Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Li ser keviya têkçûnê

 


Ezîz Xemcivîn
xemcivin@live.com

Jin: Xweşî, xwînmêtin û avêtin!

Bûyera kujtina mamosteyeke Kurd (fêrkar) li Rojavayê Kurdistanê - bajarê Dirbêsiyê - ji dil de hejînek bi min re çêkir. Ji lew ra hişt ez çend bûyer û serpêhatiyên ko berî nuha min dixwest li ser wan binivîsînim, û hindek ji cûreyên kujtina jina Kurd ji xwendevanan re bînim ziman.

Mamosteya sitimî, bê guman bi stemkariya xortekî ew jî mamosteyê dibistanê ye, (anko nifşên nû perwerde dike). Her du mamoste digel hevûdu li yek dibistanê bûn.


Mamosteyê bêbext, bi sinciyê xwe ê sext wêneyê evîndar an dosta xwe tazî digire û bi mobîla xwe belav dike. Ev wêne dibe egera kujtina jineke ciwan, tenê bi dekên evîndarê xwe ne dizanî ko wê ev çarenivîs li pêşiya dilpakiya wê be.
Birayê wê bi lêdanê, kêr û birînkirin, êşkence û hemî awayên ziyana laşî bikar aniye; lê kela wî tenê bi çend guleyan hênik bûye. Ev serpêhatiya dirama mirov li gelek tiştên veşartî hişyar dike, û diramîne ko bêbextiyeke kirêt dê çawa xwîna mirovekê wisan arzan bike?
Jin di bin gef û bazaran de
1
F. M jina xwe dide destê mêran û ji bo namûsê qîza xwe kujt!
F. M di taxê de nêzîkî tu kesî ne dibû, lê xelkên taxê ji kirdeyên wî ne xweş bûn. Herdem bi jina xwe re (a yekem) di şer û pevçûnê de bû, tukesî sedemên nakokiyên wan nizanî bû. Jinik bêçare bû, çimkî nikarî bû xwestekên bêsinciya wî pêk bîne, dev ji sê zarokên xwe berda û çû mala bavê xwe.
Piştî ko F. M jina diwem anî û rojane zilamên havî dihatin mala wan, guman li bal xelkên taxê çêbû; ko ev zilam tiştekî nebaş dike. Ew jî tekezkirî bû, çimkî tu kar ne dikir û ji dûv nivîna jina xwe pere diwergirt. Cîran ji wî pir bêzar bûn, dû û bihna vê mijarê belav bû, û hem jî rewşa wan her sê zarokên aware ko li kolanan di serme û germê de rût û perîşan dijiyan, evê yekê bêtir xelk tevrakirin!
Hem bi pestan, hem bi gef F. M dev ji taxê berda. Lê wek Kurd dibêjin “Kurmê şîrî heta pîrî” sûr ma li ser têkçûna sincî û rêza xwe di nav civakê de û dev ji karê xwe ê nebaş ne berda.
Bi salan evê rewşê berdewam kir, ew zarokên ko ji dûv diya xwe li ber destê jinbavê û dibistana sinciyê têkçûyî man, mezin bûn du qîz û kurek, yek ji wan qîzan bi xortekî re şû kir (zewicî) û ya dî bi xortekî re reviya û bû jin.
F. M rabû ser tapana û pir pê ne xweş bû; “dê çawa qîza wî mêrî” yek wê birevîne? Anko namûsa wî, vê kirdeya nerewa napejirîne û bi kujtina qîza xwe ramiya.
Pir ne çû, ew qîz bi kêrên namûsê (yên bavê jinfiroş) hate kujtin!
2

K. H
û E. F di taxa me de du qumarçiyên bi nav û deng in. K. H ji bil ko qumarçî ye, sîxurekî navdar e tukes ji dûrbîna wî rizgar nabe.
K. H li mala wî odeyeke taybet ji bo lîstika kaxetan (iskembîl) heye, ew û çend kesên mîna wî şev pê de li hev kom dibin û bi cûz (qumar) dilîzin.
Şevekê heta destê sibehê di kêferata serketin û têkçûnê de ne, pere digel E. F namînin, yekser K. H jê re dibêje pereyên te neman êdî tê çi bike? E. F dibêje ez ê li ser jina xwe bilîzim! Berî li wan bibe sibeh E. F jina xwe li ser kir.
Bi hatina sibehê re K. H çû ber devê deriyê cîrana xwe û weke mafekî xwe, doza jinikê kir. Şerekî giran wê sibehê li taxê çêbû, lê bi xêra çend ciwanmêran mijar hate vemirandin.
3
M. E ji ber deyndanên xwe hemiyan dikarî bû bireve an jî xwe bide alî, lê efserek hebû reva M. E ji ber tune bû, pir pestan lê dikir.
M. E tu çare ne didît, ji bil ko qîza xwe ya bî û ciwan jê re bibe cihê ko ew dixwaze, li wir dihişt û dihate malê. Piştî gelek roj û meh derbas bûn, yê efser ji bîjina ciwan tiştê ko dixwest bir. Dîsa li bavê deyndar zîvirî û doza pereyên xwe kir!
4
H. M. H zilamekî dewlemend, bi jin û zarok bû, û bi hev re kêfxweş bûn. Rojekê jina wî gotinekê li dijî nerîna wî dibêje; ew jî hêrs bû,-mîna ko koleyek gotina Bedir Xan paşa bişikîne- Çawa ew jin an ew kole (helbet di nerîna wî de) ya ko divê  li ber zilamê xwe herdem bêdeng biraweste û çi bibêje serê xwe bi erê  bihejîne, êdî ew yaxîtiyê* bike!?

H. M. H ji bo wê “na û nerîna jina xwe ya ko ji nerîna wî cuda ye”, soz û gef bi anîna jineke din da, ew jî sizayê “na” ye.
Di demeke kurt de soza xwe bi cih anî û bû xwedî jineke nû, û ji ber ko qerezî bi jina kevin re hîn berdewam e, her ko biçûya nav nivîna jina nû, pê li nivîna jina “serîrakir” dikir û diçû bi ya nû re diraket.
Wisan salek tê de ne çû, jina mezin ya ko her şev riswa* dibû, bi nexweşiya penceşêrê ket û di mehekê de jiyana xwe ji dest da; çar keç û du kur li dûv xwe sêwî hiştin.
5
Di riya dostekî re N. N dixwest em satalaytekê jê re siwar bikin. Ez û birayê xwe çûn, di derbasbûna me de jineke nûhatî di rûyê me de derket, bi cilên malê bû. Bi rastî ne normal bû, tev li şermê jî lê me bi çavên xwe nikarî bû.
Piştî me satalayt amade kir, em vegeriyan min ew dost dît û jê pirsî, te em şandin cihekî biguman? Got: Min ne bi mebestekê, tenê ji bo kar hûn şandin. Min jê pirsî, çi mijara N. N bi wê jinê re ye? Got ew kes xezûrê wê jina ciwan û spehî ye, ya ko we ew dîtîye.
Berî ko ji lawê xwe re bîne, diçû bi jinbava wê re diraket, di ber re jî çavê xwe berdabû vê keçikê, lê bi temenê wî ne diket ko ji xwe re bîne. Ji bo wê nêzîkî xwe bike, ji lawê xwe re ew anî; lawê wî zaro ye, û ev stemkar vê jina ciwan delîvedîtin* dike!
 
Têbîniyeke giring:


Ez hêvî dikim, tukes van tîpên ko min weke simbola navan bikar anîne (F. M, K. H, E. F, M. E, H. M. H, N. N) bi şaşitî û li gora gêvila xwe rave neke; çimkî ew sext û ne yên rast in.
Yaxîtî: Serîrakirin: تمرد
Riswa: Pîskirin: اهانة
Delîvedîtin: Ji bo berjewendiya taybet bikar bîne, kes an tişt ji xwe re keys û delîve dike: استغلال
Gêvil: Hizir û vîna mirov bi kirin û nekirinê ye: مزاج

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark