Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: DEMA TE EZ JIBÎRKIRIM ESMERÊ

 



Demhat Dêrikî

Dema te ez jibîrkirim
Û te got min tu jibîrkirî
Wê deþtê,deþta ku min û te bi rondikên payîzê
Vejandî û kirî bexçeyên gulan
Biþewtîne!
Di vê þewatê de gorekê bikole
Bila ew gor gora dilê te be esmerê.


Dema te ez jibîrkirim…
Wê elbûma bi kamîra neqedexekirî
Hatî dagirtin.
Wan þevên me yê ji bêhna canê min û te
Þev dîn dikirin.
Wan hevdîtinên li bin barana buharê
Ku dêmên min li ser singa te þildikir
Û di hêlîna evîngermahiya te de
Dikirim dîlê lêvên pizotî
Di bîra hestên xwe de bixeniqîne.

Dema te ez jibîrkirim…
Careke din kirasê reþ bi ser xwe de bîne
Hemû peyvên qedexekirî di mêjkê xwe de bicvîne
Û evînê di sêdara êlîtiyê de daleqîne
Û awirên eþqa min ya ku ji navê te ji dayîkbûn
Bi þûrê xwe yê jibîrikirnê serjêbike.
Jiber ku
Tu ew evîna despêkî
Tu ew eþqa axa pêxemberayî
Tu ew sirûda stêrk,heyv û ronahiyîyî…
Û piþtî jibîrikirnê..
Bila xweþî,ken delalî,azadî û gul û evîn ji vî dilî
Barkin
Û bila êþa min jî
Wek jana welatê min be esmerê.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark