Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: ŞINGAL

 



Demhat  Dêrikî
 

Diyarî bo kurdên me ên Êzidî

Bi ayatên avesta ku roj û ax û av û agir
di dilê me de kirî jîn û em di evîna roniyê de birîn welatê stêrkan.
Bi Melekê Tawis û Laleşa nûranî ku ew e qiblegeh
û xwe şoştina ji gunehan û paytexta hezkirina mirov e.
Bi heftî û du fermanên ku navê zayîna me ne.


Bi xwîna şehîdên Şingalê ku li kolanên tarîstanê diherike
û feriyada dayikan di şevistanê de dibe dengvedana bajarê nalînan…sond dixwin
gulistan di dilopên rondikên zarokên Şingalê de bipişkive!
Kulilk û nêrgiz li ser lêvên keça Şingalî vebin û bêhna sirûştê belav bikin!
Hawar û qêrîna dayika Şingalî bibe tilîliyên xortê sergovendê!
Na na
Negrî Şingalê negrî
Girî li te nayê
Girî di pirtûk ferhenga kenê te de nîne.
De biken Şingala min biken û bila neyarên te di gerava kenê te de bixeniqin!
Biken û
Dergûşa şînê nehejîne
Konê reşistanê vende û cilên bê dengiyê li xweneke
û di awirên xwe yê kurdperwerî de, sirûda raseniya me bibêje.
Na na, qet radestî payîzstanê û pelên zer nebe..
Cot bike,cot bike…bila xuhdan ji eniyan biherikin û navê xwe
di liba genimê zêrîn de bikole û keziyên xwe bi tîrêjên rojê bihûne.
Wê  ristika ahîn û peyvên ne ji me, li dora qirika xwe biqetîne û di çavên dijmin de bingor bike…û bigirnije ta ku sûlav ji axa te biherike
û dilê me yê bê av, av bide Şingal.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark