Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: KESERAN VEDIXWIM

 

Xizan Şîlan

serpêhatiyên nependî
di dirindeya daristana giyanê min de
veşarti
xem û xeyalên bizdonek
li tenetiya şevan
tên pêşwazîya min
di bêhntengiya xwe de


têm guvaştin
mij û dûmana erjeng
deşta mêjiyê min
girti ye
aramî û hêviyên min
li talana jiyanê
dîl hatin girt  in
min
bêçaretiya keştiyê
ber bi kersaxa asîmanê xwe ve
zivirand
berê xwe ber bi qibleya laleş ve
diguhêrim
li şevereşên şilf û tazî
rondikên çavên Dilberê
diniqutin
dilê min yê birîndar
nîgara Dilberê
li pêşangeha bêxewiyê
radizênim
şewqa finda melûl
di helbesta xwe ya nîvco mayî de
direqisînim
kolanên hinavên min
toza bîranînan
vedişêre
roj
li neçariya xwe
di dilê min de winda dibe
li vî bajarê xopan
pelên salnameyan
di kîn û nefreta xwe de
diweşin xwarê
dengê kemana dilşewat
di asoyê çavên min de
govendê digerî ne
stêra dilê min
rondikên xeman dibarî ne
bi lêvên serxweş
pêsîrên hestên tawanbariyê
dimijim
bi piyalan
ax û keseran vedixwim
li kortalên tenetiya min
şevereşan
di mestbûna xwe de
kevzgirti ne
qalikê jiyana kavilbûyî
bi neynokên giyana xwe
diqeşirînim
ji raperîna pêlên kambax
difilitim
li nav baskên bayê reş
werdibim
ji temendirêjiya xwe
digirîm
ji rapêçana mirina bêwext re
li daholê dixim
çend caran di xwe de
hatim kuştin û zindî bûm?

 2006-03-14
  Stockholm   

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark

Mixabin, ji bo vê nûçeyê şîrove ne çalak e.