Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: Hêrsa min tê ku ...

 

 

Besam Mistefa


Wekû
Dîsa şev ji çavên te bibarin û
Vê şeva min dagîr kiriye
Du bostan ji min dûr xîne ...
Erê kezîkura min !


Bere roj dema xemla te bibîne – tarî bibe
Bere şev bi çavnebariya xwe bimire biçe
Dema ku ji nişkave çav li pora te ...bike
Bere heyv xwe veşêre
Bere stêrk bi vemirin..
                  Bi temirin !

  *  *   *   *

De bibarîne
Ey bûka berfê !
Ey afireta aferîdeya axa Xwedê !
De ,
Bihna şev û memikan
Bi ser topraxê me bêwaran bixe ...
De ,
Gulstêrekê li asîmanê me xemxwaran
                                             Xîne ...
Barana ku li derve di bare
                                              Sêwî bihêle
Reşkên şevê yên ku bi şevan ji dayik dibin
Û li pişt dergehan radiwestin ,
     Bi dengê maçên xwe ji qehran bi fetisîne ....
Û sînoran jî bi herfiîne ...
Wan sînorên bê ijmar
Bi mêbûna xwe ya har
     Bi hilweşîne !
Dilê min yê rawestiyayî ...
Bi dînîtiya xwe
Bi ava ber û singên xwe
Ji min bi dize ...
Bi dize û ...
Ji kefen derxîne !

  *  *   *   *

Kezîkura min !
Her şev
Heman çîrok dubare dibe
Rûpel
         Rûpel
                  Bi tiliyên bayeka mê
                  Dîsan tête vegotin !
Şev !
Û heman çîrok dîsa li ba dibe :
     Ez û
            Şev û
                     Kezîkurê windayî ye !

  *  *   *   *

.....Li wan şevên zivistanê yên dirêj û bêxwedîmayî, dema ku agirê sobê gur dibû , sor û şîn û zer dibû , û hezar dev ji seridandina çîrokên êş û îxanetan , çîrokên jibîrbûyan ; birayên têkçûn û tinazan ; pêkenokên xelk û aleman ; xuşkên stûxwarî û bêhêvîmayinê ; yên ku ji herdû dunyayan mehrûm ...., qul dibûn .

     Li wan şevan ku agir gur dibû ,
     Şaşîtî û gunihan xwe li ba dikir :
     Çiqasî me xwe jibîr dikir !
     Çiqasî me Xweda û Pelîd jibîr dikirin û di nav
Reşahiyê de , bi şev û gunihan rapêçayî , li ber agirê germ û çîrokên bi xem û êşan poşayî , em di xew ve diçûn ...lê ! Êş , xemgînî û xisaret şiyar diman ...mîna pizotên wî agirê sobê û... wî agirê di dilan de , şiyar diman .......di çirisandin !

  *  *   *   *

Çûkên xezeba min
Vane dikine çîve çîv
:
Ne tî me
Ne birçî me ,
Aciz im ez û ji çixaran pêve tukes
Li min nebû xwedî !
Tiştek nîn bû û
Tiştek nema .....û ji nemanê pêve tukes
Li min nebû xwedî !
Ez dê bi ku ve herim
Êş lê nebin ?! Û ji vî Bakurê bêxwedîmayî pêve tukes
Li min nebû xwedî !
........
Çîve çîv bilind dibe
Hêrsa min tê ku .....
Li min bibe xwedî !!

                                              Kurdistan
                                              8-2-2006

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark