Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: Derdê koçberiyê

 



Rêwî Girpirî
 
Kul û koçberî di tora jiyanê de lev civîn
Biryara ne xweşiyè ji minre danîn
Dilê nermî tenik bû wek hasinè rizî
Ji xem û derda nema êdî di jenî
êdî bese jîn çerxa te pir li me gerî


koçberî ne bi tenè dûrketine
koçberî axîn û nalîne
koçberî azar û azerîne
Jiyan jî bi zehmetiya xwe tariye
Barê wê girane .
Riya wê bè dawiye
 Deryaya wê kûre
Pêlên wê harin … 
Koçberî zore     
Birînè wè girs û hûrin 
Dil xemgîn û jare  
Hiş bê ware  
Can tî û şikestî dinale  … 
Sitemî tim heye     
Koletî pir heye  .. 
Xew bi şeva nîne 
Girî û ahîne    
Hiş û hest rêwîne
Li ser çûna welat bi hêvîne
Welato evîna te dijware
Gerimbûna himêza te bo mirova parastine
Welato ji dûrbûnêre qey nîne çare.?
Raman min dinoşin
Bîranîn min dugvêşin
Bese jîn li min were rehmê
Ez evîn darim ne dîn û harim  
Ez bende warim ne sitem karim      
Ez xweda pristim ne gunih karim
Ez xerîbim bê halim  …
Kes nîne hilgirê barê min
Ziwakê hîsirê min
Li vî welati jîn pir zore
şev reş û tariye
Ro kore …
Her dem û her çaxî ne xweşiye
Xweş di zanim ko ev koçberiye
Zinçîrek ji hasin li mila jidihaye
Qamçiyek reş li pişta dirihaye
Hêviyek tengî çirihaye  
Werîsekî sê pê li sitî girêdaye …
Kengî bi zîvirim mal
Berî li koçberiyè bibim kal
Bê xelk û bê dost û bê heval
Dixwazim bimrim li welat
Ser bilind û ser firaz
Li goristana gund bibim mîvan
Li ser kèla min deynin
Rêwibû ji welat …
û pènûs û kaxezè min li dora min bikin dîwar,
Dîroka min birînek kûre
Dîrûtiye bi kula
Dîroka min nayê nivîsandin
Tenê wekî çîroka tê gotin
Beladibê û zû tê jibîrkirin
Kesê bixwazê naskê dîroka min
Bere herê nav kaxezê min
û biqulibînê pelên min
Yan jî bigerê li gora min
Da bibînê kelemên kêla min …
Li hemî qurçik û hemî kolana
Dengekî min heye
Li pişta her dîwarî
şûna min heye
Bi her evîndarî re hîsirek min heye
Di her zindanekê de şikencek min heye
Li her welatî penaberîke min heye
Bi her koçberî re kulek min heye
Ser aniya her cotyarî xwihdana min heye
Bi her şivanekî re bilûrek min heye
Bi her kalekî re çîrokek min heye
Bi her dayikekê re keserek min heye
Bi her bûkekê re xatirek min heye
û bi her minalekî re hêviyek min heye ..
Gula bişkoj ne vebû
Herya li dor hişk bû
Paşe roj li ber cavê min tarî bû
Helbesta min bi girî bû
kaxeza min birçî bû
Pênûsa min tî bû
û raman …  ramaaan  ..  ramaaaaan
çaxa ku diramînê
û hestê bendkrî azad dikê
Vî dilê biçûk di suhtînê
Vî cane birindar di sojî nê
Bîr anîna di çerxa xwede di hejînê
Kevin û nû di zîvirînê..
Biçûkim bi girîme
Lawim bê xwedîme
Bîr anîna min bi azerîne
Dûcihe, riya bihiştê lê nîne
Derdê koçberiyê çendî min têşîne
Di xwazim rev lê tu rê bo min nîne
Gula min bê bîne
Kes gula dinav dirihê de di çîne
Bese jîn min ne êşîne
Ez bûme weke mîx
Rih û rewa li min nîne …
Ez mestim bê mey û bê meyger
Bi fîxanim dengê min tim ker
Tenême bê ser û ber
Bese jîn te da ser
Te ez çandim ser tinge kula
û av te da min bi hîsirê çava ..
Koçberim bê penaberî
êsîrim bê zindarî
Rastî li ber min leylane
Azadî zindane
Bihrîkirin sotane .
Xwîn di birînê de reşe
Birîn di laş de geşe
Laş bê can di meşe
Can ji westanê na raweste ..
Law koçberî zore
Zincîrek ji hasin li min hawîrdore .
Bîranîna ez sotim
Derda ez notim
Mirova ez firotim
Paşe roj ji min kişandin
Tarî ji minre şiyandin
Hîsir di çavade çandin
Narîna dil şikandin
Hest jê hilandin
Hêvî ji min revandin .
Tenê mame bê hal
Dûr ketim ji mal
Bi xortani bûme kal …
Dixwazim bizîvirim welat
Himbêzkim dayika xwe
Serê xwe deynim ser çokê wê
Guh darkim li dengê wê
Bişkînim sermaya canê xwe
Li ber hilma dilê wê
Koçberî zore gelî dost û hevala
Koçberî zore pir zore ..
Kelha viyana min herivî û hate xwar
Hûr bû wek kêstekê Li ber baranê
Bi bîrikirinê hatim şewtandin
Ey jiyana bê bext
Ma ne bese beyanî
Ma ne bese koçberî
Ma ne bese dûrketin …  ..

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark