Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Çima li ba xelkê rûmet e û li ba me robet e?!*

 


Heyder Omer 

      - 1 -
Min di gotareke xwe gotibû: Tevî ku rexne, wek têgeheke zanistî, an jî wek zanistekê di nava zanistên mirovane de, li ba hemî miletan gavên fireh ber bi pêş de qevaztine lê li ba me gelekî jar e, ta radeya, ku mirov dişê bêje me rexne nasnekiriye, loma jî pirê guftugowên me stuyê evê têgehê badidin, û ji wateya wê ya zanistî bi derdixînin. Lewre jî gava rexnevanek berhemeke wêjevanekî me dide ber ronahiya rexnê, eger boçûnên wî li kêfa xwediyê berhemê nebanin, dinya bi serê wî de tê hilweşandin, û hemî sinçên mirovane dibine qurbana rika çewt û qerêj, ji ber ku rexne li ba me bi wateya pesnê, an birînkirinê tê fêmkirin(1).


Gotara hevpîşeyê me, birêz Siyamend Birahîm ( Ka rastî li ku xwe veşartiye, û tûrikê vala li ku maye?), ku di her du malperên Diyarname û Welatê me de hatiya weşandin, evê boçûna min ya jorîn diçespîne.

Gotara min ( Ma qey nivîskarê kurd guh dide hevpîşeyê xwe? ) hewildanek bû ji bo derbasbûna nav gengeşeya, ku birêz Helîm yûsif di herdu gotarên xwe de (Çima kes guh nade nivîskarê kurd) livandibû. H. Yûsiv, ji bo bersiva vê pirsê, berê xwe dabû beşekî entilcênsiya kurd, ew jî beşê siyasetmedaran bû, lê min berê xwe dabû beşê din;beşê nivîskaran, ku ewan jî guh nadin hevdu. Ji bo ku ez boçûnên xwe xav nehêlim, min çêla çend nimûneyan ji serpêhatiyên, ku bi min re qewimî bûn, an jî min di çapemeniya kurd de xwendibûn, kiribû. Yek ji wan nimûneyan li gel birêz Siymend Birahîm têkildar bû.

         - 2 -

Mixabin S. Birahîm, ji dêvla gengeşekirina mijarê, çavên xwe li min sor kirin, û hemî têkiliyên me yên berê, ku ji bo dostaniyê û bîranînan sermiyanekî nirxbiha ye, di kêlîkekê de ji bîra bûn, û hevpîşeyê me şûrê xwe kişand, û rast û çep hejannd, tenê ji ber ku min di gotara xwe de bala wî bi ser rastiyekê de kişandibû, ku ( Elfebayek dikarê mirov fêrî zimên bike, lê bi carekê nikare nivîsevanan peyda bike), mebesta min Elfabeya, ku wî bi navê (Gulîstana zimên ) çap kiribû.

Ev gotina min li hevpîşeyê me pir zor hatibû, ta radeya, ku ez pê hay kirim, ku hin caran rastî û dostaniyê nikarin bi hev re bijîn, divê mirov her tim dostê xwe bipesine, da wî wenda neke. Çima ez weha dibêjim?.

Di navbera min û S. Birahîm de, tiştek ji bilî dostaniyeke, ku bêtirî ji 10 sala temen kiriye, tune ye. Her weha ez bawer im, ku tevî dûrbûna min ji wî û ji welêt, dîsan ez wê dostaniyê diparêzim, û her dem wek çawa berhemên nivîskarên kurd dixwînim, yên wî jî dixwînim. Lê têkiliya  dostanî tiştik e û ya zanistî tistekî din e, divê lihevdunebanîna her du awayên têkiliyan heyama navbera dostan sar neke.

Tiştê ku min di gotara xwe de der mafê S. Birahîm gotibû, vaye ew bi xwe jî di vê gotara xwe ya dawî de dubare dike, û dibêje, ku Konê Reş gotiye wî „….em bi xêra pirtûka te ( Gulîstana Zimên) fêrî kurdî bûn“.

Diyar e, ku mebesta Konê Reş fêrbûna Zimên e, ne fêrbûna nivîsevaniyê ye, ji ber ku nivîskarî ne waneyeke (ders ), ku mirov guhdarî şirovekirina wê bike, belê nivîskarî behre ye, (mewhîbe), bi alîkariya xwendina pirtûk û mijarên cirbecir tê perwerdekirin, lê nayê fêrkirin. Vê lomê, ez careke din dubare dikim, ku fêrbûna elfebayê nikare nivîskaran peyda bike. Gelo hevpîşeyên me di vê derbarê de çi dibêjin?.

Bi ser de jî, tiştê herî pêdivê ew e, ku beriya mirov boçûnên gotarekê, gengeşe bike, divê wê gotarê û derdora wê jî baş bixwîne, di dû re dest bavêje pênûsa xwe. Gelo hevpîşeyê me gotarên min, yên ku min nîşan kiribûn xwendine?.

Ez sedî sed bawer im, ku nexwendine, ji ber ku eger gotara min ( Dibistan, têrm û têgeh ) ku min tê de li ser gotina wî, ( ….ji warê zimên de ez şagirtê dibistana C. Bedirxan û Osman Sebrî me ) nivisandibû (2), xwendiba,  wê di vê gotara xwe de tenê li ba vê xalê  nemabûwa. Dîsan ezê li vir jî pirsekê ji nivîskar û zimanzanan bikim; gelo çêdibe nivîskareke di heman demê de şagirtê du kesên, ku nerînên wan yên zimanewanî ji hev cida ne, be?. Her kesê ku  rêzimana C. Bedirxan û elfebêya tikûz ya Osman Sebrî bixwîne, dê bibîne ku gelek cidahî di navbera nerîn û biryarên her du rêzdarên rehmelê de hene. Min ev cidahiyan di gotara ( Dibistan, têrm û têgeh ) de diyar kiribûn. Gava S. Birahîm di gotara xwe de vê xalê gengeşe nake, dide xuyakirin, ku haya wî ji gotara min tune ye.

Her weha di tenga boçûnên min re li ser helwestên birêzan H. Yûsif, Axîn Welat û Î. Seydo Aydoxan jî gotinine ne zanistî dibêje.

Di tenga H. Yûsif re ez weha çûbûn, ku gava  ew şehadnameyên nivîskar û rexnegirên Ereb li ser nivîskariya xwe ya erebî tîne bîriya xwe û xwendevan û hevpîşeyan, ma ne divaybû bigota jî kê ew bi ber nivîsîna kurdî de kişand, nemaze jî ewî wê hîngê bi kurdî nedinivisand?. Siyamend vê yekê li min digire û dibêje „ ….lê tu bikî minet ev tiştekî şerm e û fehêt e „. Çima nerîn û boçûnên biyaniyan wê serbilindî bin, û yên hevpîşeyên kurd wê şerm bin?. Ma ev yeka ne paşguhkirin û biçûkdîtina nivîskarên kurd e?.

Her weha min gotibû, ku  helbestvana jîr Axîn Welat jî bi min re gotibû, ku (te ez bi helbestvaniya min agahdar kirim), û ji wê rojê de helbestê bi her du zimanên kurdî û erebî dinivisîne. Gelo ev gotin xwedîtin e?. Çima nivîsevanên biyanî mafên hevdu diparêzin, û yên Kurd wan mafan bin pê dikin?.

Ezê di vê derbarê de lixwemikurhatineke hemî rexnegirên Ereban bi xwendevan û hevpîşeyan bidim bihîstin.

Hemî lêkolîner û rexnegirên helbesta erebî lihev tên, ku ew helbesta stiranê ye; gotin û hevokên wê bi teql in, gulman dadigirin, û zimanê wê sert e, hêja ye ku her tim bi dengê bilind were xwendin. Lê gava rexnegirê Misirê; Dr.Mihemed Mendor  helbestên helbestvanên Felestînê vekolandin, zimanekî dine nerm û awazeke zîz tê de kişif kir. Ev taybetmendiya, ku wî rexnegirî beriya 40 salî di helbesta felestîniyan de kişifkiribû, di dîroka rexneya wêjeyî erebî de li ser navê wî hatiye çespandin û tomarkirin, û heya îro jî hemî rexnegirên Ereb vê yekê di karên xwe de wek serkeftinekê ji wî re nîşan dikin. Ma kişifkirina helbestvanekî/ê ne mîna kişifkirina wê taybetmendiya ku birêz M. Mendor kişifkirî ye? Çima ev yeka wê li ba xelkê rûmet be, û li ba kurdan robet be?.Dîsan ez vê pirsê ne tenê ji Siyamend, belê ji hemî kesên li gel vê mijarê têkildarin, dikim.

Her weha di wê gotara xwe de ez weha çûbûm, ku hevpîşeyê me Dr. Î. Seydo Aydoxan jî cefa û helwestên nivîskarên kurd bi paş guhên xwe de avêtibûn, û min dabû xuyakirin, ku min gotarek bi du beşan li ser vê paşguhkirinê nivisandibû, û min li jêr jî nişankiribû, ku her du beşên gotarê di malpera Pena kurd de parastî ne.

Usûlên zanistî weha dibînin, ku gava mirov bixwaze bersiva helwestekê, nerînekê, boçûnekê bide, divê berî pêşî hemî derorên mijara xwe bipelîne, û di pey re rahêje pênûsê, lê mixabin diyarkirina kêmasiyekê hêrsa hevpîşeyê me Siyamend hilda jor, keland, û ew dûrî rêbazên zanistî xist.

Ez dixwazin li vir çend mofirkan ji beşê duwem yê gotara xwe (Hawar û xwediyê wê nahtine naskirin. Her kesek ji xwe de dest pê dike) dubare bikim, da pirsa xwe ji hemî hevpîşeyan bidomînim, li benda bersivên wan bimînim. Gelo ev kira min pozbilindî û xwedîtin e, an xebata ji bo rastiya wêjeyî û parastina mafên hevpîşeyan e?. Min di gotara xwe de weha nivisandibû:

(………..eger rêzdar Dr. Î. S. Aydogan hema hinek cefa daba xwe, û pêşiya xwe baş bineriya, dê bersivên gelek pirsên, ku serê wî dêşînin, …………..bidîtana, lê em çi bikim, belkî ev jî qedera me Kurda ye, ku kesek kesê din li pêş xwe nabîne, û di her warî  de hema ji xwe de dest pê dike!

Rêzdar Dr. Î. S. Aydogan di axiftina xwe de,ku di çaremîn konferansa Bedirxaniyan de gotibû, weha diçe, tevî ku gelek kesan xwe bi HAWARê û xwediyê wê re mijûlkirine, lê mixabin hîna jî, ne di wê kovarê, ne jî di xwediyê wê, negihîştine.

Berî pêşî, wek çawa me di beşê yekemîn yê vê gotarê de gotibû, ev nerîn û biryar gelekî giran e, û gava ji hêla kesekî ekadîmîker der tê, girantir dibe, lê gava biryareke welê, bê bingehên zanistî û bê jêder û çavkaniyên berbiçav, bête wergirtin, hîngê ew sînorên giraniyê derbas dike, û dibe talankirin û berbakirin; ango cefa û bermayên xelkên çalak talan û ber ba dike.

Ez bawer im, xwediyê vê biryarê jî bi giranî, û nehişmendiya wê hestedar bû, ji ber vê jî di axiftina xwe du caran ev wate dubare kir: Bila kesek nebêje ez hêrişî wî dikim, an jî bila li dilê kesekî giran nebe,ku ez van boçûnan diyar dikim.
Da ku birêz Dr. Î. S. Aydoxan ji bo biryara xwe ya talanê û berbakirinê stûn û deyaxan deyne, ji sînorên zanistî û ekadîmî bi der dikeve, û xwe naspêre jêderan, tenê xwe dispêre karîn û têgihîştina  xwe, û weha diçe, ku hemî kesên dibêjin me HAWAR xwendiye, û ew û xwediyê wê naskirine, şaş diçin, û ji rastiya nezanîna xwe direvin. Pêre jî sê xalan ji bo meyandina vê boçûna xwe dilivîne.

Yekemîn xal ji wan her sêyan ew e, ku lêgervan li ser sala jidayikbûna C. Bedirxan li hev nakin, û her sê salên 1893, 1894,1897, ku ewana dubare dikin, nîşan dike, lê bi xwe jî saleke din diyar nake, ango şaşîtiya, ku ew li ba kesên din dibîne, serast nake, belê di cih de dihêle. Nizan im çima.

Tevî ku em jî dizanin sînorkirina salekê ji wan dê baştir be, lê em dikarin bêjin, ku nediyarbûna wê sala, ku C. B. tê de çavên xwe li dinyayê yekemîn car vekirin, ziyanê nagihîne têgihîştina wî û çand û wêjeya wî, nemaze jî em dibînin, ku her sê sal ji hevdu ve gelekî nêzîk in, û her duwên pêşî jî di bin milên hevdu de ne.

Lê tevî vê yekê, ka em xwe bidin kêlek rêzdarî, û bêjin, na bi xwedê, lêgervanê, ku  di ser vê salê re derbas be, wê nîşan û sînor neke, rastiyê bi paş pişta xwe de davêje, vê lomê karê wî dê ji ber kêmasiyên giran binale.Eger em weha biçin, pirsa ku dê berî pêşî xwe li rêzdar Dr. Î. S. Aydogan bigire, û bersivê ji wî bixwaze ew e, ku  ka gelo we,di axiftina xwe de, kîjan sal teqez kiriye?!.

Ev diyarde; ango diyarkirina sala jidayikbûna gelek kesayetiyên dîrokî li ba gelek lêgervanan me, wek çawa li nik lêgervanên miletên mayîn jî, bûye mijara gelek guftuguwan, her weha jêderên, ku mirov di wan de li wê salê bigere jî gelek in, her lêgervanek li gor jîrekiya xwe wan jêderan bi dest dixîne, lê jêdera herî giring û watedar bermayên wê kesayetiya, ku mijara lêgerînê ye, berhem û nivîsînên wî kesê, ku sala jidayikbûna wî tê pelandin e.

Wek nimûne, gelek cidahî, di tenga sala jidayikbûna helbestvanê gewre, pêşengê ramana netewa kurd Ehmedê Xanî, li ba lêgervanên jiyan, wêje û ramana wî hatin diyar kirin, hin caran jî salên, ku ji hevdu  dûr û dirêj in, xuya bûn. Lê gava lêgervanan berên xwe dan berhemên wî, dîtin ku Xanî bi xwe ew sal diyar kiriye, û rê li pêş wan cidahiyan girtiyê, ji ber ku di MEM û ZÎNê de weha gotiye:

Lewre dema ji xeyb fek bû,
tarîx hezar û şêst û yekû.(3)

Her weha lêgervanan sala jidayikbûna Feqê Tîran jî ji nav helbestên wî derxistine. Dêmek em dikarin bêjin, ku eger rêzdar Dr. Î. S. Aydogan şopa lêgervanan bigirta, û xwe bi berhemên xwediyê HAWARê re mijûlkiriba dê bi hêsanî sala jidayikbûna C. B di gotara wî de „ Were dotmam „ ku di hejmara 26ê ya HAWARê de hahitya weşnadin, bitîta, û dê di axiftina xwe de baniya zimên.

Yekemîn car e, ku Dr. Husên Hebeş, bi vî awayê zanistî û ekadîmî, wê salê di lêkolîna xwe de, diyar dike(4).

 Rêzdar Dr. Î. S. Aydogan, bi vê kira xwe du caran şaşîtiyan dike ; carekê bê ku derdora babeta xwe vekole, ka çi ji beriya wî li ser wê hatiye gotin, gotinên xwe wek rastiyê pêşkêş dike, û cara din jî, nenîşankirina vê xalê di axifitina wî de du tişatan diçespîne, yek ji wan dide xuyakirin, ku wî HAWAR bi tevayî nexwendiye, û yê din jî ew e, ku wî rêza beşdar, guhdar û lêkolîneran negirtiye, û hema ji xwe de dest pê kiriye.

Xala duhemîn, ku rêzdar Dr. Î. S. Aydogan dilivîne ew e, ku C. B. di jiyana xwe ya rojnamegerî û wêjeyî de gelek nav li xwe kirine, lêgervanan tenê 11 nav diyar kirine, lê wî 35 navên C. B ji ber berhemên wî girtine, û  helbesta wî „ Bilûra min“ ku di hejmara 32yê ya HAWARê de bi navê Seydayê Gerok belav bûye, wek nimûne nîşan dike, û weha diç, ku kesên vî navî wek navekî C. B. dizanin gelekî kêmin, lê heya îro kesekî ev nav di lêkolînên xwe de wek ku navekî wî ye, neçespandiye.

Dîsan ew li vir di kêlek rastiyê re derbas dibe, û wê nabîne, lê tûrikê wî dîsan vala xuya dibe,û

gunehkariyê du caran hem li xwe û hem li lêgervanên mayîn dike; carekê di tenga navên C. B. ku dibêje lêgervanan tenê 11 nîşan  kirine, lê nizane ku 19 navên, ku C. B li xwe kirine, li ba lêgervanan diyar bûne (5).

Di tenga helbesta Bilûra min re, Dr. H. Hebeş beriya wî ev helbest bi ser bermayên C. B de hejmartiye, û wek me li jor diyarkiribû, ewî ev helbest bi awayê fireh şirove kiriyê(6).Dîsan ev yeka lawaziya pirtûkxane û agahiyên rêzdar Dr.I. S.  Aydogan teqez dike.

Xala sêhemîn, ku bala rêzdar Dr. Î. S. Aydogan dikşîne, çavkaniyên HAWARê ye, û weha diçe, ku kesekî beriya wî ev xal nelivandiye. Lê dîsan lawaziya agahiyên xwe diçespîne, û nizane, ku rêzdar Dr. H. Hebeş beriya wî bi 25 salan ev xal di lêgerîna xwe de nîşankiriye, û daye xuyakirin çawa C. B. bi xwe bandûra Xanî li ser xwe, û li ser HAWARê, di gotara xwe  Heyîneke yeksalî de, ku di hejmara 20ê ya HAWARê de weşandiye, diyar dike(7).

Her kesek dizane, ku lêgerîn û lêkolînên zanistî di hundirên malan de nabin, pirtûkxaneyên navend û mezin şûna xebatên vî cureyê nivîsînê ye, me jî ev cureyê alîkariyê nîne. Vê lomê wek, ku min beriya vê, di gotareke xwe gotibû, dîsan li vir dubare dikim. Belkî lêgervanên miletên mayîn karibin biryarên dawî bistînin, ji ber ku gelek jêder û çavkanî, gelek navendên wêjeyî, û çandî, gelek pirtûkxaneyên navend li ber destên wan hene, ku dikarin hemî tişt û jêderên li gel lêkolînên wan têkildar in, bi hêsanî bi dest xwe xînin, lê em Kurd hîna jî rewşa me awarte ye, ev navendên, ku em bikaribin jêderan jê bi destxînin, li ba me nînin, haya lêgervanên kurd ji hev tune ye, lewre divê ev lêgervanan zû-zû biryarên dawî nestînin, eger weha bikin, dê xwe bêşînin, lekeyên giran bigihînin karên xwe, dê sûcdar, û hin caran jî pozbilind bêne xuyakirin, pozbilindî û zanistî jî li hevdu nakin, li hevdu nabanin, nikarin bi hevdu re bijîn.

Ji hêla din de, ew Lêgervanê, ku biryarên lezok distîne, dê hem mafxwerê mafên hevpîşeyên xwe bête xuyakirin, û hem jî dê ziyanên giran, bê hemdî xwe, bigihîne dîrok û gelê xwe.

Pêşiyan ne hema ji xwe berê gotine Dar, an jî geya li ser koka xwe şîn dibe, eger kok hate birrîn, şiqin û pel nikarin berxwe bidin, û jiyana xwe bidomînin, nikarin jiyanê û sirûştê bixemilînin, weha jî lêgerîn û lêgervanên, ku piştên xwe di pêşiya xwe yaldikin, nikarin tiştekî bi ser tevgera wêje, çand û reweşnbîriyê de zêde bikin, û dê rojekê ji rojan, bi xwe jî, pê hay bibin, ku ewana her tim boçûnên mayîn cûtine û dubare kirine ).

          - 3 -

Ji van xalên jorîn derbaz be, Siyamend tiştine din di gotara xwe de nîşan dike, lê mixabin ew tiştina helwesta wî hîn ji sînorên zanistî de bi dûrtir dike.

Qala hevdîtina min û rêzdar Prof. Dr. Îzzedîn Mistefa Resûl, û jêderekê ( melûdeke kurdî ), ku carekê daye min, dike. Tevî ku ev tiştina ne yên di bersiva gotarekê de bêne gotin, tevî vê jî min beriya 11 salan di gotareke xwe de bi ziman erebî weşandibû, ev xizmeta vî camêrî ji min re kiribû, û bûbû sedema hevdîtina min û rêzdar Prof. Dr. Î. M. Resûl, diyar kiribû, lê eger ew naxwîne, an dixwaze ji bîra bike, ev ne gunehê min e.

Lê ji bo wê jêdera li gel mijara mewlûdên kurdî girêdayî, min dest ji wê mijarê kişand, û ew kar bi carekê nenivisand, eger min ew kar kiriba, teqez min dê di pêşgotinê de ew rindiya wî diyar bikira, wek çawa min di pêşgotina pirtûka xwe de (Osman Sebrî helbestvan û nivîsevan) sipasiya her kesê, ku jêderek, an agahiyek li ser O. Sebrî  dabû min, kiriye.

Her weha Qala nivîsîna min dike, wek ku qey ez nivisîna xwe ya bi zimanê erebî vedişêrim. Lê ew nizane, ciqasî ez bi wan pirtûkên xwe yên bi wî zimanî serbilind in, ku min karîbû du kilasîkên kurd yên mezin Feqê Tîran û E. Xanî pêşkêşî civaka cîranan bikirana. Her weha hîna jî carcaran bi wî zimanê, ku min dîploma wî beriya 35 salan ji zangowa Helebê wergirtiye, dinivisînim.Lê vaye bêtirî 25 salan e, ku bi kurdî dinivisînim, û hîn jî nikarim wek Siyamend bibêjim bûme mamostê tu nivîskaran.(8).

Her weha di derbarê çapkirina pirtûkên min; ya li ser Osman Sebrî, çapa duwemîn, û ( E. Xanî, raman û huner ) ji hêla dezgegeha Sema Kurd de, ez cefayê wê dezgehê gelek bilind dinerxînim, ji ber ku yekemîn dezgeheke  kurdî ye kesîtî ye, ku çapkirina berhemên nivîskarên Kurd ji xwe re kiriye xem û qisawet, wan çap dike, bê ku nivîskaran, ez jî di nav de,  nas bike, min li gel xwedî û karmendên wê dezgehê tu têkilî tune ye, û em hevdu nasnakin jî, lê xuyaye asta zanistiya her du pirtûkên min bala berpirsên wê dezgehê kişandiye, û bûye sedema çapkirinê.

Dawî, li hember gelek xalên din, ku xwedîtin jê diherike, û di gotara Siyamend de hatine, ez dê çav û guhên xwe bigirim, ji ber ku naxwazin ev gotara xwe nêzîkî têkiliya kesîtî bike, lê ezê tenê bipirsim, eger elfebêya, ku wî  sala 1982ê çap kiriye, wek ku ew dibêje, ya yekemîn be li Sûriyê(9), gelo elfebêya, ku Osman Sebrî sala 1955ê li Şamê çap kiribû, nayê bîra wî?. Çawa mirov dikare cefayên mamosteyê xwe bi paş guhên xwe bavêje?. Gelo kî ji me nankor e?!. Bi ser de jî, ma nayê bîra wî, ku xortê rehme lê, Mihemed Berzencî jî di salên heftê yên çerxa borî de kurtepirtûkek bi navê ( fêrbûna zimanê kurdî bê mamoste ) li Bêrûtê çap kiribû û li Sûriyê belav kiribû?. 

Hêvîdr im, ku ev gotara min ne tenê bersiva hinek boçûnên S. Birahîm be, belê bi ser de jî  karibe şûna xwe di vê gengeşeya, ku Diyarnamê vekiriye de bistîne, û em, wek mijûlên bi nivîsîn û pênûsa kurdî re, fêrî çanda hevdupejirandinê bibin, û xalên gengeşeyên wêjeyî û zanistî ji hêrsên kesayetî bi dûr de bixînin, ji ber ku, wek Kurd dibêjin, kesek ji me li ser sifra yê din rûneniştî, ne pariyê wî dixwe, û ne jî şûna wî teng dike. Tenê xebat û karên aferînî û zanistî dikarin şûnan teng an fireh bikin.


         ********           ****           ********

Not:
* Ev gotar roja 04. 06. 2009 di malpera  Diyarname de hate weşandin.
(1)   Ev gotar pêşgotina pirtûka min ( Hunera helbestê ) ye, ew ji bo çapê amade ye.
(2)   Ez vê gotarê ji malpera Diyarname re jî dişînim, bi hêviya ku di vî goşeyê gengeşeyan de bête weşndin, ji ber ku hem li gel mijaran, têkildar e,û hem jî hemî bocûnên min li ser helwesta birêz S. Birahîm hilgirtine.  

(3) Biner: Mem û zîn, vekolîn û şirovekirina Mihemed Emînê Osman. Çapa yekê, çapxana El-cahiz, Bexda 1990, rû 441.

(4) Biner: Dr. H. Hebeş: Raperîna çanda kurdî di kovara HAWARê de çapa yekemîn, belavgera Hogir, Bonn 1996, rû 38. Ev lêkolîn xebata doktorayê bû, bi serperştiya Qenatê Kurdo hatibû amadekirin û pileya Dr sala 1982 li Moskowa wergirtbû. Hêjayî gotinê ye, ku hinek ji vane19 navên C. Bedirxan li ba lêkolînerê rehmelê Sadiq Bahadîn jî diyar bûne.

(5) Biner: Dr. H. Hebeş: Jêdera navborî, rû 164. Û Konê Reş: C.B, jiyan û ramana wî.

(6) Biner: Dr. H. Hebeş: Jêdera navborî, rû 167- 168.

(7) Biner: Dr. H. Hebeş: Jêdera navborî, ru 171.

(8) yekemîn nivîsîna min a bi kurdî lêkolînek li ser çîroka Reşowê Darî ya Cegerxwîn bû, ku di hejmara 12ê ya kovara Gelawêj de li Sûriyê bi navekî nehênî hate belavkirin. Ev hejmar nayê bîra min kînga derçûye, lê teqez ne di pey sala 1984ê re ye. Min ev lêkolîn firehtir kir, û sala 2000î li Berlînê wek pirtûk bi sernavê ( Cegexwînê çîroknivîs ) hate çapkirin.

(9) S. Birahîm di gotara xwe de dibêje:  Di sala 1982’yan de min bi dizî li Şam û Beyrûdê yekemîn alfabeya kurdî çap kir.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark