Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Ziman: Prastina ziman!

 


  Ahîn Zozanî
ahin.zozani@yahoo.com

Weke her xwendevanekî/e kurd min malperên kurdî diþopandin, çavên min li hevpeyivîna serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî ket (Li Kurdistanê gendelî heye û divê nemîne).

Ez li ser nivîsa hevpeyivînê rawestiyam, dûv re min xwest li dengê wî guhdar bikim, mixabin dema ko min guhdar kir, gelek gotinên erebî di hevpeyivîna wî de hebûn.


Dibe ev bû sedema ko rahêjim pênûsa dilbikul da ko çend hevokan ji êþa windabûna zimanê kurdî bi destê me tevdan ji serokên me heta bi zarokên biçûk.

Mebesta min ji vê nivîsê ne ko rexneya kek Nêçîrvan tenê dikim, lê piraniya berpirs û rêberên partiyan li herçar perçên Kurdistanê di gotarên xwe de zimanê turkî an erebî an farisî bikar tînin.
Ka wê çi gazina me hebe, ji Kurdên derbider û perîþan ko li gelek welatên cîhanê belav bûne û ketine bin bandora gelek zimanan û di bin bandora wan zimanan de jî mane.

Tev ko ez dibînim Kurdên ko li welatên derveyî Kurdistanê dijîn zimanê xwe ji yên ko li hundir dijîn bêtir diparêzin.
Ez hêvî dikim ne tenê nivîsa min ya ko li ser ziman, belê hemî nivîsên wisan ko li ser mijara ziman in, ji hêla berpirsan û xwendevanan ve bêne xwendin û ev pirsgirêka windabûna ziman ji aliyê me tevdan çareser bibe.
Dema serokwezîrê Kurdistanê li ser gendelî, jinkujî û gelek mijarên civakî diraweste, hêvî dikim ko hewildana çareserkirina pirsa ziman jî bike.

Bi teybetî nêzîkbûna zaravan û ji nifþê nuh re zimanekî standard amade bibe.
Ez dibînim çareserkirina yekem ko hemû zarav bi yek cûreyê tîpan bêne nivîsandin.

Da ko em tu astengiyan di xwendina berhemên hev de nebînin.

Dema ko gotinên beyanî dikevin nav nivîs û axaftina me de, eger erebî, turkî an farisî bin,

wê çawa Kurdên perçeyên din ji Kurdistanê ji wan gotinan tê bigihên?


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 16


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark