Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: koçên min li kavilên te wenda bûn

 


 
yasîn hisên

ma tu bi ku de diçe...?
ez bi salan li dergûþa salên teyî gulgulî digeriyam
da wan bihejînim
pîneyên cilê xwe vediþêrim
perîþaniya xwe zengîn dikim
te dikim çixarak bê dawî
te dikim tirî û hejîr
ez te bi wan re kom dikim li ser rûpelekê....û wê diçirînim


hêdî hêdî...gelekî dûr meçe
vaye di tîrmehên van salên beht jî çavên min þil dibin
koçên çûçikan ..li qelenê çîvçîva xwe digerin
 em jî li bendîxana xwedê li peravekî digerin
tu jî di hêka xwe de ...azan dide...
mane
devê me hatiye girtin
mane zimanê me çewt bûye
mane sitranê Bavê Felekê li me bûne hesret
mane (xezal)- (eyþana Elî)-Zerga)- Bêrîvanê) ...li cem me neman
û ez ji bi wan re di malzaroka xwe de ...dînbûm

de were
koçên xwe bi min re bi rêke
ber bi dînîtiyek din ve
emê herin welatê te
û bi kedek rojhilatî
ezê du diyariyan bi xwe re ji çavên te re bînim
yek
 ramûsanek û parîk nan û çar çixare
dido
pênûsekê da bikaribim pê tifek mezin li jiyanê bidim…

herdû hêvîyên min bi rê de ji min ketin
dibûne  dibûn du sêvên Efrodêt
û ….min bi þahnazî
biþkoja lêvêd te vedikirin
diketin zembîla xwedan
û li ezmanê welatê te ji goþiyên xwe dihatin xwar…!
Min zincîr duguvaþtin
Min pûkên zivistanan dikirin bi qurbana te…
Erê…..
Ger tu xarek baya
Mine te bi cane xwe re
Bi hûnaya…

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark