Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ez lêbûrînê ji xelkê Amedê naxwazim!

 


Luqman Silêman
Luqman_sileman@live.se

Birastî, li kûdê û çi çaxê dema ku navê kurdistanê dihate gotin Amed dihate bîramin, Ez nizanim çima hewqasî min ji Amedê hezdikir, yanî Amed li ber dilê min pir şêrînbû, Netenê navê Amedê, min wesa ji xelkê Amedê jî hesdikir.
Ez nizanim çima başiqeyî  ji hemî bajarê kurdistanê yên dîtir min wesa ji vî bajarî hesdikir.?


Gelo: ji ber ku xelkê Amedê di wê deşta Amedê ya rast de gelek berxwedan di kûrahiya dîrokê de kirine, û bi xwîna pîr û mendal û xort û keçên kurd ew deşta fereh avdane. Yan ew Sûrê ku ji beriya sê hezar sal bi xwîna Amediya hatiye avakirin! Yan avakirina Amedê bixwe ku beriya pênc hezar sal hatiye avakirin! Yan çimkî Gora Serokê serhildana Avdar û Axlêvê nemir Şêx Se îdê Pîran, têdeye û li cîkê xuya ye, û Amedî di bere diçin û tên bê ku silav û fatihakî li ser bixwînin. Ma gelo Amedî jê xeydîne? çimkî dema ku Şêx Se îd Amed dorpêç kirbû û Eskerê Turkan ji nava Amedê ew bi topa gule baran dikirin û pêşmergekî wî jêre got:" ezbenî me top ji eskerê Turkan standine, û ez dizanim li ser wa kar bikim çima em jî bi topa wa gule baran nakin, û Şêx ji yê pêşmergê xwere got: "çênabê kurêmin em wa bi topa gule baran bikin, çimkî miletê me di maldeye û wê miletê me were kuştin", Yan ew nizanin ku wî xweşmêrî xwe diber wande daye, û di şevekî li ber destê sibihê ji buhara sala 1925an stûyê wî û çil û şeş hevalên wî xistine werîsê kindirê de.
Birastî dema ku min xortek yan kalek yan keçek ji serxetê didît min jixwe re digot: xwezî ev mirov ji Amedê bê da ku ez hevaltiyê bidimê. Hingî min ji bajarê Amedê hesdikir, û dîtina wî bajarî ji min re bibû kul û mereq. Û dawî ez çûme Amedê, û ew kul min di dilê xwede nehişt. Lê xwezî ez neçûbam û min Amed nedîta? ta ku ew hezkirin maba di dilê min de, wek ku kurda ji kevinde gotine: "dengê defê ji dûrve xweşe". Çimkî dema ez çûme Amedê min kurd lê nedîtin? ez nizanim beriya ku ez herim kurda jê bar kirbû yan ez bi şaşî çûbûm bajarekê dî!! û ji min weye ku ew bajarê Amedê ye. Lê min Sûrê wê dît û min ciyê gora Şêxê Şêxa. Şêx Se îdê Pîran dît, ya ku  turkan li ser singa Gorna wî avahîk pir mezin lêkirne, û wêneyekî Kemal Ataturk biqasî bilndahuya wê avahiyê rakirna, û ew avahî bûye cihê leşkeriya bilind li Amedê. mixabin min ewjî dît, û ez li ser Sûr jî geriyam bust bi bust, Mixabin ew sûrê beriya sê hezar sal hatî avakrin îro li ber çavê Amediya û bi destê wan tê wêrankirin tê herifandin û bûye ciyê heşaş û ser xweş û yê ku ji Xwedê re nelazimin, ez dikarim bêjim wan kesê ku ew sûr avakirne bi zehmetiya sala, û gerim û sir û seqema Amedê, îro neviyên wan keda wa tar û mar dikin, û Sûr wêran dikin bi hêsanî, û bi dilekî xweş û nemerdî.
Amed cîkî dîrokiye çimkî dema mirov li sûrê Amedê digerê tê xuyakirin yên ku sûr çêkirî û lêkirî bi hostayî beriya sê hezar sal aqilmend bûn diniya dîtîbûn, û zanabûn, zanayê dema xwebûn. Xuyadikê dizanî wê di paşerojê de çi çêbibê? Ji lewma sûr bi zanebûn avakirbûn, û yên ku mizgevtên Amedê jî avakir ne, wanjî bi zanebûn û bi aqilmendî avakirine û dizanîn û paşeroj çawe çêbibê û ew katjimêra ji kevir di bergihê mizgevta mezin de danîne û qetek hesin kirne di nîvê kevirde, da ku li gor sîka kevir ew kurdê ku wê çaxê hîn bi zimanê xwe daxivîn û fêrî zimanê dijminê xwe nebibûn, zanibin wê kengî herin mizgevtê,û lê mijolbibin û yê ku ew katjimêr danî, û mizgevt avakirî jixwe re welatekî avabikê bi xwîna kurdê nimêjker, û kurda ji xwe re bêxê xulam û cêrî û nav malî. Me mizgevt ji xwe re  avakirin û welat ji xelêkêre avakrin, û em li ser mizgevta bihevketin û wa em ji xwe re kirne acanis û em bûne agir û bi bedena hev ketin, û wa ji xwe re li me di   meyzand. Kurd man li ser cilika nimêjê û dijminê me bûne xwedî welat û zango û dibistan û nexweşxane û dermangih. 



  Hevalê min ji minre digot: eve bajarê Amedê eve ew bajarê tu jê hesdikê..? Lê min bawer nekir ku evbê bajarê Amedê, çimkî tiştê ku min li ser Amedê naskirî û xwendî xelkê Amedê kurdbûn lê kesê ku min li kolanê Amedê didîtin newek kurdabûn, çimkî kurd bi zimanê kurdî daxivin û min nedît kes û ne yek li kolanê bajarê Amedê bi kurdî daxivîn, ne ji pîreka û ne ji zilaman û ne ciwana û ne jî zarok, ta bi wî kesê ku li celdê Amedê sol boyax dikirin, bi Turkî daxivîn, Wek ku dibêjin ji dermana re jî min nedît ku yek bitenê, bi zimanê kurdî daxivî û di dilê minde bû kul ku ez bibînin va yek yan dido bi kurdî bihevre daxivin, mixabin ez di roja lê geram min kes nedît..!?
Gelo ew çi milete ku bi zimanê xwe ne axivê…!? Ma zimanê mileta ne ojdana waye, ma zimanê mileta ne dîroka waye ma zimanê miletekî ne nasnama wiye ma zimanê mirova ne nasnama mirova ye ma zimanê mirova ne mirov bi xweye!?……...



Ew çi kurde ku bi zimanê xweyê zikmakî ne axivê û bi zimanê dijminê xwe daxivê, û zimanê xwe nizanê. Gelo xelkê Amedê berxwdana kevnê xwe jibîr kirine.? gelo xwîna ku li Amed û derdorê Amedê hatiye rijandin ji bîr kirin.? gelo ew wêneyê Kemal Ato Turk ku evbû pêncî sal li ser singa Şêx Se îdê Pîran daniyîne û di nava bajarê Amedê de jibîr dibe.? gelo xelkê Amedê berxwedana Koçgîrê û Agirî û Dêrsimê û Bedirxaniya jibîr kirne.?
Yan ew jî weka Elêşan Begê serok Eşîrê Koçgîriyan, yê ku di sala 1878 an de bi melyon û nîvê wê demê çek ji Turkan re kirîn, û bi wa çeka sed û çil gundê kurda hate wêrankirin, yan weka Qasim Cibrî havlingê Şêx Se îd dema ku ew li ser pira Ebdirehman paşa da girtin,yan. xiste destê Turka de, çima Mistefa Başe serokê êşîre Mîran Teyrek Helekopter ji Kemal Ateturk re kirî, yan weka xelkê Dêrsimê dema ku Şêx Se îd ji wan xwest ku pêre rabin Şoreşê wa çû nama Şêx dane, destê Turka….. Ma gelo xelkê Amedê dibin bandore kî ji van dene……!?
Ma raste ku yê weka Şêx Obêdilah Nehrî û Ceneral Ehsan Nûrî Başa û Se îd Rîza û Xalid Beg û Ebdirehman Başa û Mîr Bedirxan, dema ku Turka malbata wî tev sergonî Stembolê kirin, û wî ji zarokê xwere got: "ji mal bata min yê ku bi zimanê xwe ne axivê ber nebêjê ez ji mal bata Bedirxanim". yan Şerîf Başa yê ku nexşê kurdistanê bire Lozanê û doza welatekî ji wayên ku li ser cilka nimêjê û tizbiyê sed û yek lib di destê wande kir. Û Kemal Ato Turk yê weka Înono şandin û li wir gotin: "kurd û Turk musilmanin û birayê hevin û em  naxwazin ji Turka başiqe bibin". û Şerîf ji qehra soz da û got: "ez nema tême kurdistanê ta ku xwîn di damarê min de dicê û tê". û birastîjî ew nema li kurdistanê vegera ta ku çû ser dilovaniya Xwedê. Bi seda lehing û xweşmêrê wek wan têne jibîrkirin.
Di behweriya minde ew kesê ku îro bi zimanê dayîka xwe na axivê û dibêjê ez kurdim, wê di dema pêşde bêjê ez ne kurdim jî. Çimkî tiştê ku min naskir ji xelkê Amedê û kurdê serxetê yê bi kurdî baxivê ma nexwe ew kesîkî paşdemaye û ew nezane û zimanê kurdî li bawa zimanê kesên paşdemayî ye, Ji lewma ew xwe ji zimanê dayîka xweya birîndar û perîşan dûrdikin, Ew dayîka ku bi hezarê sala ev ziman bi xwîna xwe parsatî, îro bi hêsanî neviyê wê fedîdikin pê baxivin, û xwe lê nakin xwedî û gelek ji ber vê yekî ew bi zimanê dijminê xwe daxivin, û li cem wa zimanê Turkî zimanê kesê pêşketiye, û yê ku bizimanê Turkî daxivê ew kesîkî şarstaniye, û pêşketiye û şarezayê û diniya dîtiye û rewşenbîre û ev bûye rewşenbîriyek di nav xelkê serxetê de.!?   

Qamişlo

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark