Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Hizniyê Selîm Bavê Adil 1932 – 2008 Mîrê Govend Û Dîlana Kurmancî

 


Konê Reş

   Di roja 11/12/2008 an de, stêreke geş di esmanê govenda kurdî a resen de rijiya. Evîndarên wî li dor darbesta wî kom bûn û her yekî, bi rengekî ew bibêr anîn û xatir jê dixwest.. Nexasim ewên ku gelek caran li ber dengê wî û awazên tembûra wî bejin û bala xwe hejandibûn..
   Hizniyê Selîm Bavê Adil an ( Şêx), wek ku jêre dihat gotin; bûye perçak ji kultura me, ji mafê wî ye ku di dergehekî berfireh re derbasî ferhenga kurdî bibe û çima na? Ew bû yê ku di rojên çetin û dijwar de, strana me, folklore me û zimanê me parast û xebat di ber de kir… Erê ew mîrê govend û dîlana Kurmancî bû.


Di navbera 50 salî de wî peyva kurdî a resen hembêz kir.. 50 salî dara strana kurdî av da.. 50 salî dibistana Eliyê Mihemed û Ûsivkê Çelebî şopand û ew bi xwe bû dibistan ji şagirtên nû re .. 50 salî hişt ku Serxet û Binxet li hev bicivin… 50 salî hewlda ku zinarê Mêrdînê li beriya Mêrdînê bibane.. çiyayê Omeriyan û Bagokê li deşta Xelef axa û Hesinan xwedî derkeve.. Qamişlo ji Nisêbînê dûr nekeve…
Bavê Adil di sala 1932 an de li gundê Herem Şero çêbûye, wek ku diyare ji malbata şêxê Cibir e. Wî hez stran û tembûrê kir, tevî ku lêdana tembûrê di malbata wî de qedexe bû, lê wî xwe fêr kir û bi hezaran bejin li ber tembûra wî hatin hejandin û bi hezaran şahî û govend gerandin. .. Piştî koçkirina Ûsivkê Çelebî wî barê wî li erdê nehişt, rahiştê û xwe di berde westand.. Ango ew yekî tekanebû di wî heyamî de ku dibistana Ûsivkê Çelebî parast û bi saya wî şagirt çêbûn, ku roja îro ew dibistan hêj li dara. Ji wan şagirtan mirov dikare nave kurê wî Adil Hiznî di sere wan de bibêje, hem jî Seîd Gabarî şagirtekî wî bû, û wiha Îmad Kakilo, Şefîq Bavê Raed û gelekên din.
   Hizniyê Selîm jêderek bingehîn bû ji Dr. Celîlê Celîl û rehmetî Ordîxanê Celîl re, dema ku di salên heyştêyan de dihatin Qamişlo û zargotina kurdên Binxetê kom dikirin..
   Di êlûna 1982 an de, dema ku Prof Dr. Celîlê Celîl ji Yerîvanê hat nav kurdên Sûriyê, hingî wî beşekî xweşik ji stran, çîrok û folklorê Kurdên Sûriyê komkir û di sala sala 1989 an de li Swêdê, di bin navê(Zargotina Kurdên Sûriyê) de çapkir. Di wê pirtûkê de, di bin benda176 an de, di derheqî Hizniyê Selîm de, wiha dibêje,:
(( 176. Werin Dîlanê Esmer: Hatiye nivîsarê 31 gulanê sala 1982 a li Qamişliyê ji zarê tembûrvan û stranvanê eyan Husniyê Selîm. Dengnivîsara stranên wî cem me hene. Xeberê strana meji zarê dengbêj nivêsiyepey dengbivîsarê. Himberî hevkirina têksta û xeberê dengnivîsarê ferqiya mezin nedan.
Husnî ê Selîm: Sala 1931a ji diya xwe bûye li gundê Herem Şero(12 kîlometra ji Qamişlî dûr e). Tembûrvan stranê xwe ji stranbêj Elî Mihemed hîn bûye. Husnî bi xwe ji eşîra Temika ye, Pînar Alî. Bi eslê xwe Şêxî ye. Me ji dengbêj devdevî hevtê stranê govendê bi deng û  bi qedandina tembûrê dengnivîsiye)).
   Li vir pênasîna Dr. Celîlê Celîl ji Hizniyê Selîm re xelas dibe, û van stranên wî yên govendê cihê xwe di 25 rûpelên pirtûka wî de girtiye, ji rûpelê 309 ta rûpelê 333 an. Di gotina xwe de dibêje ku wî 70 stran ji zardevê bihiştî daye hev.. lê gotinên stranên ku wî kirine pirtûka xwe de evin: Ziravê, Dolabê, Gulê, Mencê, Xanimê, Kejê, Siltanê, Êmo, Leylko Leylanê, Keynê giran, Yar De Yar, Besnayê, Xurfanî, Bejna Keçikê, Kinê, Edlayê, Canê, Eyşanê, Xensê, Sînemê.
Rehmetî dor sed û pêncî stranên govendan, di dor 4/5 kasêtan de tomar kirine.
Hêjaye gotinê ku di roja 05/11/2008, bihiştî Hizniyê Selîm ji rex Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî ve, bi seroketiya mamoste Derwêşê Xalib û beşekî ji rewşenbîran,  bi xelata rûmet û rêzdariyê hat xelat kirin. Ji ber ku ew  wek dibistaneke orjînal bû, di warê mûzîk û strana kurmancî a reqsê de û bi saya wî gelek ji stranên Kurmancî yên reqsê hatine parastin.
Em jî sed gurzên gulan, hezar gurzên gulan diyarî cane wî dikin û em bi hêvîn e ku kurê wî Adil şopa bavê xwe berdewam bike.Serê we sax be, sere rewşenbîriya kurdî sax be û serê malbata wî sax be. Bihişta rengîn mala wî be. Bi vê helkeftinê ez gitinên vê strana wî a bi nave Bejna Keçikê ji we re dikim diyarî:
Bejna Keçikê, kelha hesinî,
Bejna delalê, kelha hesinî,
Hoste mi berdanê, gîhandim binî,
Ser sînga gewrê, kêfa mezinî..
Bejna keçikê, minara Helebê,
Govendek gerya, li deryê neqebê,
Qîz û xort ketnê, celeb celebê,
Dilketim Esmerê, ji dil û kezebê…
Mala me bar kir li gelîkî kûr e,
Ser sînga gewrê, hevrêşmê hûr e,
Ez te ramîsim, bajarî dûr e..
Mala me bar kir li gelîkî teng e,
Ser sînga gewrê hevrîşim reng e,
Ez te ramîsim, lê zû, me dereng e..
Welle, tu canî, bille tu canî,
Tu bi sola sorî, bi gorê Mûşanî,
Mal mi xera kir, agir lê danî,
Ji derdê Esmerê ez ketim vî halî..

Qamişlo, 12/12/2008

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark