Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: DENGVEDANA TIRSÊ

 


Hozanê girkundê

 Li vî welatî gotin têde lerzokin di qefilin tev tazîne bê tebatin an jî tirsokin xewn û hêvî bê watene tim revokin bê hevokin li vî welatî gerdûn rþe her tariye dem sal girtîne xenqîne gemkirîne li vî welatî jiyan bê ser û bere xav û sar di mîne herdem lale mîna lalbûna zemînêye li vî welatî hertiþt têde ew bi êþe jar û xemgîne li vî welatî çivîk bê hêlîn di mînin bilbil xeman di kþînin li vî welatî hertiþt bê renge yaseyên mirovatîyê di dadgeha hovatîyê de bê wêne û xemil wilo bilandî di mîne li vî welatî pir tiþt têne wêrankirin têne


qedexekirin tenê dîwarên zindanan têne pirwaz kirin di lopên hêsiran di lîlînin li vî welatî bihar bê gul bê bîn tê vejandin di meyxana cûdahîyêde di çelmisin çavêd mendalan herdem þilin bi girîne xaz yiz in bê pênas û bê ayndene rojên temenên xwe di hûnin bi kemera tirsê têne pêçandin bi sawa dengê cenawiran bê xew û birçî di mînin li vî welatî kovanên sotî dilên dayikan di pelînin destên bi qirêj giyanê tekoþînan ji laþ di revînin nenûk ji goþt radikþînin qevdên sitirîyan li ser riwê berbangê radixînin li vî welatî bihna tozê bihna barûdê bi ser bejna newrozêde di barînin firiþtîyên dojehê qonaxa hebûname di pîvin roj bi roj xweþîyê ji nêv zevî ûgulîstanên me mîna findekê bi þewl vedimrînin li vî welatî me bê sibe û bê êvar di hêlin carekê xizanî ûcarekê koçberî û carekê ji welat miþixtî ûpenaberî li vî welatî pênûs li ser riwê kaxezan ser xweþ di mîne girnejînên fedîyok xwe ji ser lêvan di xeyidînin li vî welatî em li xwe di gerin di nêv nîgaþande wilo wilo em windadibin bê ronî li hev di gerin erê emê li xwe bi gerin ta em xwe bibînin li vî welatî

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark