Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dujinî, Sêjinî An Çarjinî, Di Vî Çerxê Pêþketî De, Gunhkariyeke Mezin e*

 


Konê Reþ

   Di 27ê Cotmeha 2008an de, parlamentoya Kurdistanê bi piraniya dengan Projeqanûna Pirrjinî ji bo zilamê kurd pejirand û neha ev projeqanûn li ber destê Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî de ye.
   Ez jî kefxweþ dibim wek nivîskarekî kurd ku nerîna xwe di pejirandina perlementoyê kurdistanê a derbarî Projeqanûna Pirrjiniyê de bînim ziman û bi hêvîme ku serok Mesûd Barzanî li ser îmze neke, ji ber ku berpirsyariyeke dîrokî ye..


Gerek vajî vê Projeqanûna Pirjiniyê, perlementoyê kurdistanê Projeqanûna Ferjiniyê an Yekjiniyê pêþkêþî perlemento kiribana, Da ku Kurdistan bûba nimûneke berz di rojhilata navîn de, hem dibû vekirina deriyekî þaristanî di cîhana Îslamî bi tevî de... Ji ber ku mirovahî bi pêþ de dimeþe, pêwîste tevgera mirovahiyê a jin û mêr jî, bi pêþ de here û li rewþa jinê, bi çavekî din bê mêze kirin; zilm û zora ku bi hezarê salan lê hatiye kirin û dibe sivik bibe. Ji ber vê yekê ez bi ferjiniyê an yekjiniyê re me.
   Wek ku diyare tev olên ku hatine û tev rêxistinên ku hene, ji bo xweþî, geþî û jiyanek çak ji mirovahiyê re hatine pê.. Her olekê xebat di ber xweþiya olperestên xwe de kiriye û dike, û her rêxistinek têkoþînê di ber jiyaneke rind bo  civata xwe dike.. Û wek ku em tev dizanin; jin nîvê civata me ye, ji mafê vê jinê ye jî ku di xweþî û þadiyê de jiyana xwe derbas bike.. û em tev dizanin ku jiyana jinê, qet bi hewiyê re xweþ nabe û di kulturê me de gelek çîrokên bi xem û êþ li dor hewiyê û nexweþiyên zarokan, malbat û civatê hene..
   Dujinî, sêjinî an çarjinî, di vî çerxê pêþketî de, gunhkariyeke mezin e, gunehkariyeke sê qolîye di heqê jinê, zarokan û civatê de. Eger jiyana mirovê zilam, ji rex nêrbûna wî ve, bi anîna du jinan a sê jinan an çar jinan xweþ bibe, li gor ku dine islamê izin daye, lê ji sê cihên din ve nexweþiyên malbatî û civatî pir dibin; Jiyana malê dibe dûjeh, ya zarokên vê jinê û wê jinê, li binguhê hev dikeve û dawî bingehê civatê ne bi rengekî tekûz tê ava kirin. Ango civateke seqet û hîledarî ava dibe.. Û em kurd hewcedariya me bi civateke saxlem û ji nexweþiyan dûr be, heye: Ta ku em karibin welatê xwe bi rengekî þaristanî ava bikin û welatiyên xwe di þadî û bextiyariyê de derbas bikin.
   Du kevok lûsê xwe datînin, mê û nêr e, me sehnekiriye ku kevokek nêr bi du kevokên mê re hêlîna xwe çêkiriye…

   Ev biryara ku perlementoyê hikûmeta Kurdistanê pejirandiye ne di cihê xwe de ye, ponijandinek dûr û dirêj jêre dive û dawî gaveke çewt e ne þaristaniye. Em ji serokê herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî hêvî dikin ku vî projeyê ne pejirîn e.
   Erê em bi yekjiniyê re ne, lê ne (Zewaca Kasolîkî)jî.

* - Spas bo mamoste Zana Sebrî yê ku em agahdarî vê biryarê kirin û hiþt ku em nerînên xwe derbarî pirjiniyê bînin ziman.

Qamiþlo, 21/12/2008

Jêder: Rizgari.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1.57
Bi Tevahî Deng: 14


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark