Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rewþenbîrî çiye…? Rewþenbîr kiye…? Rewþenbîrê kurd kiye…?

 


Xalis Msewer

1- Rewþenbîrî çiye
Peyva rewþenbîr û bi latînî(Celture), ji çandiyê û þikenandina qada bûr hatiye lêkbirrîn, û mîna wê jî þikenandina nezaniya mirovên nexwendî û cêhil, û amedekirina wî ji ronî û þewqa zanyaryê re.
Zanyarê mezin (Taylor), rewþenbîryê didenasîn û dibêje: (rewþenbîrî ew lêkdana bitemametiye, ku êbistmolocî, û ol û mîtolocya, û huner, û rewiþt, û yasa, û kelepûr, di bin siya wê de cih digrin.Û çi adat û teqalîd û lebatên, ku mirov mîna endamekî civakêye bi dest dixe).


Evna tê wê mane ku ew kesê rewþenbîr, xwedê sînga wî ji roniya zanistê re vekiriye, û tarîbûna nezanyê li ser çav û mejyê wî daye alî, ku karîbû piþtî westandin û rêwîtiyeke dûr û dirêj, ji çemê rewþenbîryê têr vexwe. Ji ber wilo navê rewþenbîran bûye ronakbîr, ku di þevên tarî de dibin mûm û finer li pêþya miletên xwe vêdikevin û ronî didin. Tê gotin jî, ku pêwendiyek diyalektîkî, di nav bera zanyaryê û hiþyar bûn û xwenasînê de heye, çiqasî mirov zanyarya xwe zêdebike, hevqasî jî hêþyar dibe, û xwe ji memleketa heywanatiyê bi dûrdixe, û kare di gola mirovantiyê û þahrestanyê de melevaniyê dike.         

2- Rewþenbîr kiye
Rewþenbîr ewe yê ku hiþyarbûneke xurt di mejyê wî de hatibe bi cihkirin, û nerîna wî ya siyasî kûr û dirêj bibe, û giyanê fîdakaryê vêre xurt bûe, û karê xwe bicih bêne, û bi bûyerên milet ve hatibe girêdan
Û li pêþya miletê xwe bilive, û bi êþ û derdên vî miletî ve pir hatibe girêdan, kun (Lênin) jî, ji berê de gotiye:(Rewþenbîr çavên miletên xwene).
 Bablo Nîroda jî dema jê pirskirne: Tû helbestvane tu girêdaye bi êþên miletê xwe ve yan na…?. Gotiye:(Tu daxwazên min yê mizin nînin, ji bilî wê dixwaza min, ku ez bi helbestên xwe xizmeta xelkê bikim, mîna min mîna nanpêj ji nanê xwereye, û mîna xerat ji masêreye). Bi kurtê karim rewþenbîr weha bipesinînim, ûwezîfedarbikim.      

3- Rewþenbîrê kurd kiye
Ez dibînim ku divabe rewþenbîrê kurd çave miletê xwebe, û ji kelepûra miletê xwe têr vexwe, (wehî) û bi eqlaniyet, û bi mehiyekî vekirî, û kultûra azad û rizgarkirin, û bi ramanên berxwedanê ve gava bavêje, û nehêle ku diyardeya ji hevketin û nezanî û xurbet têkeve nav civaka kurdî de, û ramanên berxwedanê daxe nav milet, û fikr û ramanên çewt û nerast ji nav milet bi nivîsarên xwe bide alî, û ramanên istiratîcîk di nav de kûrbike, û civaka xwe li pêþbixe bi herdû beþan netewî û civakî.  û mîna helbestvasnê espanî yê herî bi nav û den Fidrîko Garsya Lorka dibêje: (Gereke hunermend di rojên zehmet de, bi miletê xwe re bigirî û bikene, gereke em dev ji gulên zenbeqê berdin û ta bi newqê di nav heryê de biçikin, ku em karibin bi wan kesên li zenbeqa digerin alîkarbin).
Ramyarê îtalî Giramþî jî dibêje:( Rewþenbîr di binyata jorî de, ji her teþkîla abûrî – civakî de, aliyek serekanenin).   Lê dibêjim: rewþenbîr tevlî vê û wê, ewin dil êþên netewa xwene û navnîþanên guhertin û rabûn û hiþyarbûna welat û miletê xwenin, pîvanên þaristanî û pêþveçûna wanin, di nav netew û welatên din de hilgirê nameya milet û welatin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark