Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Ez û Sînemxan Li Hewlêr

 


Luqman Silêman
 Luqman_sileman@live.se

Birca Belek ji 3 qatin  û 360 odene. Lê kengî û kîjan bav ji bavikên Bedirxaniya li Birca Belek rûniştiye? kes nizanê ta vê gavê, lê wek ku em di zanin Birca Belek ya malbata Bedirxaniya ye,  û Birca Belek bi wan hatiye naskirin. Yan bi kêmasî tiştê ku me naskirî û ji mere hatî gotin. Lê dimînê ev Birca bi nav û deng û ya ku rayê xwe berdayîn kurahiya dilê Kurdistanê  û axa Cizîra Botan,û li ber keviya çemê ava mezin (DICLÊ) hatî avakirin wê bi mînê bi navê malbata Bedirxaniya.


Ji lewma dema ku navê Bedirxaniya tê gotin, Birca Belek tê bîra mirov yan dema ku navê Birca Belek tê gotin Bedirxanî têne bîra mirov herdû bûne parçek ji hev û bêy hev nabin.
Beriya ku ez Sînemxan bibînim min ji xwe di pirsî gelo wê ev pîrek çawe bê..? ev pîreka ji xanedanê Cizîra Bota neviya Bedirxan xwediyê Birca Belek  xwediyê qesr û qunaxa.. Lê Dema ku min Sînemxan dît, û pêşwaziya min kir min dî ku pîrekek mezin temenê wê heftê û yek sale lê hîn ciwane bi dilê xwe, bi liva xwe, bi canê xwe, bi baweriyên xwe,  devlikene, can sivike, civat xweşe û rûyekî Firîştî li sere mirov lê naynê der ku wê heftê û yek sal kiriye..
bi rastî Sînemxan dilbaze û ji nakokiye hesnakê ji lewma di hemî civatên xwe de ji mêvanên  xwere li ser heskrina milet û welêt daxivê û hêvî dike ku kurd ji nakokiya bi dûkevin û şerê hev nekin û ji hev hesbikin da ku karibin welatê xwe avabikin.  Sînemxan bi hêviye ku wê di paşerojê de Birca Belek ji destê Turka derkevê, û wê pirsa kurdî  li seranserî kurdistanê bi ser kevê, lê gerek em tim û tim ji hev hesbikin, ev şîreta wêye û hêviya wêye û gazinda wêye.
Deka werin em bi hevre herin bajarê Hewlêr, û ji Hewlêr berê xwe bidin taxa Eyîn Kawa taxa Xerestaniya. Ka wê Sînexan Xan çi ji mere bêjê….
  


Pirs: Sînemxan  Celadet Bedirxan , ji kerema xwe tu dikarî  ji mere bêjê tu zaroka çendê bû ya Mîr Celadet Bedirxan û Rewşen Bedirxan?.

Bersiv: Beriya hertiştî ez dixwazim bêjim navê min Sînemxane, ne ku ez xwe mezin dikim û dixwazim xelk ji min re bêjin Sînemxan, na. Dema ku ez çêbûme diya min navê min daniye Sînemxan( û li vir bi ken Ji min re got: heger di xwazî ji min re bêjî Sînemxan gerek tu bêjî Sînemxan Xan)
Ez zaroya di doyê me û beriya min kurek hebû, navê wî Sefter bû, emrê Xwedê kir .Û piştî min jî kurek hebû navê wî Cimşîd bû, mixabin ew jî  berî dih sala emrê Xwdêkir û ez niha li Hewlêrê dijîm. Sînemxan li vir keserek ji kurahiya dilê xwe kişand, û got: min nivîskar û endezyarê naskirî Selah Sehdele kirbû ,lê mixabin ew jî berî di sala çû ser dilovaniya Xwedê. Min di zarok hene keça mina mezin navê wê, Dilnaza. Wê jî  mêr kiriye û sê zaroyê wê hene û navê wa, evin, Ciwan û Alan, Mîro û kurê min  endezyare û navê wî Azade, û niha ew li Dubey dijî wî jin aniye û kurek wî heye navê wî Alane..

Pirs: Sînemxana Xan tu wek rewşenbîrekî xwe didê  naskirin,yan wek keça Mîr Celadet  û neviya Bedirxan Mîrê Botan.


Beriv: bi rastî rewşenbîriya rastî ez bûme rawîşkara hemî Bedirxaniya, û Selah Sehdele ya rastî jibo xwe min ta niha tiştek nekiriye. Dema pêşî ez hatim Êraqê min di rojnama xebat de dinvîsand, lê piştî ku zarok ji min re çêbûn  min nema karî ez binvîsim, ez bi zarokê xwe ve mijol bûm, lê niha rewşenbîriya mina rastî ezê berhemê bavê xwe û diya xwe û yê rehmetiyê Selah bi civînim û ezê wan berhema carek dî çap bikim, û ezê hêdî hêdî bîr anîne xwe binvîsim ji ber ku di jiyana min de gelek tişt derbas bûne û mirov dikare behsa wa bike û li ser wa bi sekine çi ji aliyê siyasî ve, çi aliyê rewşenbîrî ve, û çi ji aliyê xebata, jibo afretan em dibêjin jinan bes navê wan kirne afretan..

Pirs: belê Sînemxan Xan tu bi çend zimana di xwîne û dinvîsê?.

Bersiv: ez bi zimanê xweyê kurdî di xwînim û dinvîsim, û bi zimanê Ferensî û Engilîzî û ji xwe min li Şamê xwendiye, û ez hinekî bi Turkî û Elemanî dizanim axaftin ne nivîsandin..

Pirs: başe Sînemxan ew berhemên ku tu li ser wa di xebitê û di demê têde hûnê wa çap bikin çine?.

Bersiv: belê hin ji wa min çapkirin, wek giramêra kurdî ya bavê min wergêrandine Turkî jibo kurdê meyê kurdistana Turkî ew perbaşe jibo wan, û çîrokek zaroka ez dibêjim beriya heftê salî hatibû çapkrin bi navê( conî û cimêma) çîrok bi xwe bi zimanê Engilîzî hatiye nivîsandin, lê ew çîrok hatibû wergerandin bi zimanê Ferensî û bavê min ew wergerandibû zimanê kurdî .Ew jî me carek dî çapkir û jibo sed saliya Rewşen xan  min pirtûkek ya Rewşen jî çapkir bi navê dotmam, û yek dî jî me çapkir bi navê kurd û welatê wan Kurdistan ew ya bavê mine, û yek dî bi zimanê Turkî min çapkir bi navê hilweşandina Edirna ji hundir de. Ev pirtûk bavê min û Mîr Kamîran bi hevre nivîsandine. ez bawerim wêçaxê herdûjî xortbûn. Û niha Elifbêya min jî derketiya ya ku amê min Dr. Kamîran, di sala sî û heştan de nivîsandî.




Pirs: Sînemxan ferhinga Mîr Celadet kanî, û wê kengî rojê bibînê, yan wê kengî bi kevê di nav destê xwendevanê zimanê kurdî de?.

Bersiv: ev çîroka wê dirêje…

Pirs: çima? tu dikarî çîrokê ji serîde ji min û xwendevana re bêjê ger ku zehmetî nebê çimkî hin gotin li ser vê Ferhengê çêbûne.?

Bersiv: ser çava ezê ji serîde ji tere bêjim. Çîroka vê ferhenga bavê min ji sala heftê destpêdikê ji peymana Avdarê ya ku di navbera Şoreşa kurdî û rijîma Bexdê de hate li darxistin. Di wê demê de diya min Rewşen Xan gelek şabû bi peymana Avdarê û ew ferhing û gelek pirtûkên din şandin Ekadîmiya kurdî li Bexdê da ku wa çapbikin û sûdê ji wa bikin. Lê mixabin ferheng çapnebû û xuyanekir… Rojekî ez û rehmetiyê Selah çûne Ekadîmiyê medî wa Ferhenga ma  li wê erdê avêtiye, me hêdîka rahişte ferhengê û me anî yanî me Ferhenga xwe dizî, û em hatin mal. Lê mixabin dema ku em hatin mal û me li ferhengê nêrî me dî wa şeş pît jê kêmin. Sînemxan keserek kişand û got: ez nizanim kî ew şeş pît jê birin lê ez dibêjim yê ku ew her şeş pît birîn wî di xwest ku ferhengê hêdî hêdî ji xwe re bi dizê. Yanî her demakî çen pîta jê bibê ta ku ferhengê tevî ji xwere bibê, û dawî wê li ser navê xwe çapbikê lê başbû ku em gihiştin ferhengê… Paşê rehmetiyê Selah ferhengek Engilîzî û kurdî çêkir bi navê ferhenga Selahdîn, piştî ku Selah ji ferhinga xwe xelasbû hêdî hêdî ew şeş pîtê ku hatibûn dizîn çêkirin û di pêşgota ferhengê de gotiye: min ew şeş pît li ferhenga Celadet vegerandin lê ez ne di asta Mîr Celadet deme, tenê min xwest ku ferheng ronikahiyê bibîne.. û li Setembolê Ebdile Keskîn çi ferhengê ku di govara Hawar de derketibûn dane hev, û li ferhengê zêdekirin yanî wê ferhenga bavê min bibe ferhengek  ji sê beşa. Beşê ku bavê min nivîsanidî û her şeş pîtê ku hatibûn dizîn û Rehmetiyê Selah lê vegernadîn û beşê ku Ebdile keskîn ji Hawar ê derxistîn. Lê hêjaye ku mirov bêjê ew ferhenga li cem min dest xetê Osman Sebriye ji ber ku dema bavê min Emrê Xwedê kir ferheng wek Elbikek bû û her zaravek li ser kertûnekî nivîsandibû û Apo Osman heroj dihat mala me çer pênc seheta ew ferheng dinvîsand, lê ez nizanim ew kertonê ku bavê min li ser wa nivîsîbû kanîn nexuya ne bi kude çûn ez nizanim Xwedê zane..…..Lê ez bi hêvîme ku beriya domahiya mihê wê ferheng derkeve, û li berin ku wek pêşengihek li Diyarberkê çêbikin jibo hemî berhemên Mîr Celadet û hîn gelek pirtûk hene lê hêdî hêdî ew jî têne çapkirin yên Celadet û Kamîran û mamê min Sureya. Ev pirtûkê têne çapkirin bi alîkariya Mam Celalin û sed saliya diyamin Rewşen Xan işele emê dimiha yazdan de çêbikin, û emê pirtûkê wê dobare çapbikin li Dihokê, lê ew bi alîkariya kek Nêçîrvan Berzanî ne..

Pirs: Sînemxan bibûre li min kanî malbata Bedirxan ew malbata mezin û bi navû deng ew kesê ku ji destpêka sedê bîstan ve li mitropola di xwendin xwediyê Rojname û Govara û Birca Belek xwdiyê pîtên kurdî bi kude çûn gelo ev malbat heliya û çûn gelo kes heye xabatê dikê di ber pirsa kurd yan di ber zimanê kurdî de ji bilî Sînemxan…..!?

Bersiv: wele mixabin kes nîne ji min pêve binêre ew kesê ku beriya heftê heştê salî destpêkirin me gelek mirov hene niha diyardibin li Turkiyê lê xwe danîne Turk ,û dema ku me festîvala Bedirxaniya li Berlînê çêkir hin ji wa hatin silav li min kirin dih deqa man û çûn ew kur mamê min bûn, lê ew ji tirsa Turka newêrin bêjin em kurdin û Bedirxanî ne, lê baweriya min gerek em van tişta bi dawî bikin ji ber ku îro ez tenê xuyadikim û jiyan wesa ye, dîrok wesa ye, hin tên û hin diçin.

Bibûre yanî malbata Bedirxan çûn mihiyan kes ji wa nema wek Ereb dibêjin (inqîrad
bûn).
Bele eyîn wesa li malbata min hatiye kes ji wa nema.

Yanî em bêjin kes nema ji malbata Bedirxan ewên ku yekimîn rojname bi navê Kurdistan derxistin û ewên ku pîtên kurdî çêkirin û bi şoreşa rabûn û
ji bo pirsa kurd bûne penaber û bi mitropola ketin. Çi li Ewropa,  çi li Turkiyê, ji Sînemxan pêve.

Bersiv: Belê kes nemaye ji min pêve û ezê jî nêzîk ji nav we barkim, ji ber ku temenê min bûye heftê û yek sal tu di zanê ez di roja 21 -3-1938 tan de hatime dine. Na Sînemxan îşele wê temenê te bibûrê ji sed salî û tê tim di nav medebe..

Pirs: Sînemxan li cem me li Suriyê hin kes hene dibêjin em ji malbata Bedirxanin. We bihîstiye ku kes ji malbata we li Surî hene?…

Bersiv: başe em di xwazin ku malbata me xuyabikê, lê ne tenê bêjin em ji malbata Bedirxanin, na gerek karekî bikin ji ber ku her yek dikarê bêjê ez ji malbata Bedirxanim. Lê ev gotin bi serê xwe nabê, lê ezê ji tere dibêjim min sehnekiriye ku kes ji malbata Bedirxan li Surî heye, lê heger ku hebin jî ez dil xweşdibim bi wan…

Pirs: Sînemxan ev bû çend sal ku li herêma kurdistana Êraqê kurd ew xwe bi xwe ser kêşiya xwe dikin, yanî ew desthilatdariyê li xwe dikin di van sala de jibo zimanê kurdî û bi taybet jibo pîtê latînî? çi hatiye kirin yan pirojek wan heye jibo zimanê kurdî di paşerojê de?..

Bersiv: welahî çi ji tere bêjim, lazime tiştekî bikin lê heta niha tiştek nekirne, me tiştek nedîtiye û me ne bihîstiye. Lê gerek tiştek werê kirin jibo ziman yekgirtû wek ku dibêjin, lê ew tehesiba(تعصب) wa jibo Soranî tiştekî ne xweşe yanî em ji şerê di berî xilasbûn niha em di xwazin şerê ziman bikin? na ev ne xweşe gerek ev nebê…

Pirs: di baweriya tede di demê pêşde û piştî ku şerê tivingê sekinî wê şer di navbera zaravê Soranî û kurmancî de destpênekê?…

Bersiv: niha hinekî şer heye, yek heye navê wî şakiliye. Berî di sala li ser Mîr Celadet got: (ev Kemalîste û ji jehra Kemalîzmê vexwariye û gotinê wesa kirêt û bê sûde li ser Celadet nivîsandin).

Pirs: Sînemxan ev kes ji herêma Kurdistana?.

Bersiv: Belê şakilî ji xelkê vire û niha li Siwêd di rûnê.  Birastî min xwest ku ez wî bidim mehkemê li ser wa nivîsandinê wî, lê vê dawiyê min ji xwere got: ez xwe kêm nakim jibo kesek wesa, tevlê ku wî tiştin gelek kirêt kirin…

Pirs: Sînemxan min li bakurî Kurdistan sehkir ku te dehwek (دعوة)li hikumeta Turkî rakiriye, û tu di xwazê Birca Belek ji hikumetê bistînê?!..

Bersiv: na tiştek wesa tineye, tenê axaftinbû ji ber ku ez ne hevwelatiya Turka me û pir pere jî jêre divin, çimkî ne tenê Birca Belek hîn pir emlakê me li wir hene, û heger ku ez vê bikim gerek ez Mihamiyek Enternaşyonal bigrim, û yê me birastî ticarî em li pera ne gerane ji dema ku em zarok bûn ta vê gavê em bi xwendin û nivîsandinê ketine malbata min tucarî li pera negerane û me pere ji bilî xwere hiştine. Binê heger ku ez niha deftera bavê xwe şanîte bikim wî çi nivîsandiye û çawe Hawar bi rêve dibir û her mih kiriya odê dida ji ber ku mala Celadet odek bû û ew ode ciyê serfiraziyê bû. Lê vegerandina birca belek tiştekî mehnewiye çimkî par dema ku ez çûme Cizîra Bota ji min re gotin: wînisko ta domahîkî wê birca belek bistîne, û wê ristûrê çêke (termîm) belkî Eskerê Turk ji wir derkevin û ew Ala Turkî ji ser Birca Belek rabê.
Lê tiştek baş heye, baş bû ku Esker têde bû çimkî heger ku Esker ne têdeba wê xelkê Cizîrê kevirê wê ji xwere birban û wê malê xwe pê avakirban..

Pirs: Sînemxan tu çawe hikumeta herêma Kurdistan dibînê?.

Bersiv: bi Xwedê hikumeketî başe bêje çima?. Belê. Binêre me îro hikumetek heye qenc, pîs, piçûk yan mezin. Lê me hikumetek heye û naveke, hêviya me ku ev mezin bibe ji ber hindê gelek xelk rexnedikin û daxivin lê di beweriya min de ev şaşe gerek em arîkariya vê hikumetê bikin, da ku baş bingihê wê xurt bibê û li ser piyê xwe bi sekinê ne em rûnin li malê xwe û bêjin filan tişt wesa û filan tişt wesa. Ez dibînim ev şaşe ji ber ku me tebîheta Ereba girtiye em nakin lê zimanê me dirêje temamen weka Ereba…

Pirs: başe Sînemxan ev pênc salin bi kêmasî  û hîn pir kêmasiyê hikumetê hene yan ez tiştek dî ji tere bêjim Sînemxan  wek ez dibînim îro hikumet nîne wek hikumet tenê yeneke û partî wa Kurdistan li xwe parkirne..

Bersiv: başe hikumeta du partiya ye neya yekêye, em pêncî salî man di bin destê yek pariyê de başe ber didobin çêtire ji yekê. Binêre li helbijartina, çiqas partî daketin helbijartina û binêre li lîsta Goran çend deng anîn û çen kursî li perleman girtin, manexwe demoqrasî heye. Mînak, binêre li Şoreşa Ferensî çend sala ma ta ku bû tiştek, çimkî avakirina welata bihna fere jêre divê, lê em bi lezin di xwazin bigihin ev çênabê. Ya îro baş ku şerê nav xwe sekinî û herdû partî li gel hev kardikin, ji lewma ez dibêjim gerek em ji wanre alîkarbin ne ku em li malê xwe rûnin û rexna li wa bikin.
Di baweriya min de ya herî girin lîsta meya hikumeta fedirale û gerek kurd ji were karbikin.

Pirs: Sînemxan ka em ji Hewlêr herin  bakurî Kurdistan, ka nêrîna te  çiye ser pkk?.

Bersiv: heger ku em li pkk binêrin wa birastî tiştin giring kirin di baweriya minde. Pkk Karker  û Cotkarê kurdistana bakur şiyarkirin, lê mixabin paşê pkk dûr çû û gelek dûr çû çimkî xwedîtin ku ew kurdin û kesek dî ji wan pêve kurd nîne ,di baweriya min de ev şaşe û ev yek ji şaşiyê meye wek kurd. Binê li her parçek kurdistanê me sed partî çêkirne ( mînak, li Surî çend partî hene…) niha te digot: hikumeta di partiya ye, binê gerek em aqilê xwe bînin serê xwe û em bibin yek ji ber ku dijminê me gelekin û dijwarin. Pêwîste ku mirov hizrawanbikê ji xwe Eyran meşhûre di dîrokê de bi xiyanetê xwe, Turk hê xerabtirin û ji xwe maşele Ereb..

Pirs: Sînemxan keça Celated Bedirxan kurdê Surî çawe dibînê?

Bersiv: kurdê Surî li ser serê min, weleh kurdê Surî pir nexweşî dîtine lê kes behsa wa nakê. Hema pkk dibêje bakur û bakur çend kurd li Surî mektûm hene, çend hebsî hene, çend dengê wa birîne kanî…!? Nihabû Serhildana Qamişlo. Ji xwe min ji tere negot: Rehmetiyê mêre min Selah pirtûkek li ser Serhildana Qamişlo çêkiriye û di xwest ku wê çapbikê, lê mixabin mirinê rê nedayê lê ezê wê çapbikim di demê têde..

Pirs: Sînemxan peywendiye te bi kurdê Eyranê re hene û ta bi çi astê ne..

Bersiv: peywendiyê min bi kurdê Eyranê re hene, lê ne ew peywendiyê kûrin, tenê rojnameyê xwe ji min re dişînin û mîtingê xwe ji min re dişînin lê newek yê Surî û Turkî ne.

Pirs: Sînemxan wek tu dizanê em parçê herî piçûkin û em bûne pir ji bakur û başûrê mezin re, û kurdê Surî pir di ber herdû parça de dane lê mixabin îro kes li me nabê xwedî tu li ser vê çi dikarî bêjê..

Bersiv: ez dikarim bêjim rewşenbîriya kurdî ji Surî derket Hawar û Ronahî, û ji Libnanê Roja Nû û Sitêr, ta niha em li sitêr digerin ya ku mamê min derdixist em nizanin ew li ku ma. Me di xwest em wê û ferhinga wî bi bînin û carek dî çapbikin…

Pirs: Sînemxan wek ku em tev dizanin di Şoreşa Bedirxan de pismamê wî Yezdan Şêr lê xayîn ket, lê îro neviyê Yezdan Şêr dixwazin dawekî li Hikumeta Turk rakin, ew dibêjin bapîrê me xiyanet li Bedirxan nekiriye Turk ji xwe vê dibêjin gelo ev gotin rastiya wê ta bikûye?..

Bersiv: belê ew pismamê me bûn û niha neviyê Yezdan Şêr li Urdinê ne. Belê wî xiyanet li Bedirxankir û ez dixwazim ku ew vê yekê isbat bikin piştî du sed salî. Binê Malmîsanij pirtûkek nivîsandiye binavê Bedirxan û Cizîra Botan. Neviyên Yezdan Şêr hin tiştê ji wê pirtûkê xirakirin û wênê xwe lê danîn û bi xirabî li ser bavê min axivîn, lê min guhê xwe ne da wan û te carekê ji min re got: çima te bersiva wan da, lê ya wan ew ji xwe ne kurdin û birayê wan yê mezin li Êraqê hate kuştin ew nûnerê leşkerî yê Eniya Rizgariya Felestînbû (Izedîn Ebû Eliz) û carek birayê wî hate cem min û ji min pirsî ka tu nizanî birayê min li kuye…!? Min jêre got: çima ma ez hikumetim…
 Lê mixabin îro ticaret bi navê malbata Bedirxan dibê.. lê ew ne Bedirxanîne çimkî yê Bedirxanî bê wê paşnavê wî Bedirxan bê…..
 
Pirs: Sînemxan piştî heftê û yek salî ji jiyanê tu çi şîretê li me dike?..

Bersiv: Şîreta herî giring ji me tevare yekbûn yekbûn yekbûn.em çar parçe ne, xwezî em bibin yek hîn em li jiyanê ne, em bibînin ku me kurdistanek mezin heye û ev xewna meye û ya bav û bapîrê me jî bû, lê başe me parçek dît û îşele emê parçêdî jî bibînin.

Pirs:Sînemxan tu bawerî ku Kurdistanek serbixwe û Azad wê rojekî ji roja çêbibê..!?

Bersiv: Çima wê çênebê, madem ya başûrê mezin çêbû ya ku me tucarî bawer ne dikir ku wê rojekî ji roja çêbibê…
Sînemxan sipas ji tere ji ji behweriyê tewre ji dîtinê tere tu di xwazê di dawîde tiştekî bêjê?.
Ez pir dil xweş û şabûm bi vê hatina we û bi naskirina we û hêvîdikim ku peywendiyê me berdewam bin gelek sipas ji kurdê Sûrî re…
        
Hewlêr
5-9-2009

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark