Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Fuad sipan hate hilbijartin

 


Nivîskarê Kurd Fûad Sîpan di rêza yekem de wek namzetê partiya çep (DIE LINKE) ji bo civata Þaredariya (meclîsa Belediya) bajarê Bielefeld-Dornberg hate hilbijartin.
Îro 30.08.2009an de li Almanya, li herêma Nordrhein-Westfalen hilbijartina mehelî çê bû. Di hilbijarinê de partiya Hevgirtina Filehên Demokratên Alman (CDU) bi piraniya dengan bi ser ket û piraniya Belediyan bi dest xist.
Hêjayî gotinê ye, ku li tevaya Almanya Federal 82 mîlyon hemwelatî dijîn.


Li Almanya 16 herêm-eyalet hene û herêma Nordrhein-Westfalen bi hêjmara hemwelatiyên xwe 18 mîlyone, herêma herî mezine û paytexta wê jî Düsseldorf e. Jixwe hukumeta herêmê jî bi Koalîsyona di navbera partiya CDU (partiya Hevgirtina Filehên Demokratên Alman) û FDP (partiya lîberalên-azadîxwazên Alman) de tê îdare kirin.
Serokwezîrê herêma Nordrhein-Westfalen ji partiya CDU ye û navê wî Jürgen Rüttgers e.

Li Almanya partiyên herî bi hêzin, him di parlamena Almanya Federal de û him jî li herêman desthilat û herwisa muxalefetin ev in:

CDU-Christlich Demokratische Union (partiya Hevgirtina Filehên Demokratên Alman)

SPD- Sozialdemokratischen Partei Deutschlands (partiya Sosyal Demokratên Alman)

Die Grünen (partiya keskan)

FDP-Die Liberalen (partiya lîberalên-azadîxwazên Alman)

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark