Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemn N: Pirtka Serok Merok Ya Qado rn Ji Nav Weann Sema Derket

 


 Dezgeha Sema ya Çandî û Hunerî berdewame di çapkirin û belavkirina pirtûkên nivîskarên kurd û pîlana xwe ya sala 2009an  bi çapkirina pirtûka Serok û Merok ya nivîskarê kurd Qado êrîn berdewam e. Ev pirtûka hêjayî xwendinê bi naverokek cihêreng dixe nav destê xwendevanên zimanê Kurdî.
Ev pirtûk di nav rêza weanên Sema derdikeve û ji zincîreya berhemên Sema ya 31ê ye.
Babeta pirtûkê çîrok in û ev pirtûka ku ji 24 kurteçîrokan pêk tê 120 rûpel in ku nivîskar ev çîrok di navbera salên 1993 - 2006an  de nivîsandine.


Karîkatêrê li ser berga pêiyê ji aliyê êwekar Inayet Dîko ve hatine çêkirin. Û berga paiyê ji Fermanekê ku bi destxeta nivîskar e hatiye danîn, naveroka Fermanê jî ev e:
Fermana 11an
Ji serokê Rojhilat û Rojava, Bakur û Baûr, divê ji niha û pê ve hûn tenê vê durimê ‘Bijî serokê me û bavê me ji bo keç û jinên me!’ li ûna ya berê ‘Bijî serok Qilçix!’ bilind bikin.
Ê ji we ji vê durumeyê pêve bilind bike, ewê bê xazoq kirin, ta ku bimre.
Serokê we û bavê we...
Qilçixê Xemxur
Ji vê fermanê ku diibihe fermanên sultanê Osmaniya, naveroka çîrokan diyar dibe û êweyê nivîskar di nivîsandina çîrokê de xuya dibe, bi awayekî rexne di gel qerf û henekên civakî ku bi zimanekî gelêrî û rehet dixwaze hin aliyên civaka Kurda, saziyên wan ên siyasî, partî û rêvebiran rexne bike û wan hiiyar bike bi wan qilçixên xwe û dixwaze wan qerf û adetên nerind di civakê de bi riya wan nameyên xwe rake.
Qado êrîn: Ji Baûrê Rojavayê Kurdistanê ye. Di sala 1967an de li gundê Nehroz ê girêdayî bajarê Qamilo ve ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya seretayî li wir xwendiye, paê di gel malbata xwe çûne Qamilo û li wir xwendina xwe ya amadeyî (Lîse) bi dawî anîye û derbasî Enstîtuya Matemetîkê li bajarê Dêra Zorê bûye, çend salan mamostetî li Qamilo kirîye. Di sala 1995an de berê xwe daye Ewrûpa û li welatê Holenda nitecih bûye û ta niha jiyana xwe li wir didomîne.
Nivîskar, digel çîrok nivîsînê, lîstikvan e û di hin ano yan de derketiye ser depê anoyê û her bi rolê xwe yê komîdî hatiye naskirin. Wî gelek çîrok û gotar li ser  kovar û malper ên internetî û rojnameyên Kurdî belav kirine. Gelek hevpeyivînên televizyonî pêre bûne. Ji sala 1982an ve karê nivîskariyê dike û pirtûka wî ya çîrokan ya bi navê ‘Serok û Merok’  berhema wî ya yekem e di warê çîrokê de û her weha pirtûkek ji stranên hunermend Mihemed êxo (Digel birayê wî Beha êxo) amade û çap kiriye.
Her weha xwedanê Malperek enternêtê ye ku di bin navnîana  www.qadoserin.com  de, hemî babet, nivîs û hevpeyvînên xwe li ser belav dike. Her wisa pênc salan sernivîseriya malpera TÎRÊJ a çandî û hunerî kiriye û di dûv re rawestiyaye.
Hêjayî gotinêye ku Qado êrîn, ev berhema xwe diyarî Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî  li Baûrê Rojavayê Kurdistanê kiriye û mafê belav kirin û firotina wê daye wan ku sûdê jê werbigrin di xebatê xwe yê bi rûmet ên di warê fêrkirina zimanê Kurdî de. Bi vê helwesta wî jî birêz Qado êrîn, çendîn fidekarê doza netewe û pêdebirina Zimanê Kurdî ye. 
 Hozan Emîn


 



 

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 0
Bi Tevah Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark