Helbestvan: Mihemed El Maxût
Wergêr ji Erebî: Xalis Msewer
Gopalê te yê tu xwe dide ser
Ziftê di êžîne
Anha (se`et) sisê ji vê sedsalyê
Tižt nemaye ku kelaxê miriyan
Ji pîlavên rîwiyan
Cuda bike
* * *
Ey zîlana deryê minî xirabe,
Hemû xizm û hezkerê min mirin
Liber deryê gunda mirin
Û tilyên wan mina sitiryan
Liber bê raxistîne
Lê ževekê ezê bêm
wê xwîna yasemîn û nêrgizan
di bêvila min de
bifûre
* * *
Bi vîxanên bibilan û awazên çûkan ve
Tu bi qedrê xwedêke, bavê min:
Dev ji min û danheva ardû û ilûman
Berde
Û were perçê min ji klolanan
Bide hev
Berya ku bahoz min bin ax bike
Yan rêžker min ji hev belavbikin
Ev pênûs wê min li mirina min rastbîne
Tu zindan nemane ku ez lê negerandime
Û ne resîfek maye ku toza wê di min nedaye
* * *
Emin yên liber deryê zevyên xwe birçîne..
Liber zarokên xwe žažomažin…
Liber alên xwe ser tewandîne…
Liber balyozxanên xwe kombûyîne…
Emin……yên ku ji bilî di balefiran de, bêkêžin
Em pirça sicada mirovanyêne, di vê herêmê de, liber lingên çûn û hatinê de, raxistîne…
ji derya ta bi kindavê, emê libal van Erean çibikin ?.
(Se`et) dane me, û dem birin
Pîlav dane me, û rê birin
Berleman dane me û azadî birin
Baran û hingulîsk dane me, û hezkirin birin
Hêlan dane me, û cejin birin
Žîrê ziwa dane me, û zarotî birin
Semada kîmyawî dane me, û bihar birin
Mizkeft û kenîse dane me, û bawerî birin
Pêwan û kilît dane me, û ewle birin
Žorežgêr dane me, û žorež birin
* * *
Dema riwê te di pêlekê de rûnê
Û bi kunehên xwe itiraf neke
Ku tu bi biterqe li dinê
Wê li jora postirekê, ji ževbihêrka te re bibe tîfal
Ku bi navê žewitandinan
Tu li Gulê mîna berdevkekî fermî guhdarbike
Ku tu tasa xwe, ji paytext Meqamat û qurbanan
Vexwe
Tu hewildanê bike
Û bibe tîbek û bilive
Bi lingên didokê sê çarka
Dîrokê gunehkar bike
Ewe yê ku dengan di zengilan de xiradike
[[ Birastî ewê ku cihê mixabinyate ye…nîžanên tirafîkêne. Li wira di ebedînê de. Xwe ji ber barê xwe nedealî.]].