Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Zimanê felafil

 


Melevan Resûl

Silav bo te kekê Yasîn ji ber vê berhema te ya ciwan .
Te rast gotiye birako , zimanê me çiqas rast û petî be , lê bêxwedan maye , mixabin piraniya nivîskar û rewþenbîran jê direvin û wekî daxekî li ber çavê xwe dibînin , heger gazinada te ji nexwendinê heye , gazinda min ji hejmarek nivîskarên bêguhdan û bi zimanê erebî heye ku naxwazin xwe bi zimanê kurdî mijûl bikin , ji lew hewldana wan ji bo têkçûna zimanê kurdî ne kêmî helwesta rijęmê ye , bi qasî ew berevaniya zimanê Erebî dikin , sistemę bi xwe ew hêvî nedikir ! bihaneyên nivîskarên kurd ewe ku wan perwerdeya xwe bi zimanê kurdî nedîtye , ya dî jî ewe ku ziman nepirsgiręke di ravekirina bîr û baweriyan de , heme çi ziman be di berhemdan û afrandinę de ew li ţûna zimanê kurdî digre  , (belę waye heger mirov bi azadî ji xwere li zimanekî bigere),  lê xwezî ew li vê hendamê rawestaban , mixabin ew pêde diçin û hereţe bi naqird û devlękirinę li zimanê xwe dikin , mîna peyakî oldar li gundê me hebû , wî digot : ez Kelbê ţęxę xwe me .


Gundiyan  jêre gotin : Sofî bêjeya Kelb yanî kûçike , tu çawa wa dibêje ?
Sofî bersiv da : nirxê gotina Kelb ji ya kûçik bilintir e .
Me divê em ne sofî bin û ne mirîdê xelkê bin ,
Dest xoţbin birako , her çendî hinek malper hene vîto li nivî û navê min dane , lê bawerke ez ji wan kesęn yek bi yek li tîpa kurdî digerim , ew li ku be ez dixwînim .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark