Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Hevpeyvîneke taybetî ligel siyasetvanê Kurd Dara Bilek

 


Hevpeyvîn: Dilbixwîn Dara

Di nava siyaseta Kurd de li bakurê Kurdistanê Dara Bilek navekî naskirî ye. Hîn di ciwaniya xwe de, wî di nava tevgera netewa Kurd cih girtiye û heya radeyekê roleke girîng jî lîstiye.
Me xwest em di vê hevpeyvîna taybetî de nêrîna wî li ser gelek pirsên girêdayî rojeva Kurd bistînin.


Gelo hûn heya kîjan derceyê hewldanên AKP cidî dibînin?
 
Ez hewldanên AKP-ê cidî dibînim.Cidiyeta wan li gora hêzbûna wan û helwesta partiyên siyasî û taybetî rewşa kurdan e. Hewldanên AKP-ê ji encama guhertinên li cîhanê, herêmê û ji rewşa taybet ya Tirkiyê derketiye holê. Îro Emerîka, Yekîtiya Ewropa li herêmê ji bo berjewendiyên xwe aramiyekê dixwazin. Êdî cîranê Tirkiyê li Başûr desthilatdariya Kurdistana azad de. Xeta petrolê di Kurdistanê re derbas dibe, nêzik dê gaza Kurdistanê di ser Tirkiyê û Kurdistana Bakur re derbasî Ewropa bibe. Li herêmê piwistî bi istiqrarekî heye. Emerîka ji iraqê derdikeve ji berî temamî dekeve divê şun xwe de demanekî peyda bike, ev jî istîqrara herêmê ye. Îro tiştê li Tirkiyê sedema bê istîqrariyê pirsa Kurd e. Eger pirsa Kurd bi awayekî bête çareserkirin gelek tiştên bingehîn li Tirkiyê tên guhertin. Dê rêya Tirkiyê ya Yekitîya Ewropa vebe û bi hemî awayî dê Tirkiyê pêş ve herê. Dê hingê Hukumet di rastiya xwe de jî xort bibe. Ji ber ku eger şerê çekdarî nemîne, rola eskeran li Tirkiyê  kêm dibe û desthilatên sivîl dikarin rolên xwe baştir bilîzin. Dema cara yekem serokê AK-Partiyê li Diyarbekir  behsa pirsa Kurd kir, hêvîyeke mezin ji xelkê re çêbû. Lê nekarîn tu gavan bavêjin. Hingê ew tenê projeya Hukumeta AK-Parti yê bû. Lê niha tişta xuya dike ev proje bûye projeya dewletê. Ji ber vê jî ez vê gava AKP-ê cidî dibînim. Herweha cidîbûna hewldanên wan biçekî bi helwesta me Kurdan ve jî girêdaye. Ji xwe heta niha hinek gavên vê hukumetê avêtîn jî cidiyeta wan dide kifşkirin.
 
Em pakêta AKP vekin wê çi jê derkeve?
 
Ez bawerim dê di paketa hukumetê de hinek tiştên ku rojane behsê tên kirin derkeve. Wê li herêmê seferberlikek darayî bite kirin, qedexekirina li ser zimanê Kurdî rabe, xelk êdî dê navên Kurdî bi kar bînin. Dê girêdayî rewşa PKK-ê efûyeke giştî bête derxistin yan jî qanûnên di vî warî de heyîn aktivtir bibin û bikevin rojevê. Dê xelk hêsanitir bikaribin vegerin  gundên xwe, beşê zimanê Kurdî di hinek zankoyan de bête vekirin. Di derbarê pirsa mafê mirovan de hinek gav bêne avêtin. Di rastiya xwe de hêj ne zelale ku dê çi di vê paketa hukumetê de hebe. Lê li gora daxuyaniyên hukumet û berpirsên DTP-ê dayîn ev tişt têne famkirin. Mimkine şer bisekine mirov bikaribe bêhtir bikaribe  behsa naveroka pakêta hukumetê bike. Bi awayekî din naveroka pakêta hukumetê girêdayê helwesta Kurdan û taybetî helwesta PKK/DTP-ê ye.
 
Ew tiştên ku hikûmet bide, wê Kurdan tetmîn bike?

Nexêr tiştên di vê qonaxê de bêne dayîn gelemperî Kurdan tetmîn nake û ji daxwaziyên Kurdan gelekî dûr in. Lê tiştên hukumet bide dê gelekî di berjewendiya Kurdan de be. Ji xwe di vê konaxê de normalîzekirina rewşa civakî li herêma Kurdistanê gelekî girîng e. Gavên hukumet bavêje eger şerê heyî bisekinîne, eskeran ji herêma Kurdistanê bide aliyekî, cerdevaniyê ji holê rake, aramiyek li herêmê bi cih bibe dê gelekî di berjewendiya gelê Kurd de be. Tetmînkirina Kurdan bi daxwaziyên wan ve girêdayî ye, her Kurdek tiştekî dixwaze. Xuya dike dê hink kes kêm be jî tetmîn bibin.

Kurd heya çi radeyê amade ne gavan ber bi çareseriyê re bavêjin?
 
Dema mirov li Tevgera Kurd li Bakûr dinêre, PKK/DTP derdikeve pêş. Daxwaziyên wan piranî li ser rewşa Ocalan e. Ew dixwazin Dewlet Ocalan tenê muxatab bistîne. Ev yek jî rewşê hinek zehmet dike. Di rastiya xwe de mirov di vê derbarê de yek dengiyekê di nav DTP-ê de jî nabîne. DTP-ê dikariya bangî partî û rêxistinêm sivîl yên demokratik bike platformeke berfireh ya Kurdan pêk bîne û vê platformê hewil bida kurd hemî hemêz bikirana û daxwaziyên Kurdan di vê qonxê de kifş bikirna. Helwesta PKK/DTP-ê li gora beyan û daxuyaniyên wan ne gelekî erênî ye. Heta KCK, projeya hukumetê wek projeya ji holê rakirina xwe dibîne. Ev helwest bivê nevê muxalefeta partiyên wek CHP-ê û MHP-ê li dijê hukumetê xurt dike. Ji derê PKK/DTP-ê partiyên din gelek erênî vê pêvajoyê dinirxînin û ji bo gavên demokratîk pişgiriya hukumetê dikin. Ne amadebûna Kurdan ji bo çareseriyê ji bo gelê Kurdistanê windabûnek e. Ew siyaseta ku mirov bêje  yan hemî yan ne tiştek, siyaseteke pûçe û ne di berjewendiyên tevgera Kurdan de ye.
 
Kurd li hev in, yanî muxatebekî Kurdan heye?
 
Mixabin Kurd ne li hev in. Ji bo vê yekê jî muxatabek bi yekdengî ku kurdan hemiyan temsil bike tune ye. PKK/DTP ji derê xwe kesekî nabîne û qebûl nakê. DTP siyasetek serbixwe rêve bibira dikariya ligel dezgehên din yên Kurdan yekîtiyek pêk anîbûna. Eger DTP samimî be tu partî yan jî rêxistinên Kurdan ne li dijî hevkariyek berfireh in. Lê DTP ji xwe pêve kesekî nabine. Ev dihêleku yekdengiyek çênebe. Wekî din gereke Kurd hemî xwe muxatab qebûl bikin. Di vê qonaxê de du teref aliyên masê rûnanin. Hukumet bi her kesekî re hevdîtinan çêdike di encamê de li gora xwe çareseriyekê derdixîne holê. Ev yek jî ji çewtiya siyaseta DTP-ê tê. Gerek wan rola xwe bileyîztana û berpirsiyariya xwe anîbûna cih. Tenê di serê wan de Ocalan heye. Ocalan çi bêje ew dibe siyaseta DTP-ê.
 
 

Eger hikûmet û DTP yan jî PKK li hev werin, pirsgirêk dîsa jî çareser dibe? 

Eger Hukumet û DTP yan jî PKK li hev werin pirsgirêk çareser nabe. Lê dê gavek gelek baş be. Lê siyaset îro ji vê xalê dûr e. Daxwaziyên PKK-ê ji çareseriyê gelekî dûr e. Em her tim behsa hukumetê dikin lê daxwazên PKK-ê bi temamî çiye kesek baş nizane. Daxwazî li gora Ocalan dikarin rojane bêne guhertin. Kurdên din hene daxwaziyên wan hene. Lê dema mirov tenê behsa vê qonaxa îro dike, çi gava ji bo aşitî û diyalogê zemîn çêbibe baş e.
 
Li derveyî PKK partiyên din hemfikir in?
 
Ev yek jî pirsek e. Ji deryî PKK partiyên din hemfikirbin jî tu tevgerek ku bikaribin bibin bedîlek xuya nake. Mixabin dema mirov vê dibêje dilê mirov dişewite. Lê rastî ev e. Ji tebîetê xwe de êdî tu cudabînên mezin di nav partiyan de nemane ku nikaribin werin ba hev. Lê karê rojane siyaseta rojane û rewşa rêxistinî carcaran dibe sedemek ku nikaribin werin ba hev. Weke min di bersiva pirsên din de jî gotî, PKK/DTP ji bo yekîtiyê tiştekî nakin. Ji ber ku tu qîmetê nadin dîtinên partîyên din. Lê di baweriya min de gereke Partî û rêxistinên ji derê PKK-ê bikaribin di nav xwe de hevkariyekê çêkin û ji bo vê pirsê hemfikir bin. Ji derê partiyên siyasî hemfikrîyek di nav rewşenbîr û siyasetmedarên kurdan de jî tune ye. Hinek gava hukumetê wek peymana Lozan ya duyemîn dihesibînin, hinek ji bo başbînê li gora xwe pîvanan datînin û hinek jî di vê qonaxê de baş dibînin.
 
Sedemên bingehîn çi ne ku Kurd ne li hev bin û muxatebekî wan tune be?
 
Di rastiya xwe de ev sedem  gelek in. Sedema berbiçav ji siyaseta  partiyên siyasî te. Ew çanda hevrekarkirinê, mixabin kêm e. Piraniya caran ji siyaseta netewî zêdetir, siyaseta partiyan, siyaseta xweparstinê yanî teng fikirandina rêxistinî dibe sedem ku, hevkarî çênebe. Carcaran jî qelsiya rêxistinî dibe sedemek ku hevkarî çênebin. Ji xwe ev yek bi xwe handikabeke tevgera Kurd e. Lê divê carcara mercên  siyasî jî mirov mecbur bike mirov werin ba hev û siyasetên hevbeş biafirînin. Lê mixabin îro ji bo vê yekê tiştê pêwîst naye kirin.
 
Hikûmeta herêmê û bi taybetî cenabê kek Nêçîrvan û serok Barzanî dikarin roleke çawa di çareserkirina pirsa kurdî de li bakur bilîzin?
 
Bêguman pêşketin û guhertinên li Başurê welatê me çêdibin bandorekê li weke hemî Kurdan li Kurdistana Bakur jî dikin. Rola wan her demê li ser Kurdên beşên din çêbûye. Hukumeta Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên baş ligel cîranên xwe hebe, lê bivê nevê pirsa Kurd li wan welatan dibe astengeke mezin di rêya cîraniyetiyeke baş de. Serokê Kurdistanê û serokê Hukumetê dixwazin li Tirkiyê hinek pêşkeftin çêbibin û Kurd ji bo destxistina mafên xwe rêya diyalog, aştî û demokrasiyê kar bikin. Di gelek minasebetan de ev yek eşkere gotine. Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî peyamên gelek zelal dide û ez bawerim Kurd li Bakur gelek bi dilxweşî pêşewaziya van peyaman dikin. Barzanî ji bo ku di derbarê pirsa Kurd de reforman bike, gelek caran daxwazî ji dewleta Tirkiyê kiriye. Bawerim roleke berbiçav yê serokê Kurdistanê û serokê hukumeta Kurdistanê di destkeftina mafên kurdan de her dê hebe.
Hukumeta Kurdistanê di civîna xwe ya encumenê wezîran de, guhertinên li Tirkiyê çêdibin û helwesta hukumeta Tirkiyê nirxandin û di encam de daxuyanîyek ya hukumeta Kurdistanê de gelek vekirî piştgirya vê prosesê kirin.  Di baweriya  min de êdî Barzanî di rojhilata navîn de di gelek waran de rolek berbiçav diliyize û hukumeta Tirkiyê jî vê yekê baş dibîne. Bi kurtahî ew dikarin roleke ji bo çareseriyeke aqilane bilîzin. Daxwaziyên wan ji hukumeta Tirkiyê û ji tevgera Kurd li bakur eşkere ne û di derbarê pirsa Kurd de helwesta wan zelal e. Ya pêwîst gereke li Bakur Kurd vê yekê baş binirxînin.
 
Wê PKK çiqas guh bide hikûmeta Kurdistanê?
 
Di rastiya xwe de bersiva vê pirsê ne hesan e. Ji ber ku siyaseta PKK-ê di vî warî de ne gelekî bi istîqrar e. Lê mimkine mercên herêmê PKK-ê mecbûr bikin ku guh bide Hukumeta Kurdistanê. Di baweriya min de, dê ev yek ji bo Tevgera Kurd tiştekî baş be. Ji ber ku Hukumeta Kurdistanê dema ku gavekê bavêjê mecbûre berjewendiyên Kurdistanê ber bi çav bigre. Eger PKK vê yekê bike gelek gavek erênî be. Lê rastî mirov nizane dê çewa be.
 
Pirsa dawîn, em li tecrubeya te ya siyasî guhdarî bikin, gelo xewna serxwebûnê ya Kurdan dikare pêk were?
 
Siyaset her demê tê guhertin. Guhertinên siyasî her carê hinek tiştên nû bi xwe re tîne. Rastî Kurdistana Başûr jî, ji bo Kurdan xewnek bû. Lê binêre ew xewn niha çewa ye? Bûye rastiyek. Her xewn dikare bibe rastiyek. Xewnên me bûn sedemeke bingehîn ku me siyaset kir. Ez bawer dikim ku dê rojek ji rojan ew xewn bibe rastiyek. Niha Guhertineke cihanî yan jî herêmî dikare gelek tiştên nû bi xwe re peyda bike. Îro heyîna Kurdistana Başur bi xwe mînake ku xwen jî dibin rastiyek. Lê di siyasetê de gereke ji xwenan zêdetir lingên me li erdê bin û em gavên xwe gelekî bi zanebûn bavêjin. Her qonaxa ku tê gereke baş bête nirxandin û em bikaribin berjewendiyên netewî di ser her tiştekî re bigirin. Ev yek dê rastiya xewna me jî nêzînktir bike. Bêguman li ser vê babetê gelek tişt tên gotin. Eger mirov xewna nebîne û xeyalên mezin çêneke mirov di di rastiyeke teng de bijî.
 
Gelekî spas kek Dara ku te dema xwe ji bo vê hevpeyvînê veqetand.

Ez  jî spasiya we dikim û her tim serkeftina we dixwazim û hevî dikim rojek ji rojan xewnên me tevan bibin rastiyek.

Jêder: avestakurd

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark