Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rojînê, bandora Dewletê û PKKê vala derxist: Ez wê pîroz dikim…

 


Îbrahîm GUÇLU
ibrahimguclu21@gmail.com

Li ser TRT 6-ê, çi beriya ku TRT 6’ê dest bi weşanê bike û çi jî piştî ku TRT 6-ê dest bi weşanê kir, gelek minaqeşeyên girîng û dijwar hatin rojevê. Minaqeşeyên girîng zêdetir li ser avabûna wê pêk hatin. Çawa ku di her pirseke stratejîk de heye, di derheqê TRT 6-ê de jî derket holê ku di nav kurdên Bakurê Kurdistanê de tevliheviyek û sergêjiyek heye. Derket holê ku kurdên bakurî merheleya ku Tirkiyeyê hatiye nabîne û konsepta nû ya dewleta tirk jî fahm nake. Gorî vê jî rewşa xwe jinûve nikare dizayn bike û pregeleke nû bide xwe.


Li ser avabûna TRT 6-ê bi xeteke stûr sê fikir û nerîn di rojevê de ne. Nerinek ew e ku ji avabûna TRT 6-ê re bê qeyid û şert piştgirî dike û TRT 6 wek dezgeheke kurd dibîne û şirove dike. Li pişt avabûna TRT 6-ê siyaset û lîstika dewletê nabîne. Ji bona vê jî TRT 6-ê di çareserkirina pirsa kurd de gaveke stratejîk û bingeh pêşkêş dike û TRT 6-ê wek dezgeheke kurdî dinirxîne. Nerîna duyemîn, TRT 6-ê  encama xebata Tevgera Bakurê Kurdistanê û welatparêzên Kurdistanê; avabûna TRT 6-ê îflasa siyaseta fermî ya dewleta tirk ya kemalîst di derheqê pirsa kurd de dinirxîne û TRT 6-ê dezgeheke dewletê terîf dike. Ev nerîna bi sînor piştgirî ji TRT 6-ê re dike û pêşniyar dike ku ji bona ziman û çanda kurdî; ji bona civakîbûn û legalîzebûn û navneteweyîbûn a pirsa kurd û mafên neteweyî ya neteweya kurd jê sûd wergirtin. Nerîna seyemîn, bi her awayî li dijî avabûna TRT 6-ê derdikeve û TRT 6-ê wek dezgeheke dijminî şirove dike û li hemberî dewletê ne wek demekê çawa ku karkeran li dijî burjuwazî ne li dijî karxanan derdiketin û makîneyên karxanan dişikînan, nerîna seyemîn jî li dijî TRT 6-ê şer dike. Ev nerîna ew kesên piştgirî ji TRT 6-ê re dikin, ew  kesên programçêker û hûnermend di TRT 6-ê de kar dikin  xaîn û dijmin dibînin. Ev nerîna, nerîna PKKê û hewirdorên wê ye.
PKKê ji bona vê dixwest ku hunermen û programçêkerên kurd yên welatparêz di TRT 6-ê de kar nekin. Ew kesên di TRT 6-ê de kar kirin xaîn îlan kirin û bi kuştinê tehdît kirin. Ji bona ew hunermendên di TRT 6-ê de kar bikin û dikin re nerînên ji derveyî exlaqê anîn ser zimên û tînin ser zimên. 
Rojîn jî yek ji wan kesan bû. Rojîn, li hemberî êriş û tehdîtên PKKê bi xurtî û bi keseyatiyeke azad rawestiya û gorî nerînên xwe tevgeriya û çû di TRT 6-ê de kar kir. Rojînê hefteyê 5 rojan bi navê “Rojîname” progremeke dewlemend û balkêş û ji aliyê gel de dihat hezkirin meşand. Her çiqas bernameya Rojînê wek programeke şayiyê û mûzikê dihat şirovekirin jî, gorî daxuyaniya Rojînê ya veqetandina wê ji TRT 6-ê tê diyar kirin ku bernameye wê bernameyeke civakî û jinan û minaqeşeyên girîng bû jî. Bernameya Rojînê gelek sertketî bû û retînga wê bilind bû. Rojînê wek hunermendekê jî performensake gelek baş diyar dikir û her kesek jî li ser performansa Rojînê hemfikir bûn.
Rojînê, tehdît û îzolasyona PKKê da ber çav, bi baweriya xwe û bi helwesteke azad di TRT 6-ê de biryara xebatê da û programa xwe birêvebir.  Bîrûreyên xwe gelek aşkere di reya giştî de û li hemberî PKKê parast. Hîç demekê jî PKKê tewanbar nekir û helwesta xwe bi zelalî diyar kir û domand.  
         *****
Rojînê, azadiya xwe li hemberî desthilatdarên dewletê jî parast. Her çiqas TRT 6-ê navûdengê wê li Tirkiyeyê û li Kurdistanê û li Dinyayê zêdetir kir û ji bona wê şohreteke mezin  çêkir û ji alî malî de fêdeke mezin jî gîhande wê jî, wê dema ku dît ku TRT 6-ê keseyatiya wê ji holê radike û bername ji derveyî îradeya wê ya azad pêk tê, wê dev ji TRT 6-ê ber da.
Rojînê, sedemên devberdana xwe ya ji TRT 6-ê, bi daxuyaniyekê ji reya giştî re diyar kir. Rojîn, di destpêka daxuyaniya xwe de dibêje ku: ”Ez di cihê gotinên zêde de yên hindik  hildibijêrim.” Û daxuyaniya xwe wiha didomîne: ”Biryara bername çêkirinê ya di TRT6`ê de ji bo min çiqasa zehmet bû, piştê ew tiştên ku min di TRT 6-ê  de jiya, biryara devjêberdanê jî ewqasa hêsan bû.” Dîsa Rojîn dibêje ku  ”Tu hunermend, bernamegêr bê sebebên giring bernameya xwe ya TV yê ku raitîngê wî zêde ye bernade. Ji ber ku bernameya min bes muzîk û bernameyên şahiyê nebûn, min li gor pêwistiyên xwe naveroka bernameyên xwe bi xwe danî. Ku bitenê muzîk bûya dê karê min hêsantir bûya. Bername bi giranî li ser pirsgirêkên jinan, danasîna pirtûkan, zûgotin, helbest, ji pirsgirêkên jinan heta yên hiqûqî hatibû amadekirinê, min amade kiribû.” 
Rojîn, di daxuyaniya xwe de behsa bandora li ser xwe û ya li ser bernameyên xwe jî dike û wiha dibêje: ”Lê, bandor li ser min û li ser bernameyên min ewqas zêde bibûn, ewqasa bi ser min ve dihatin ku di xwestin naveroka bernameya min vala bikin û bi hemî avayî bernameyê biqedînin. Bifikirin ku bernamegêrekî ku haya wî ji babet û mêvanên bernameyê tune be û wisa bernameyê birêve bibe.” û wiha didomîne:”bifikirin, tu mêvanekî ku bernamegêr yanî min pêşniyar kiribe û nehatibe qebûlkirinê, gelek tiştên ku min di bernameyê de gotibe bêne birînê û midaxeleyên hemî tiştên te bê kirinê. Bi çavekî tawanbarî ya potansiyel li bernameyê bê tamaşekirinê û di tevgerên xwe yên bi min re de jî wek tawanbarekî potansiyel bidinûbistînin.”  
Rojîn di daxuyaniya xwe de behsa giringiya TRT 6-ê jî dike û wiha dibêje: ”Helbet ev kanal di pêvajoya dîrokî ya pirsgirêka Kurd de yek ji wan pêngavên giring bû û dê hemî tişt bihev re nehatina cîh. Min dizaniya dê di gelek tiştande sînor hebin, lê min jî bê hesabiya xwe jî dê qebûl nekira.”

Dîsa di beşekî din ya daxuyaniya xwe de behsa xwe û biryara xwe ya çêkirina bernameyan ya di TRT 6-ê de jî dike: ”Ez hunermedekî ku jiyana wî bi îmtihanên cesaretê bihuriye, min ji bo biratiya Kurd û Tirkan bi bi giştê tehdayiyan qebûl kir ku ez di vî kanalî de bernameyan çêkim. Tiştên ku di vê demê de jiyame kesûkarên min û ez dizanim. Dîsa ji bo biratiya Kurd û Tirkan ezê niha neaxifim…”

Rojînî behsa sebebê çênekirina bernameyan de jî dibêje: ”Egera dev ji kar berdana min ne aboriye. Çavtirsandin qet nîne. Quretî bi tu avayî nîne. Min vî biryarî bi îradeya xwe ya azad daye.”

Rojîn didomîne û dibêje: ”Tu hêzekî nikare min di ciyekî ku azad nebim de bigire. Naxwazim li ciyekî ku li nasnameya min ya hunermendî û sekna min neyê de bimînim.

Di encamê de jî Rojîn dibêje: ”Ez ketimê… Min dît... Ez derketim…”

         *****
Rojîn, wek ji aliyê reya giştî ya kurd û Tirkiyeyê de tê zanîn xwediyê perwerdayîyeke gelek baş e. Perwerdayî ya mûzikê û şanoyê dîtiye. Di malbeteke welatparêz de mezin bûye. Bavê wê Ehmedê kurdî ye. Ehmedê kurdî bi xebatên xwe welatparêzî kesekî bi navûdeng e. Ew xebatkarekî doza kurd û Kurdistanê ye. Di emrê xwe yê 90-î de jî bi aktifî doza Kurdistanê dişopîne û wek ciwanekî tevdigere. Malbata Rojînê ji aliyê her kurdekî de jî tê nas kirin. Bavê Rojînê biramezinek,  heval û dostekî min ê baş e û em di gelek pirsan de xwediyê helwesteke hevbeş in.
         *****
Gelek aşkere ye ku Rojînê hem li hemberî bandora PKKê û hem jî li hemberî bandora dewletê helwesteke azad û otonom û bi şexsiyet nîşan da. Helwesta Rojînê helwesta hunermend û rewşenbîreke kurd ya rasteqîne ye.
Ez Rojînê pîroz dikim. Ez di wê baweriyê de me ku ew hem di nava gelê kurd de û hem jî di nav refên rewşenbirî û azadî de bû xwediyê ciyekî girîng û watedar.
Ji bona Rojînê serketin dixwazim û dibêjim ku divê hemû kurd qiymeteke mezin bidin helwesta Rojînê û ji helwesta wê ders û sûd werbigrin.
Piştî ku ew ji TRT 6-ê veqetiya, nivîskarên PKKê tiştên li dijî wê nivîsandine û di Televîzyona ROJê de diyarkirine, nerînên ne rast in û ne qedirzana ne. Divê li hemberî êrîşan, her weletparêz ji Rojînê re xwedî  derkevin.
Amed, 19. 04. 2009

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.2
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark