Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: NAMEYEK QEDEXEKIRÎ

 


 

Demhat  Dêrikî

Li min bibore canê ger li ber dîwerekê bê deng
Bi tenê,sêwî,bê çare rondikên lewaziyê
Dêmên min dikolin û her kolanek dibe cokeke ji herkandina
Ava derdêþan!
Ma ezê çi bikim canê?


Hezkirina ez li bendê di navbera didanên rizî û bêhn pêketî de
Tê parçekirin û her parçek strana xwezî bi dih distrînê.
Ramûsanên ez li bendê di navbera lêvên qermiçî û kal de dike hawar.
Memikên ku bi salan aþopên min li ser avabûyîn
Di destê biyan awiran de tê guvaþtin
Û nalînên wê ez kirime mûmeke helyayî.
Ka,
Me soz dabû piþtî þiyarbûna ji xewa sedê salan
Pora te bibe geþbûna gulên biharê,
Bejina te bibe sirûþta feraþîn,
Meþa te bibe xweþiya paþerojê
Û ez li serê agirî bi denegek gur bêjim ev e evîna min!
Lê va ez qedexeme,
Navê te li min qedexeye,
Kenê te li min qedexeye,
Peyvên min li te qedexeye,
Tu li min qedexeyî.
Hooo yara ez bi zindî kirîm gorê,
Te ez kirim pir
Û tu bûyî keça hezkirî di destê derwan de,
Tu bûyî qehebek li meyxanên ku her kêlî destanên xwefiroþiyê lê tên gotin.
Ma tu nabînî canê,
Zarok li kolanên te pêxwas,cilqetyayî li bavên xwe digerin,
Dayikên xwe bi reþgirêdanê pêçayîn
Li ser gorên jibîrbûyî xweliya demê bi serê xwe de dikin.
Lê her ewrên reþ te dadiqurtînin canê.

 demhatderiki@hotmail.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark