur, piling , Beq .. Dengên bêcanan, Teyr û Tilûran, mih û berxan.. bi kurdî û hember wan jî bi erebî nivîsandiye..


Pirtûk ji 136 rûpelan pêk tê.
   Hêjaye gotinê ku mamoste Abbas Ismaîl di sala 1938 an de li gundê Sada çêbûye, di sala 1962 an de bûye mamoste û wiha gelek þagirt li ber destê wî mezin bûne ku niha bûne doktor, endezyar û avokat.. Ji ber kevinbûna wî, ku ew ji pêþengên mamostayên kurd e li Cizîrê bi navê mamoste Abbas hatiye nas kirin..
   Jiyana wî di gelek qunaxan re derbas bûye, gelek kar û barên têvel di jiyana xwe de kirine, wiha jî yên konevanî; di destpêkê de endamekî aktiv bû di partiya komenîstên sûriyê de, vê paþiyê ji ber mêldariya wî bi rex kurdewariyê de dûrî komenîstan ket û wek kurdekî welatparêzî serbixwe dest bi nivîsîna bi zimanê kurdî kir û ta niha çend pirtûk berhev kirine ji wan:
1-Gula Civatê 1995
2- Çîvanok û Pêkenok 1996
3- Em beranên ber kêrê ne 1998
4- Xelata Mandêla 1999
5- Stêr û bêr 2004
6- Fêrbûna Zimanê Kurdî 2005
7- Çend goþî ji mêwa jiyana min 2006
Em ji dil vê pirtûka wî a nû Ferhenga Dengan Di Zimanê Kurdî De li xwendevanên zimanê kurdî piroz dikin, spasiya mamoste Abbas Ismaîl dikin û hêviya berdewamiyê jê dikin.

Qamiþlo 15/12/2009

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark