Li rojên 8-9-10/11/2006 li hola Xanî li zankoya Dihokê li jêr çavdêriya parêzgarê Dihok birêz Temer Remezan diwem fistîvalê rewþenbîrî pêk tê..
Ji herçar parçên kurdistanê û ji ewropa, gorcistanê û Îmarata Erebî nivîskar û rewþenbîrên kurd û çend nivîskar û rewþenbîrên Ereb ji Bexda û Mûsil piþikdariya evê fistîvalê dibin.. Fisteval dê li ser rewþa zimanê kurdî raweste, û çend simînarên hizrî û rexneyî jî ji layê sehrezayan ve tên pêþkêþkirin , her wisa çîroknivîsên kurd dê li ser rewþa çîrokê , û hinek wê li ser serbora xwe ya çîrokê û romanê baxivin, ji bili 3 þeven taybet bi helbesta kurdî, ko nezikî 25 helbestvanên kurd dê nimonên berhemê xwe yê nû dê bxwînin ..çend dezgehþn rewþenbîrî jî hatine vexwendin mina ; Enistitûya kurdî li Stanbol Enistitûya kurdî li Berlîn Komela nivîskarên kurd li Amed Komela nivîskarên kurd li Swêd Navenda Pena kurd li Almaniya Hevgirtina rewþenbîrên kurd yên rojava li derve Weþanxana Duz u Avesta li stanbul Hejiye bejin pesangeha wesanen eketiya niviskaren kurd ko gehaye 102 pirtokan de hete vekirin. Niviskaren vexwendî de seredana avahiyê nû ye niviskaran din yê ko bi harikariya hukmeta kurdistanê hatî bi cihanîn li ser 5500metren erdî bi rengekî endaziyê û lekdayî ye..