Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Filkilor: Kerkê kerbajo bes hevalê min bajo (LÎSTIKA ZAROKA)

 


  Luqman silêman
luqman_sileman@live.se  

ev lîstik yek ji lîstikê zaroka ye li devera Dêrika Hemko û dibê ku li deverin dîjî zarok pê dilîztin di dema wê de.
Ev lîstik di her demê salê de li nik zaroka pê dihate lîstin bê goman di dema ku zarok hîn bi lîstikê Filkilorî di lîstin çimkî îro zarokê me bi wa lîstikê Filklor yê berê nizanin...
Ev lîstin ji du beşan pêk tê.
Hijmarek taybet ji vê lîstikêre nîne yanî ta bi bîst kesa di karin ji xwere bilîzin..


Wê herdû beş bibin rêz li pey hev bisekinin lê biqasî şeş mitra wê di nav bera herdû beşan de valeyî hebê.
Wê endamê lîstikê hemî destê xwe giroverbikin û deynin pêşiya çavê xwe (wek dûrbînê) wê yek ji beşê ku li paş sekiniye herê serê xwe bidê pişta yekê ji beşê li pêş sekinî.
Dema ku wî serê xwe da pişta wî gerek ew bi meşê lê çênabê ku ew li dora xwe binêrê da ku nizanibê kiye wî dajo û wê ewê dî wî bajo ta ku hevalek wî bêjê kerkê kerbajo bes hevalê min bajo. Dema ku ev gotin hate gotin divê biseknin.
Li vir gerek yê ku serê xwe dabû pişta endamê beşê dî. nas bikê kîbû got kerkê kerbajo hes hevalê min bajo. Heger ku yê di hate ajotin naskir kîbû ew dajot wê hevalekê wî werê bi herdû lingê yê ku ew dajot bigrê û wê yê ku di meşî li ser pişta yê ku serê xwe dabû pişta wî ta ku bighin ciyê ew jê meşîbûn lê heger ku wî nizanî ew kîbû ew dajot wê serê xwe dabû pişta wî li ser pişta wî rûnê û wê hevalekê wî werê bi herdû lingê wî bigrê û wê ew li der destê xwe herê ta bighê ciyê ku jêhatîn...
 Bi vîrengî lîstik ber dewam dikê ta ku ew zarok ji  lîstikê kuh dibin....

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark