Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Delalê min, Ŝahoz Haco

 


Abbas Abbas (Ebês)

Ev cara yekeme, ku ez nivsekê ji xortekî ji malbata Haco, ku li ser serhildana Beyandûr nivîsiye dixwinim, û bi rastî ezî pir kêfxweŝ bim, ku ji qalibê bûyerê nehatiba der û hinkî ji kelgermiya xortaniyê dûrketiba, û camêr û ne camêr li gor daxwazên xwe, ji hevûdin cûde ne kiriba .
Ez li ser vê nivîsê bi Ferîdon Haco re axifîm û min soz pê da ku ez ti bersivê nedim, li peyê vê jî, birayê min Mehmûd, ji Amrîka ev daxwaza wî bû, ku ez bersiva vî xortî nedim .


Lê bi rastî, dîtin û baweriya min ji van her du kesan cude bû, û min dît ku hin xalên giring hine,  piwiste ez wan bidim diyar kirin, da di nav bera van her du malbatên dost de heqî winda nebê û da bi leyêstikin kesên nebas neyên xapandin .
 Delalê min Sahoz, ev nivîs ne bersiva gotara te ye, lê belê bersiva wan kesên di malbata te de ne, yên ku her tiŝt bi rastî negihandine te û nefŝê te, ku bi dehan ji neviyên Haco bi vê neheqiyê dane xapandin .
Tiŝtekî pir piwîste, ku mirov ne bi dîtina navê bav ya bapîrê xwe ku di govarekê de yan di malperekê de hatiye nivîsandin kêfxweŝ bibê, lê ka çi li ser vî bavê yan vî kalikê hatiye gotin dilŝad bibê û wek nimûne nivîsên birêz Xalid Îsa!... 
Tiŝtê heya aniha dinivîsên birêz Xalid îsa de hatine belav kirin û min xwendine, li ser Haco, tev ne ser bilindayê  ye, jiber ku di wan wesa-eqên wî de, Haco wek zilamê tirkan tê diyar kirin û dawî jî tê hiŝkerin ku dibê zilamê firansiyan û tu têkiliya welatpariziyê di nav çalekiyên wî de peyda nabin, dawî jî heger hûn baŝ di wan wesa-eqan de bi ponijên, hûnê têbigihijin ku tev jî devkiya hin sîxurên piçûkên, çi yê firansî yan jî ji tirkan re  .
Ez nizanim bo çi ev malbat li ser axatiyê wilo xwe didin kuŝtin û di demeke ku axatî li axa bû ye bela?!...Jiber ku tu kesî ev welatê han nekir bin destê dijminan de, ji axayên kotî û kerdiz pê ve, û da ku dîroka van axayên kerdiz nebê dîroka miletekî, giringe pir tiŝt bên zelal kirin, da ku ne li ser gotina dengbêjekî yan jî li ser dîroka ji devê sîxurekî, dîroka vî miletî bê danîn .
Min di nivîseke xwe de, da diyar kirin ku zaroyên Osmên( Mala Serhan; mala Betê mala Haco) ne ji herêma hevêrka ne, û ew ji eŝîra Erbiya ne ku Axayê wan Abdilkerîmê Alî yê Remo bû, û li gor hin ji neviyên Haco, piŝtî vê nivîsê, dan diyar kirin ku ew ji eŝîra Elîka ne!...Loma jî, dema ku dibêjin Hevêrka, em ne eŝîrê binav dikin, lê belê herêma Torebdîn, û cîroka guhrtina vî navê li gor Ŝerefxanê Bedilîsê, bi navê eŝîreke êzîdî ve tê girêdan, ku ew esîr jî aniha wenda ye . Û ji hezarî sed, mala Osmên ne ji wê eŝîrê ne.
Delalê min Ŝahoz, dema em li ser Haco yan Ŝêx sead yan sead Rida dinvîsinin, em wan wek mirovên ji netwa kurd dibînin, Loma jî, giring nakê heger tiŝtekî nigetîv di nav nivîsa mirovekî nivîskar re derbas bibê, em wî ne camêr bibînin, jiber kesên ku bê ŝaŝitî jiyana xwe derbas kirine hîn ne bûne, lewre camêr û ne camêr, ne bi mîzana te û ya malbata te tên qapan kirin .
Silêmanê Ebês û yên hat kûŝtin jî biraziyê wî Ebas bû û ne bira bû, ew jî serokê eŝîra Dorika bû û hîn jî lawê wî serokê vê eŝîrê ye û ne yek ji neviyên Haco.
Delalê min, li gor hin erf û edetên eŝîrtiye, heger te û malbata te bizanbia, we ne di got, ku Haco serokê van eŝîra ye, jiber ku di her bûyerê de,  ku di nav van eŝîran de dibê, çi mêrkûŝtin û çi jinrevandin, gerek dikir ku bi mezinê mala Haco ŝêwra xwe derbas bikin û bi gotina wî bibê!..Û ev qet di dîroka van eŝîran de hîn ne bû ye .     
Ya duyem jî, te yan yekî ji malbata te, kengî we di ber xwîna mêrkûjekî, çi ji eŝîra Dorkan yan Delmemkan , Codika, Saliha, kurseyî, Hacî Sileyman yan Kasikan….De derav dane, heya hûn xwe wek serok ji van eŝîran re dibînin!...
Dawî jî birazî, ji bergî ku ti yan ji malbata te li dîroka Biyandûr bipirsin, li dîroka malbata xwe, ku hîn li serxetê bûn bipirsin, da ku hûn bi zanbin gelo ev axatî ji ku ji were hatiye, yan bi rastî hûn ji malbateke axa ne?!..
Hin tiŝt ku vî xortê han,li ser Beyandûr, li gor ku jê re hatiye gotin daye xweykirin û em wek malbateke ku bûyer bi me derbas bû ye û serê kalikê me di sedema vê bûyerê de çû ye, em tiŝtekî dî dizanin .
Beyandûr bi rastî bi destê Haco û her sih û du peyayên pêre hat ŝewtandin û ne sêsed peya , jiber delalê min Ŝahoz, ti dixwazê ku Haco bi sêsed peyayê mezin bikê, lê mixabin ti wî didê erdê, jiber mirovekî wek Haco zîrek û ŝahreza bi sêsed peyayê re nayê binxetê û xwe nasipêrê Esmayel Heqî Qwendûz, ku zilamê tirkan bû û li ba mala Alî axayên eŝîra Hacî Silmaniya li Til Ŝeîrê di rûnŝt, ew jî da ku pilanên tirkan li dij Fernasiyan bimeŝînê, û bi rastî wek her kes dizanê ku derdê wî û yên mezinê wî ji tirko, sînûrê ku nû dihat danîn bû û ne gelê kurdî bê xewdî û wenda bû .
Delalê min Ŝahoz, ŝerê dijwar ku li diyarê topê derbas bibû, tiŝtê em ji dîroka wê dizanin, ku Haco tevlî wî ŝerê ne bibû, bi tena xwe, eŝîra Dorka-Delmemika- Hacî silmaniya û Esavata û ji ereban, eŝîra Ŝerabî- Zibêda û ji eŝîra Teya jî ŝaxê Cewala ku ji wan mala Selomî û mala Humeyed, ew jî jiber ku jina Ebas keça ŝêxê wan bû û ew jî li heyefa wî digeriyan .
Ez dixwazim tiŝtekî ji neviyên Haco re bibêjim, hûn qenciya pir mirovan jibîr dikin, em sedema vê jî dizanin, lê bêbextî nebaŝe delalê min, lê tiŝtê ez tê nagijim, çilo hûn kar û xebata mirovekî wek Hesenê Haco didin winda kirin, jiber birastî heger navek bi Haco ketibê, di warê netwa kurd de, ew jî bi xebata wî camêrê bû, Piŝtî mirina bavê wî  , lê xuyaye ku hûn camêra li gor dilê xwe didin qapan kirin, û ev jî tiŝtekî di xwînê de ye .
Biraziyê Delal, tu kesî wek Medenî Ferho li ser Haco û li ser mala Osmên ne nivîsand, lê mixabin, jiber ku ji qalibê baweriye derbas bibû, tev hat qulbandin û bû dij wan kesên camêr .
Haco Haco, Alik Batê, Serhan , Ŝemonê Henê Heydo, Sofî Ebrahim kijalî, Kor Hesên pasa, Biŝar û Cemîlê çeto… Û her weha, dîroka van mirovên han, ne rûpelekên ji dîroka kurdan, lê belê weneyek bû ji kultûr û jiyana miletê kurd di herêma me de, û bi hemê nexwŝî û derd û êŝa wan camêran em serbilind in, û piwîst nakê ku lawê Alîyê Yunis ji Qewmê çiya yan jî neviyên Haco, bi tena xwe serê xwe bi dîroka wan bilind bikin, jiber ku bûn yê gelekî û ew gel hîn jî di nav erandina êŝ û derdê bindestiyê de ye .
Li min bibore birazî, diroka malbata Ebês û ya Haco bi hevûdin re hatiye derbas kirin, û ez di wê baweriyê de me , ku tiŝtekî nebaŝ di nav bera bav û bapêrên me de derbas nebû ye heya ku em wan ji hev dûrbixin û em jê ŝermbikin , Haco Kalikê pir ji neviyên Ebês e, û Ebas jî wilo Kalikê pir ji neviyên Haco ye, loma jî heger serbilidayîk hebê ji van her du camêran, em her du malbat bi wan bi nîvîne, lê birazî, ne li ser derwên çeqlekî yan sîxurekî kotî .
Dawî jî delal, dem dîrokê zelal dikê, ku ti hinkî bi aram be .
Silavê min birazî ji te û malbata te re
Abbas Ebês

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baŝ
Pir baŝ
Baŝ
Ne xirab
Xirab

Vebijark