Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kurte xwendineke Rexneyî u Nirixdarî Bo Romana Rêzdar Mamosta Heysem Husên

 

 " tuxmê êşa payedariyê " Ji Weşanên Dar El Yenabî Yên 2006 ne


Mihemedê Seyid Husên

Her çî roman, gotar,helbest û pirtûk, di gelek dabaş û hêlekarên wan,  yên wêjeyî, Çandî, hunerî û ramanî de, lê û nelê, ango erênî û neyênî têne rexnekirin û nirxandin jî, herwiha ezê jî bi şêweyekî wêjenivîs, helbestyane romana di bin navnîşana "Aram " de, ya nivîserê bi rêz Mamosta Heysem Husên bi hingivînim, û min ji zeviyên wê yên hemereng û  têr dan, ji guvêşa naveroka wê ya çêjdar, ev berhevokên jêr ristî dane ser hev.


          " Aram Kilxaneya Dîrokê Ji Ser Amûda Sozdar Dadiweşîne "  Amûdê şare ware dîroke
Ji pêvedana mirovantiyê li kare
Aramê bê semax
Tuxmê sobar û hewrî
Ji nêv kavilên heyaman
Ji nûve kilxaneya dîrokê
Ji nav milan dadiweşî ne
Ji kûraya dîroka dêrîn
Ji tertepêlkên binê zemînê
Paye bilind salixên
Evsane û destaneyên bav û kalan
Şaristaniya kevneşopê
Di guhêze çar semtên cîhanê
Ew kêşeya ku ji nav tevrikên pelendaran
Hêj ronîka rokê ne dîtiye
Li ser lêvên asoyan
Tewş û helawêstî maye
Di şînesayîya asîman de
Gulstêrka kulkezêrîna ye
Alîsta mêjewî lê rabû ye
Şawîska zindar ji nûve
Gavdaye jiyanê
Aram bînerê serboriyane
Nameyên evîndaran
Pêre diçin û tên
Kêm arame şîretekê li xwe nake
Dîn amûdekî noşdare
Ser hişke fertene ye
Bi ya kesî nake
Lawê kevnedîna amûdê ye
Ji paş bêtirî 30 çerxî ve
Buxçika şîretan
Li ser kolînka xwe kiriye
Mîna kizûriya girara rij
Şebeşê kal û mêweyê ne gihîştî
Ji nû ve hewleke mezin dide
Ku serpêhatiyên amûdiyan
Li tevna pend û yadiyên xavsarkî xîne
Tanî ku omîd her li bîrê vejenin
Roman nivîsî girefteke zanyariye
Reşbînî têde xwêner di tepîne
Bese cobarên hêsrên şîndariyê
Ji ser rûkê xwe rêşke
Amûdîperesto lavija dawî
Bo bjarê xwe nimêjke
*   *   *
Nameyên evîndaran
Hîn diçin û tên
Peyam û salixên dildaran
Bihur di zeman de vedikin
Velerzîna zixta pênûsê
Razên xewnên omîdewaran rave dike
Liser rûpelên sipî
Di nêv cengelên tîpên bê deng de
Ewên ku destelatdariya
Çelengiya gotinê dikin
Hêzdariya afirandinê ewe ku
Bi hêsrên girî di nîvisîne
Û li wateyên gupgupa dil mikur tên
Hovîtî gencîneya lawaza ye
Ku yek zanibe xweşik
Li deverê bi gere
Wê binase ku hêj omîd
Lê wenda nebûne
Arame dola jana poz bilinde
Xwedawende timî xwedbîne
Yekcaran xwe dibin
Sîwana olê de di parêze
Deqarûye çîroka hevgariyên xwe
Bi rastî di bêje
Qamçî miriyan ji gorê radikin
Lê hema meya peyalê jî

Meygeran dikin pêxember
Vêca peyla amûdê hilde keko
Pêkerên sitemkaran bişikîne
Li ser gora rewalên pakrewanên sînemê
Pendên avesta pîroz bi xwîne
Hespê fala yê ser germ
Ji merbendê rizgar berde
Xatirê wê tolnaza ewropa bi serde
Tu carî xincera bavê xwe
Kîsikê tûtina wî ji bîrneke
Meymijo xwîn di kele
Ji xwekujtinê bi reve
Dîroka destaneyan werîn ber çavên xwe
Xanî û Cezerî Mem û Zîn
Seydayê Namî û Ceger xwîn
Bo me xelat û yadîgarên bi rûmetin
Xetîrên omîdan na vemirînin
            *   *   *
Lawin nifş û celebin
Berve jor li evrazên
Çiyan di nerin
Çekdarê pênûsê ye
Nefretê dide tiralan
Her bo vemanê li kare
Ne suhîngirtiyê mirinê ye
Niştemanekî bê welate
Niştewarekî qilixdare
Kargoriyê evînê ye
Ji çavan xwînê di werivîne
Ji dil hêsran di herikî ne
Rebeno liser xwe digrî
Liser lêvên gernejînê
Newaziyên banok
Li kujerxaneya evînê
Mêranî gem kiriye
Jiyan baniweke çelengyare
Bîrkêşe, xewrevîn û bêçare
Bi kul û kederê mede dû
Keserê kûr berde û lê ne gere
Bela hêviyên te şiyarbin
Li qada xwe vgere

Yadî pirê caran derewînin
Ji bîrbûn daneke xweristî ye
Bîranînên penaberiyê
Kabûsê bêgane yê biyaniyê
Qet na mirin
Dunya li serê amûdiyan
Bûye tara bêjingê
Xwedakê pend û şîretê
Hiş û sewdan ji devê
Dînan digrin
li Amûdê afiriye mirov
pêre şev û rojên aram
û kelecanê derbaskiri ye
li vî şarî xweş baniyaye
Qet ji dil û canê xwe mişext naçe
Li ser baskên wî
Dê temenê xwe berbake
Qeşmerî, pend û şîret
Gernejîna ser lêvên wêne
Yên çavên xumarî, bê hempa ne
          *   *   *
Aramê ku ji nehêniyên
Revendiya kambax vegeriya ye
Mest, şêt û şeyda
Li ber deriyê ezmûneyeke
Bêhode rawstiya ye
Hest û agadaruyên wî birîndarin
Salên temen li amûdê di borîne
Biyaniyo lipaş ne zîvire
Ger ne xemî tbe jî
Hema ji cîgehê zayîna xwe
Pînakî pîroz bo gora xwe hilbijê re
Ji kesên hawêrê hestiyare
Derûn şikestî bê tomare
Omîd û xwezaneyên wî
Li beynebaneyên kezîkur wendane
Hew hew û hew keko
Birîn zêmdar û kûre
Dest ji tora hatiye birrîn
Û derman teqnekî jê dûre
Li kolîjeya bijîjkî

Niştewarekî çayfiroşe
Tanî di roja paşdawî de
Bê serjimar û paxave
Ne sezayê xwedakî ye
Firişteyê ber deriyê guneha ye
Bê sûce deng û rengan
Li ser perê tabloyê awazdike
Amûrên hunerî li ser
Tilîkên sazbendan dûzandikî
          *   *   *
Ew zarotiya eware
Xwezaneyan di hindurê
Xwe de di şewitî ne
Û di bê dengiyan de
Wan nependî di hilîne
Zarotiyeke bê gunehe
Li tu arîşeyan na raweste
Guş û mate lez giriye
Li benda xwedê jî
Namîne ku wî bi alişîne
Werde werde bi zixta
Xampera şêwekaran
Dike nake berge û pîvan
Têra tabloya wî nakin
Ta ku pirojeyê ramûsanê
Di xewnan de lidarxîne
Ji xewnekê diçe ya dinê
Dînê xewna ye
Beza dûv rewrewkê dike
Gaziya dûv Gura ye
Derew Kerê bê hevsarin
Kurdûndeye li razên
Xwe mikur nayê
Baş afrendyarê derewê ye
Di bin sîtava sawêran de
Xewnên qedexe lihev tîne
Ku çavan miç dike
Zûtir jê di revin
Tu carî qehremaniya xwe
Di xewnê de nakuje
Sermelekê qeşmera ye

Şêrê neqebê ye
Nêçîrvanê Guraye
Hirç di gulaşê de gever dike
Di yarîbezê de
Xezal nagihê toza wî
Helawela hebana bi qule
Defa hewarê ye
Xweş pendyarê derewê ye
Xêvzane tûrikê wî tijîye
Ser û binê zemînê jê kufşe
Kîşo, Ezo,Hejar, Mêşo, Aram û Piştqofo
Xelkên civaka amûdê ne
Liser girê şermola
Keserên xwe di dêrin
Mîna diz û xwediyê malê
Bi amûdê ve bûne dirdirk
Çîrokeke dirêje
Dîrokeke bê destnimêje
Amûdîyare tenha
Bi navê wê noşdare
Çetakî rêbirre toşê ji bîr nake
Keleşe ji dûv talana venagere
Li sîng û berê wê di bane
Kesê ku hez ji amûdê neke
Ji xwe tu carî din nabe
Ku amûdê dojeh be revend naçe
Penabero mişexto kose û berkose
Li ber tixûban te erzan di firoşin
Hişê xwe çarçuve bike
Hêj em di bafîkêde ne
Sîra wê çak hati ye
Hêj mirovanî
Li deverê ne kêm peyda ye
Tenha hêlecana mirinê libendemane
Û timî jîndariya wê berxwedane
         *   *   *
Amûdê li hêviya teye
Dayika reben çaverêye
Bi lavlav û dîlek
Xwe nagihîne mebest û armancê
Dema desthilanînê ye

Tanî bi zidewarên bej û avî
Li şûnwarên xwe vedigerin
Bi torfelaqî kevirê xwe neavêje
Keda te bêrîn û pîroze
Rev û dizî ne karê cwamêra ye
Ji keçkaniya şevên amûdê
Ceger û mêraniyê bistîne
Bike tov û di dilê ciwanan de bi çîne
Çendî xweşe ku mirov
Kelecanê li ser xaka xwe bike
Kefteleft,felaket û berbatan
Li bajarên xwe bi bîne
Tengezariya te ewe ku
Tu li ser qada xwe nişteware
Bêzariya te ya nava êgire
Ji welêt bêgane ye
Belengazî, xizanî, perîşanî
Bo te navnîşanin
Mendalekî bêjî ye
Li ber xapên zeman di pêle
Ne siya banekî ew vegirti ye
Ne jî mitêlekê ew germ kiri ye
Der bi der kuç ûkolanên bajêr xûm dike
Yawir û hevpeymanê kûçike
Dîn dujminê hişmenda ye
Qulabend û qamçî, azirdan
Îşkence û tavilîman
Hîç wî ji amûda welêt dûr nakin
Roman nivîs amûdê vedijenîne
Di vê plgnameyê de zindar di hêle
Çerxan bes bi jimêre
Gazindan jî bi ser de nedêre
Gazind karê qelsane
Hêsran li ser mafê xwe bi werivî ne
Kêferat bihurn di xwazin
Divaye ku cobar jêre vebin
Tanî bi mala xwedê jî miradê te nekir
         *   *   *
Teyr bi refê xwere ye
Morîka bi qul
 bi etara re namîne
Rojek heye ku piştqofo jî bi serî bibe
Tenê bese ku amûdî be
Ku bîna fêrmista wê jê bê
Hespê fala ye meraqê ne kişîne
Tolaziya wî ser encaman di afirîne
Şûrê te hêj pasik ne girti ye
Ji eniya şer rexne de
Zincîr û merbendên tirsê bişikîne
Gelekî li ber xwe nekeve
Çiya hemî pişt qofin
Şermokiya te diyardeyên
Lêmikurhatinê didin nasîn
Lixêvên ji destxweçûnê di xuricînin
Rûmetê di xwe de ne çilmisîne
Kîn û zikreşiyê ji dilê xwe derxîne
Xwe kujtin kaerê bê zirava ye
Ayê te di evînê de rewa ye
Û her kesên ku xwe
Dispêrin qederê bê hêvîne
Ziya Gur û libendeman
Tu carî şensê te ranakin
Û ne bi xweziya kesî rahijti ye keziyan
Berxwedan li deriyê felatê dixîne
Baştire ku tu li xwe bi pirse
Bê kê tu piştqof kiriye
Mana perîşanan tim hêvîne
Sibe rojên nêzin û geşbînîne
Reşbînî û bi derengîxistin
Semyanekî pir çirûke
Bi hêle ronîka hetava heyvê
Hêrsên tolaziyê şiyar bikn
Li ser mêzayekê di kewije
Bi ser peyamên têlînazê de di kulije
Belkî xewna roja gonê
Bi laş û gewde bi pelîne
Zivêr nebe çi roja ku rok hiltê
Dê navbênçiya kîn û evînê bike
*   *   *
Govan hevparê dize
Dadgêr fermandarê herdiwa ye
Ku avanî hêman û lenger nebin
Dê ji binî ve bête xwarê

Ku heyber rexne nebit
Dê rij û kelê bibe para zingarê
Qermîçokên rûyê wî
Mîna cotê ber rêyane
Bîneriya xwe newêre bêje
Zeman  jî govaniya xwe nade
Kiryarên xwe di nixumîne
Amûdê ye ji dîroka berbatê zaye
Ji qamişlo birûskên
Serhildanê lê vedane
Aame rêwiyê kevnetoeê ye
Bi sîka xwere di axive
Di sergerdana revendiyê de di zîzike
Pir hevale jana dîrokê di kişîne
Liser gola Enter
Peravên çemê Darê
Yê qirikziwa li amûda vemanê
Hêjî wêje nivîsaran di afirîne
Simaîl, hender ûhewaro
Mîrateyên wê biparvedikin
Gerger û derbegên wê
Civakê li hev dabeş dikin
Port, şût, rût û bêkeso
Tev dîn û mînin mehmûd û etman
Rengên nişteciyên amûdêne
Ketine rêya ji bîrbûnê
Weku rexnekirina nivîseran
Ji navkutka mijarê pesende nabe
Giyanê li xwe mikurhatinê jê di reve
Zexeliya tenaheziyê û dengvedanê
Di zeviyên wê de pir dibin
Ta ji derziyê dûr dibe
Bê karî bê xwendinê herêm vegirtiye
Di çaxê ku li ser petrolê rûniştiye
Aram ji evîna bê wate re nevala ye
Xwe behremî amûdê kiri ye
Çakbîne ku dê amûdê
Nifşên zarokan li dû hev bîne
Û dê yên weke mamosta Heysem
Wan leheng perwerde bikin
Xizanî dibistana bê çara ye

Lêbelê tenha li amûdê
Kaniya afirandinê ye
Zimanê simaîl, kîşo û piştqofo
Dê celebên nûhatî jê
Zimanekî standerd û rewnbêje bi afirînin
Wê ji şikêrên kavilên wêran
Qûnax û xanedanan ava bikin
Wê stirana şîn û girî bête şemirandin
Me di got qey hestiyên aram
Di tenahiya girê şermola de riziyane
Lêbelê vaye roman nivîsê çalak û ferezanîn
Bi darkolka bîreweriyê ew niqurçandi ye
Û ji temara wê xilmaşiya xwedîkuj rakiri ye
Û ji nû ve bo vemanê li dîrokê vedipexê re.

    Qamişlo….13/9/2006
gorican@hotmail.com


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark