Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Sede mn salvegera Rewshen Bedirxan li Qamishlo hate li darxistin

 


Bi helkeftina derbasbûna sed sal li ser ji
dayikbûna jina kurd a hêja Rewen Bedirxan
 semînarek li bajarê qamilo li Hola D.Nûredîn Zaza
di eva 11/9/2009 li darket.bi amade bûna gelek nivîskar û rewenbîrên kurd
Di destpêkê de lêkolîner û nivîskarê kurd Konê Re gotarek li ser jiyan û xebata Rewen Xanim xwend, û têde bal kiand ser rola Rewen Bedirxan weku yekemîn jina kurd ku bi barê çand û wêjeya kurdî rabûbû.


Her weha yekemîn jina kurd bû ku di kovara Hawarê de nivîsand, û ji ber ku hevjîna Mîr Celadet Bedirxan bû roleke wêyî giring hebû di belavbûn û nivîsandin û wergerandina gelek pirtûkên kurdî di wê demê de
Her weha bi wê bonê helbestvan Dildarê Mîdî helbesteke xwe li ser Rewen Xanim xwend
Bakirî koça xwe îro
Xanima birca belek
Daye ser opa celadet
Sed bi xêr oxir û felek
Sed xwezî ku me hebana
Dayikên wek te gelek
Lê mixabin pêlên deryan
Nayên li bayê kelek
Dayika min pir hêja bû
Çendê bêjim hindike
Her ku bêjim dil di êe
Çimkî hîn ew pirzike
Lê dizanim ku jina ba
Ew mêrê ba radike
Di warê (ilm) û (edeb) de
Jin bi hêza mêrike
Hêvîdarim ku jinên kurd
Her di jînê wek te bin
Wek sitêrên asîmanan
Tim li dora kewkebin
Tim iyar û nobedarên
Doz û daxwazên xwe bin
Da ku herdem serfiraz bin
Her di jînê ew hebin
Ger te dî dayê mîrê min
Pir silavên min bide
Bê gelê kurd pir iyare
Tim li sînga xwe dide
Doz û armancê xwe nadî
Pûç û xav û beyhude
Got û neynûk qet ji hevdû
Tucarî nabin cuda
Va li her alî welêt tim
Xwîn dirêje bûye çem
Go di sînga dijminê xwe
Bûne sindan û kelem
Me keland û sincirand û
Qir û serma û seqem
Çimkî îro em gihane
Va me çêkir çax û dem
Dayê rewen bêje mîr
Va ew daxwaza te giha
Dendika çandî te hingî
Vaye în bûye nuha
ax û lem çûye li serxa-
-kê dirêj bû her ciha
Ket rêya ava jiyanê
Tevde ew lê pengeha
Pit re gelek amadekaran jî nerînên xwe li ser vê jina hêja dane xuyan û di nava wan de Mamoste Hemîd Derwî, ku ji amadekaran re da xuyakirin çawa mala Rewen Xanim maleke kurda bû li bajarê amê, ku hemû rewenbîr û siyasetmedarên kurd ji her çar parçeyên kurdistanê xwe lê digirtin, û bal kiand li ser rola wê di komîteya vejîna çanda kurdî de li amê, a ku mala wê bûbû cihê wê komelê a ku bi dû de û bi alîkariya wê dîsa yekemîn partiya kurdî di Sûrya hate damezrandin
Di dawiya semînarê de, guftûgo di nava amadekaran hate li darxistin û gelek pirs li ser vê jina kurd a ku dikeve rêza yekem de di nava jinên kurd de ku gelek fedakarî ji bona pêxistin û xurtbûna çanda miletê xwe, û yekem jina kurd a rewenbîr tête nasîn 

dimoqrati.net




 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 3
Bi Tevah Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark