Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Hevpeyvîn bi lêkolîner û nivîskarê kurd: Mehmûd Ebdellah re

 


  Hevpeyvîn û amadekirin:
Lazgîn Teter

Ev hevpeyvîn hatiye kirin di riya telîfonêde.... (Em di nava malbatê de li ser rêbaza Melayê Cizîrî, Şêx Ahmedê Xanî yanî em li ser çandeke Kurdewariyê mezin bûne).  Hevpeyvîn di gel lêkolîner û nivîskarê kurd berêz Mehmûd Ebdellah, wek tê zanîn ku vî camêrî bi 10 an lêkolîn û bernameyên hêja çêkirine li ser kultur û çanda Kurdî, li ser jînengarya navdarên kurdan yên ku pir nayêne nasîn û li ser gelek bajarên kurdî yên kevnar li herêma bakûrê kurdistanê.

  Ji wan berhemên wî ya herî giring û balkêş Filmên wî yên dokumanterî li ser dîroka malbata  Bedirxanya bû. Bi 10an lêkolîn û bernameyên wî di televizyonên kurdî başqe başqe hatibûn weşandin û belavkirin.. Ji wan televizyonan, kurdistan tv, kurd sat û kurd1. Xebata wî ji bo tore û çanda kurdî, hîn jî berdewame, di vê hevpeyvînêde em dixwazin hink ronahî bavêjin li ser jiyan û xebata wî:

L: Mehmûd Ebdellah mamosteyekî navdare di gorepana  tore û çanda Kurdî hîn çêtir bû heger we xwe bi xwendevanê me bi de nasîn û di der barî jiyana xwe we şirovekiriba ?
M.E: Ezê çawa bibêjim.Ez bi xwe xelkê herema Xerza me. Herema Xerza 4 qeza û wilayeteke: Bişêrî, Misirc(Kurtalan), Hawêl(Baykan), Hezzo(Kozluk) û Sason. Her kesê ku ji vê heremê be  jê re dibêjin Xerzî. Ez di nav malbateke wisa de mezin bûm ku di nava malbatê de ji bilî zimanê Kurdî hîç zimanekî dî ne dihat axaftin... Bavê min bi xwe Seyda bû, lê meletî  ne dikir. Em di nava malbatê de li ser rêbaza Melayê Cizîrî, Şêx Ahmedê Xanî û yên weke Şêx  Ebd rehmanê Aktepeyî yanî em li ser çandeke Kurdewariyê mezin bûne.

L: Belê mamost?
M.E: Ez dixwazim paşî behsa salên 1950yan û 1960 an bikim. Ji dayîkbûna bavê min li dora sala 1905 e. Bavê min ji dewra Komîta Îstîqlala kurdistanê (Azadî) mabû. Gellek kesên Azadîyê hevalên bavê min bûn. Li ser bingeha Azadîyê Xweybûn hate damezrandin... Pêwendiyên bavê min û ramanên wî weke sîwaneke fireh bû ji bo me... Bavê min hemû zarokên xwe li ser bingeha dîwana Melayê Cizîrî, Mem û Zîn a Şêx Ahmedê Xanî, Nûbihara Biçûkan, Eqîda îmanê û Rewdetulneîma a Şêx Ebd rehmanê Aktepeyî mezin kirin. Evana ew bingeh bû ku em weke nivîskî li serê mezin bûn.
Ji aliyê din ve, piştî sala 1958 an radyoya Yerîvanê bû radyoyeke esmanî û hemû Kurd dikaribûn lê guhdarî bikin. Em hemû xwişk û bira bi dengê vê radyoyê mezin bûn.Min bi xwe dikaribû piştî sala 1963an li radyoyê guhdarî bikim. Temenê min 5 sal bû. Di wê demê de kesên ku weke axaftvan, me dengên wan di radyoyê de dibihîst wek Keremê Seyad û Sêwaza Evdo bûn. Ji bilî wana me li şanoyên radyoyê(temsîl) weke Kerro û Kulik, Xanê Çengzêrîn û Siyamend û Xecê guhdarî dikirin. Ji aliyê kilaman ve(stran) me li Gerebêtê Xaço, Meryem Xan, Kawis Axa, Silêmanê Hinarekê, Aramê Dîkran, Seîd Axa û Mihemed Axayî gudarî dikir.

L: Belê?
M.E: Her weha me li radyoya Bexdayê jî guhdarî dikir.Demeke me li radyoya Kirmanşahê guhdarî dikir. Berî ku ez herim dibistana Tirkî min li ber destê bavê xwe xwend. Bavê min bi Kurdî dersên Erebî dida me. Heta paşî me dest bi fêrbûna zimanê Farisî kir.Lê min zû dev jê berda.

L: kengî û çilo we dest  bi nivîsandina zimanê Kurdî kir û di bin çi bandûr û nîrî de?
M.E: Dema ez fêrî tîpên latînî bûm her weha min dikaribû bi Kurdî jî binivîsim. Pirtûkên Seydayê Cegerxwîn wek dîwana Birûsk û pêtî û Sewra Azadî gihabûn destên me, her wiha me alfaba Mîr Celadetî bikar tanî. Yanî ji sala 1964 an û vir de min bi Kurdî dinivîsand... Îro ez bi xwe dinivîsînim lê ne di malper û rojnameyan de. Li Amedê kovara BÎR dertê. BÎR li ser portre ango jînengarîya kesayetiyên Kurd yên ku baş nayêne nasîn, lêkolîna dikir. Hevalên min in. Li ser daxwaza wana ji bo her dû jimarên dawîyê li ser dû kesên Kurd ku çûne dilovaniya Xwedê û xizmeteka zor giring di bizava azadîxwaza Kurd de têkoşiyane. Min nivîsand, yek ji wana Binbaşî Şewket Tûran bû. Şewket Tûran yek ji mîmarê doza 49 an bû.

L: Kîye Şewket Tûran?
M.E: Di sala 1959an de dewletê biryara kuştina 3000 Kurd dabû, li mûqabila bûyera 1958an ya Kerkûkê. Ev bûyer di parêznameya mehkema wê demê de bi fermî heye... Paşî dewleta Tirkîyê biryar guhert û 50 Kurdên rewşenbîr zîndanî kir. Yek ji wan 50 kesan bi navê Emin Batû bû, ku ji xelkê Nisêbînê bû û di hûqûqê de dixwend.. Şehîd ket û zîndanî man 49 kes.Lewra ji vê dozê re dibêjin Doza 49 an.

L: Belê mamoste?
M.E: Di wê demê de yek ji pêşîvanên doza Kurdî Şewket Tûran bû ku esasen xelkê Hezroyê ye û li gundê Wezrînê yê li qeza Kercewsê mezin bûye. Li Ankarayê zabit bû, kesê din jî, Mistefa Remzî Bûcak bû, ku di sala 1950an de bûbû wekîlmilletê Diyarbekirê û li Parisê wefat kir... Nameyeka wî ya bi nav û deng heye ku di sala 1965an de ji îsmet Paşa re nivîsandiye...

L: Weke ku tê zanîn we bi dehan bername û lêkolîn li ser çand û kultura Kurdan çêkiribû. Her weha li ser jînengariya navdarên Kurd û li ser bajarên kevnare yên bakûrê Kurdistanê. Ev bernameyên we di kîjan televizyonan de hatin weşandin?An di kîjan kovar û rojnameyan de hatin weşandin û belavkirin ?
M.E: Ne di rojname û kovaran de, di Kurdistan TV û Kurdsat ê de hatin weşandin. Dema ez li çar perçeyên Kurdistanê digerim, ez dibînim ku Kurd hev nanasin, di derbarê jiyana hev de an bajaran de kêm tiştekî ji hev dizanin. Sedem jî sînorên ku dewletên cîran danîne navbera Kurdan.

L: Belê?
M.E: Ji bona ku em bakûrê Kurdistanê bi Kurdên her sê perçeyên din bidin nasîn, me bername amade kirin, di Kurdistan Tv de bi navê Bajar Bi Bajar Kurdistan. Deh beş û her beşeke nîv siet hate weşandin. Bernameyên ku me da Kurdsatê 15 beş bûn. Her beşek 45 deqe bû û navê bernameyê: Dû Keziyên Kurdistanê, ango Ferat û Dîcle.

L: Belê mamoste?
M.E: Xebateka me ya herî giring bernameya me ya li ser malbata Azîzî bû ku piştî sala 1821 an navê vê malbatê dibe Malbata Bedirxaniyan.

L: Belê keko! Ji xwe pirsa min ev bû, weke ku tê zanîn, malbata Bedirxaniyan xwedî peymaneka kevin û qedirbihaye, we jî fîlimên dokumanterî li ser vê malbatê çêkiribû, pirsa me ev e: Çawa hate bîra we ku we lêkolîn li ser vê malbatê çêkir? Giringiya vê malbatê ji bo Mehmûd Ebdellah çibû?
M.E: Ez vêya bêjim, min di serê axaftina xwe de got, ku me di mala xwe de ji serî de Mem û Zîn a Şêx Ahmedê Xanî dixwend, ev eser ne tanha ji bo Kurdan, lê şahesereka seranserê dinyayê ye, Şêx Ahmedê Xanî rêbazeke ji bo Kurdan datîne dibêje:Her giya li ser koka xwe hêşîn dibe. Me jî bi wê baweriyê hereket kir. Eger îro hin kes ji eslê xwe dûr ketibin jî, dê rojeke wê werin ser koka xwe.

L: Belê?
M.E: Kok û eslê me kîne?! Ez bi tevahî bêjim, yek ji wana mîrgeha Bota ye. yek ji wana mîrgeha Miksê ye, yek ji wana mîrgeha Hekkariya ye, ku hemû di nava Peymana Pîroz de ne.. Piştî van mîrgehan koka Kurdan tê ser binemalên ku xelîfeyên Mewlana Xalidê Şehrezorîne. Roleka wana ya zahf zêde di bizava azadîxwaza Kurd de heye. Her weke mala Seyîd Tahayê Nehrî: Ji wana Seyîd Tahayê mezin, Şêx Ûbeydullah û Seyîd Ebdulqadir û Seyîd Tahayê biçûk... Ji xelîfeyan binemala şêxên Berzan ku heya îro di bizavê de berdewamin... Malbata Şêx Elîyê Paloyî ku bapîrê Şêx Seîd e. Malbata Şêx Ebdurrehmanê Aktepeyî, Şêx Xalidê Cizîrî û Şêx Mehmûdê Hefîd û kesên ku vêgavê navên wana nayêne bîra min. Ev hemû kok û eslê Kurdan e.

L: Belê.
M.E: Ger em werin salên 1900 î, em dibînin ku nifşên ango hemnişînên wana di wateya nûdem de, dertêne holê... Ji Bedirxaniyan Emîn Alî  Bedirxan, Salih, Evdirrehman, Miqdat, Celadet, Kamûran, Ebdurrezaq, Elî Şamil Paşa û gellek kes di nav bizavê dene...
Her weha malbatên Nehriyan, Bedirxanî û Babanî di nava Kurd Ta awun û Teraqîyê dane... Piştî sala 1912an,  malbata Cemîl paşayê Diyarbekirî bi xurtî di nava tevgerê dene. Serokê Hêvî yê Omer Cemil paşaye, Ekrem Begê, Qedrî Begê mala Cemil paşa heya çûn ser dilovaniya xwe, di nava dozê de xwedî cihên berz bûn.. Ji hevalên wana Hemza Begê Miksî, Menduh Selîm Begê Wanî ku di sala 1927an de, dibe serokê Xweybûnê, Îhsan Nûrî Paşa yê ku dibe serfermandeyê bizava Agirîyê, Nemrûd Kurd Mistefa Paşa, Xalid Begê Cibrî yê serokê Komîta ya Îstîqlala Kurdistanê bû, Xalid Begê Heseniya, Keremê Qolaxasiyê Zikrî, Biroyê Hesê Têlî hene...
Vê dawiyê Haco Axa, Mala Bozan Şahîn Begê, Wecdî Cemîl paşa, birayê wî Mistefa Beg, malbata Elîyê Ûnis hene, Nûrî Dêrsimî, Nûreddîn Zaza, Elîşêr, Seyîr Riza hene..
Dema em li Hawarê dinhêrin şoreşeke Kulturî dest pêdike. Em bi xwendina Hawara Celadet mezin bûn. Ji nivîsaran Babanî hene wek:Hemîd Ferecî, Hevindê Sorî, Seyda Cegerwîne, Faîqê Bêkese, Osman Sebrî, Esîrî û gellek kesên din hene...
Em weke xwendevan û şagrtên wana mezin bûn. Dema ez fêrî latînî bûm, min helbestên seydayê Cegerxwînî bi tîpên alfabeya Mîr Celadetî dixwend. Evan kesên ku min behsa wana kir û gellek kesên ku navên wana nehate bîra min, hemû hêjane ku em jiyana wana weke dokumanter bînin ser ekranên televizyonên Kurdî...

L: Ez dizanin ku we gelek zehmetî dît û gelek teveger we kir, dema we bernameya li ser malbata Bedirxaniyan çêkir, we sînorên kurdistanê  derbaskir, win di efrîkeyê de derketin, we çi astengî û alozî dîtin?
M.E: Belê, karê bernameyan kareke hevbeşe. Bi însenekî nameşe. Em weke tîmeke tevgeriyan, hevpeyvînên me gellek bûn. Li Silêmaniyê, li Hewlêrê, li Bexdayê... Bexda gellekî xeterbû ji bo hevalên me. Dihok, Binxetê, Qamişlo, Ankara, Stenbol, Urdin, Nairobiya Kenyayê û Kuweyt... Bi rastî zahmet bû, lê dema berhrem dertêne holê ew zahmetî û alozî têne jibîrkirin. Divê her tim di bîra me de be ku Sînem Xan,  keça Mîr Celadet Bedirxanî alîkariyeka zor zêde da me li gel zilamê xwe Seyda Salah Sadallahî ku îro ne di nav me de ye.

L: Weke ku em dizanin hun îro ji bo televîsyona Kurdî ku li ser çand û hunerê dixebite, tu bi wan re dixebitî, ez dixwazim tu hinekî di vê babetê de biaxifî da xwendevanên me bizanibin?
M.E: Rast e, ez bi xwe di warê kulturê û dîrokê de dixebitim.Tekstên fîliman dinivîsim, lêkolîn berpirsiyariya min e. Di çêkirina bernameyan de alîkariya Kurd 1 ê dikim... Ez bi xwe bi navê wan nikarim biaxifim ji ber ku berpirsiyarên TV yê yên fermî hene. Lê ez dixwazim bi dehan, bi sedan televizyonên Kurdî vebin, da em bikaribin ziman û çand û hunera Kurdan bigihînin Kurdên li welat û seransera cîhanê. Her zarokeke Kurd xwedî mafe ku zimanê xwe bizanibe, dîroka xwe bizanibe, bê ka bav û bapîrên wan çi kes bûne û çi afirandine.

L: Gelo tu bi çi nêrînê li çanda Kurdî xesma ku di van salên dawîde weke ku em dibînin ku pêrabûnek çandeyî di astekî fireh de pêk hatîye û xwe li holê qebûlkirin daye  nerîna we çîye?
M.E: Di çanda Kurdî de pêşveçûnên zahf baş hene,15 an 16 televizyonên Kurdî hene. Evana pêwendiyên navbera Kurdan xurt û fireh dikin. Dwemîn jî ev televizyon zaravên Kurdî nêzî hev dikin. Hemû bûyerên Kurdistanê bi xêra van televizyonan têne şopandin. Festîval, konferans, muzîka Kurdî tê belave kirin.... Li bakûr jî gellek yasa di leha me de hatin guhertin, mesela her sal belediya Amedê festîvala çand û hunerî li dardixe, her weha belediyên Kızıltepe, Cizîrê, Bazîdê dikarin li ser wêjeya Kurdî bernameyên toreyî bi tevlîbûna Kurdên ji çar perçeyên Kurdistanê û Ewrûpayê panel û konferans çêbikin, dîwanên dengbêjan saz bikin, ev hemû baş in.
Ji bilî vana gellek malperên Kurdî hene, hin ji wana li ser navên kesane û hin ji wana li ser navên rêxistnane, di malperan de dîrok, çîrok, helbest, nûçe, lêkolîn hene, her Kurdek dikare wan bişopîne.

L: Belê mamoste, lê pirtûk?
M.E: Mixabin, di pirtûkan de rewş cudaye, ez nikarim bêjim ku Kurd pirtûkan dixwînin, xwendin kêm e. Gellek nivîsarên Kurda pirtûkan nivîsîne, bi wan re zahmetî dîtîye. Weşanxaneyên Kurda jî, babetên pirtûkan jî zor dewlemendin. Lê dema em pirsa jimara pirtûkên firotî dikin, her yek ji 300 an 400an derbas nabe.!! Ev pirtûkên ku têne firotan hemû têne xwendin an na em nizanin, di vê babetê de rewş xeter e. Ger her Kurdekî cixarekêş mehê dû pakêt cixare kêm bikêşe û perên wan bide bi pirtûkan, hemû malbat dê bibin xwendevanê zimanê xwe.

L: Sedemên kêmxwendinê çine?
M.E: Belkî jî ji zimanê perwerdê tê, her zarokekî Kurda bi zimanê Tirkî, Erebî, Farisî tête perwerdekirin,xwendina bi van zimanan ji wan re rihettir e, bi taybetî zimanê Tirkî...

L: Li gora te di qonaxa îro de çi alozî û astengî di zimanê Kurdî de hene?
M.E: Li başûrê mezin û li rojhilatê gellek nivîsarên Kurd yên hêja hene ku ew bi tîpên Erebî dinivîsînin, lê mixabin nûfûsa Kurdên bakûr ji tevahiya her sê perçeyên din zêdetire... Piştî salên 1924an li Tirkîyê tîpên erebî ji holê rabûn tîpên latînî ketin şûna wan, nemumkune ku bakûrî bikaribin evan berheman bixwînin, ger berhem bi soranîbin jî, lê bi tîpên latînî hatibin nivîsandin, dîsa jî em dikarin bixwînin. Ji bo tîp û xwendina Kurdî bi alfabeya Erebî, perwerdeka din li ser me ferz dike ku ew jî zahmete.
Ger tu bipirsî û bêjî ev nezanîn sûc e an na?! Na,sûcê çi Kurdekî nîne. Dema em li kovara Hawarê dinhêrin û tê de nivîseke Hemîdê Ferecî an Evdilxaliqê Esîrî dibînin, hetta helbesteke Hecî Qadirê Koyê dixwînim em baş tê digihên, lê di nav demê de, piştî ku sînor di navbera Kurdan de hate danîn û Kurd ji hev dûr ketin, her weha zarav jî ji hev dûr ketin, alfabe jî di navbera me de, bê îrada me bû problem.

L: Lê werger?
M.E: Berhem têne wergerandin an tîp têne guhertin, gellek çapxane vêya dikin. Ev jî tişteke baş e. Ji soranî bo Kurmancî û zazakî an jî bi eksa wê, ferq nîne. Ji aliyê yasayî de jî, alozîyên me bi tevahî hene, hin desthilatdar naxwazin berhemên Kurdan weke di zimanê xwe de bête weşandin... Ev jî ji netewaperestiya wana tê..

L:  Bi min pir xweşe ku em diaxifin û vê hevpeyvînê dikin, ez naxwazim pir dirêj jî bikim, li gora dîtina te, heya îro ferhenga rêzmana Kurdî ya standart pêk hatiye an na?
M.E: Na kekê min. Em nikarin bêjin pêkhatiye, ger tu ji min bipirsî ev ne problem e, wê çê bibe... Di axaftina devkî de problemên hemû milletan hene... Di nava Kurdan de jî, problemên devokî û lehçeyî hene... Mesela li Almanyayê kesekî ji bajarê Kolnê ji devoka kesekî ji bajarê Hannoverê fahm nake, an Fariseke ji Esfehanê ji yekî Tehranê fahm nake, lê dema zimanê xwe bikin zimanê perwerdeyê herkes ji hev fam dike, Ji bo Kurdan jî pêvajoyeke dûr û dirêj pêwiste.

L: Ji bo baştir bibe divê çi bête kirin?
M.E: Kekê hêja! Di vê meseleyê de yekemîn xebateke baş lazim e... Însanên me yên hêja hene ku dixebitin, ji kîjan herêma Kurdistanê dibe bila bibe, ev ne giringe, ger şaştî hebin, bi lêkolîn û têkiliyan çare dibe, mesele nîyet û ramanin... Mêjiyê Kurda pêwiste çareserkirox be, ger em li hêcetan ango maniyan bigerin, ewê çareser nebe... Di vir de tiştê pêwist eve ku dengê mirov here hev, bar li ser pişta rewşenbîraye... Dewlet bûn an federebûn an muxtarîyeta ji bo Kurdan, vê meseleyê bêhtir çareser dike.

L: Gelo çi proje û xebatên te ji bo çanda Kurdî hene?
M.E: Bi hesêb zimanê Kurdên bakûrî, ziman zehf zêde ji malan derçûye, zarok bi Tirkî diaxifin, Ji ber li dibistanan bi zimanê Tirkî perwerde dibin... Xebata meya yekem ewe ku zimanê Kurdî vegere nava malên Kurdan... Di vê babetê de, rêya herî baş televizyonin, Şano, fîlim, rêzefîlim, fîlimên karton yên zarokan û bernameyên kulturî pêwistin,  di televîzyonên me de hebin. Em li ser vana xebatê dikin... Ger zimanê Kurdî vegere nav malan û di nava malan de axaftinên çewt jî bêne sererast kirin pir baş e...Yanî xebata me li ser çand û ziman heye.

L: Ji bo vê hevpeyvînê sipas û ez nizanim di vê hevpeyvînê de pirs hene ku pêwist bû min ji  te bikira û min nekir?
M.E: Na. Lê tişteke din heye, ku bingeha me ye. Min di serê hevpeyvînê de jî got, ew kesên ku em ji wana zêde bûne, ku ew di her warî de aferîner bûne û rewşenbîr bûne, pêwiste em wan nasbikin û bidin nasîn... Pêwiste keç û xortên me wan binasin, da bizanibin Kurd jî xwedî ilm û îrfanin. Belkî Kurd, bi vî rengî herin ser koka xwe... Ev millet ne kêmî çi milletîye,  lê ez nabêjim zêdetire jî.

L: Belê mamoste!Gellekî sipas ji tere.Serkeftin û serfiraziyê ji bo te dixwazim.
M.E: Ez jî ji bo te dixwazim.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark