Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Heke dema min heba

 


Meşel temo

Jiyana min, di hûnavê min de ye lewma tiştek kêm nine, tenê pir dem ji min re gereke, her roj dihisim ku pir tiştin hebûn min nekirin, ango demkî veqetînim ji bo kêm razêm, pir şiyar bim û heke min heyv bi dîta, minê li ser tîrêjên wî, hink ji xwe binivîsanday a û li benda alinda rojê bi mama û li ser baskên ronya wê minê bi ronya çavên xwe, diyariyek li ser nîgar bikra, ji xort û çîçekên gelê xwe re, ji gilokên pêşerojê re, bi gota : ez ji we hezdikim û bi we dijîm .


 kû dema nim heba, minê bi hêsirên dilê xwe, gula yasemîn av bi da û bihna wê li ser welatê xwe bi weşanda û minê hemû revokên sîdankan re bi gota ma ne bese dûbarekirina rêbazên parsê wê banga min jî, ji xortên ku ji herifandinê azad bûne, ku mafê gelan ne bi parsê tête standin, lewma heke dema min hebe minê ew xortên ku ji xêza parsê derketine himbêzbik re û germaya singa xwe liwan belav bikra û min ji wan re bi hestên zimanê xwe nîşan bikra ku dema gotin û lîstan bûhirtye û ava gotin û dest pelandinê, pêkenîna bi miletê me, ji wan kesê di eniya çanda tirsê ci girtine û dixwazin roja xweseriyê bi bêjinkan veşêrin, heke dema min heba, min ji asoyê ku bi vedenga dîwaran re tê, ku ne dîtinê de hûn di hemo çavan de ne, di lêvkirina stêrkên ne dîtine, hûn di şank û bijankên xwînê de ne , heke dema min heba min helwesta xwe belavbikra ji list û imzekirinên bê sûde û di perşanya şîrovekirina bê vehêt, lê pir dilgeş û şadim ku yasemîn ne di wê rêza parsekan de bu lew ma her sibiha ku bi roniyê dibînim bo sibe, ezê di parsûyên xwe alekê çêkim û li ser tîpên yasemîn avakim ku ji çanda tirsê û tama şikenandinê û xizanya parsê azad bûye .
heke dema min heba, min dem bi afiranda û bi babîsokên ne dîtî re, hêviyên salan bişanda û minê bi gota, jib o yasemîn di azadî û girtinê de, di saxê û mirinê de, ezê her demê zêde bikim û tim û tim wê dema min hebe, ku ji gilok û xortan re bêjim :
Ez ji we hezdikim ……….

17-2-2009

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark