Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Erênî û neyêniyên pirrdengiyê

 


  Dr. Heznî Haco
heznihajo@hotmail.com

    Di salên bûrî de kêm kes û rêxistin – bi taybetî di welatên paşketî de – man, bê ku bi pirrdengî û pirrdengiyê ( te`edudiyeh) bang bikin. Em kurd di demek pirr kurt de ketin serê govendê û me yên din dan paş xwe. Di welatên pêşketî de kes vê daxwazê nake ji ber ku ev yek weke tiştekî xwezayî tê dîtin.


Di van welatên ku azadî ji nan û avê giringtir e, bi dehan rêxistinên siyasî, wêjeyî, aborî ûhwd hene, ji bilî komeleyên xwendevan, bijîjk, parêzer, karker, cotkar, werziş ûhwd.
   Pirrdengî û pirrengî li bejnûbala van welatan tê, ne li ya me belengazên ku di bin nîrê netewin ku dîn-dijminên demokrasî, azadî û pêşketinê ne.
   Li Elmanya – wek nimûne - mirov dikare bi saetan temaşeyî gengeşeyên di nav bera rêxistinên desthilatdar û yên hevrikên (opozisyon, mu`arede) wan bike. Di kongire û konferansên partiyan de, gengeşe û qirikziwakirina ku di nav endamên yek rêxistinê bi xwe de peyda dibin, me dinyanedîtiyan matmayî dihêle. Li ber çavê  min e ku hijmarek ne kêm ji yên ku van gotinan niha dixwînin, di bin simbêlan re dikirkirin û dibêjin: Heznî mejiyê xwe xwariye ku me û elmanan bi hev re dipîve.        Gava em di civatan de xwe pehn dikin û xwe dikin zanayên her tiştî û dibêjin; dinya bû ye weke gundekî û dikevin nav terminolojiyên wek globalizmê ûhwd, bi gotinek din dema derî û çavkaniyên zanîn û zanistiyê li her devera dinyayê li ber destan bin, êdî ev çi behane ne ku em - bi kêmasî di warê têgihiştinê (zihniyetê) de - xwe bi pêş de nabin?
  Dema netewek serbixwe be, rewşa wî yî civakî çiqasî li paş be, hewqasî hebûna  pirrdengiyê di cihê xwe de ye, lê bi baweriya min, dema netewek bindest be, tew di bin destê netewin ku diktatorên sergamêş rêvebiriya wan dikin, tenê yekdengî dikare têkoşîna rizgarî di demek kurt de bigihîne armanca wî.
  Ka em werin ser rewşa netewa xwe ya kurd. Li başûrê welêt dema hîn rêxistin nebûn, em bûn cangoriyên eşîrtiyê. Li pêşberî axa, beg, şêx an melayekî bi rûmet ku serî hildida da ku gelê xwe azad bike bi dehan – heger nebêjim  bi sedan – şêx, beg, axa û melayên noker derdiketin û serhildana wî diperçiqandin. Di destpêka tevgerên revebirekî ji qama birêz Mele Mistefayê Barzanî de, eşîrên derdora wî bûn, yên ku bûn noker ji desthilatdarên Bexdê re û pişta wî şikandin.
  "Pirrdengiya" salên 70 û 80iyan ji sedsala bûrî hişt ku cendekên bi hezaran pêşmergeyên "pirrdengiyan" li gastînên şerê di nav bera bira û bira de, bimînin. CÛD û CEWQED weke ku ji hev kuştin ji leşkerê iraqê ne kuştin.
  Dema her du bûn yek Seddam tê anî der ku eger ne bi hovîtiyên wek Helbçe be ew nema dikare zora kurdan bibe.

  Li rojhilatê Kurdistanê "pirrdengiya" PDK-Iran û Komele jî ji me tevan re li ber çavan e, wê çi kir û çi nekir. Zana û şarezayek wek birêz Dr. Qasimlo bi hemu têgihiştinên xwe yî zanistî ku ji Ewrupa bi xwe re hilgirtbû, bû bêçeng û per û dawî kete davika "efyûnkêşan".

  Ji xwe li bakurê welêt, berî 15ê tebaxa 1984an weke ereb dibêjin " heddês wela herec"(bê tirs û şerm biaxive). Li vir, bi taybetî di dawiya salên 70êyî ji sedsala bûrî de rêxistinên me yî "pêşverû" ya kesnedîtî anîn sere hev.

  Ez naxwazim bînim ber çavên xwe heger me li vî beşê welêt çend çiyayin weke Helgurd, Karox, Gara, Metîna, yan Agirî, Cûdî, Bagok, Sasûn, Herekol ûhwd, hebûna!?!?!?!
  Bidin ber çavên xwe, rêxistinên me - yên ku bi kêmasî 60% ji gelê me navên wan nas nake, bi tenê navên sekretêr, emîn am û serokên wan nas dike – dê çi bi hev bikirana û çi anîbûna sere hev?" Ne`ûzû billah".
  Devjenî û devavêtinên çend mehên dawî di malperên kurdî de bi tena sere xwe wêneyek zelal ji me re dideyne.
  Tu li seran serê dinyayê bigerî û naveroka danezanên rêxistinên gelan bixwînî, tu qet deverekê nabînî ku wek rêxistinên me ku pesin, pêwistî û dabaşa PIRRDENGIYÊ dikin, peyda nakî, lê ma gelo kî ji rêvebirên me rêzê ji vê pirdengiyê re digre?      
     
  Niha, me li beşekî welêt – li başûr – rengek ji desthilatdariyek fermî afirandiye. Hebûna pirrdengiyê bi dilê me tevan e, ji ber ku cudabûna ramanan di mercek weha de dikare di her warî de pêşketinê bi xwe re bîne. Heger desthilatdarî - li vî beşî - ne tenê ji her du rêxistinên sereke – PDK û  YNK – pêkhatibûna, dê rewş hîn baştir û pirrtir bi dilê me bûna. Mebesta min heger yek ji wan desthilatdar, û yê din hevrik bûna, dê kêmûkuriyên ku hene, hîn kêmtir bûna.
    
    Gelo di rewşeke weke ya bakurê Kurdistanê de û di bin şert û mercên ku em îro tê de ne, pirrdengî yan yekdengî tê xwestin? Ez di zanim ku li bakur, ji bilî PKKe û DTPe rêxistinin dinî kurd hene, lê xuya ye ku bandora wan î li ser gel pirr kêmtir e. Kî dikare bibêje ku heger ev bandor xurttir bûna dîsa pevçûn û birakujiyek wek ên salên 70iyan li vî parçeyî, rû nedida? Tevî ku nakokiyin ne kêm di navbera van rêxistinan tev li rexekî û PKKe û DTPe li rexekî din heye jî, kesî ji wan – heger ji wan hatibe xwestin jî – raneşt çekan û li hember PKKe ya çekdar û DTPe ya sivîl şer nekir. Bê guman dîrok dê vê helwesta wan bi rengekî erênî tomar bike.

Heman pirs di rewşa rojavayî welêt de jî xwe dide pêş. Kî ji me, ji vê tertûbelavbûnê dilxweş e? Naxwazim pirr reşbîn bim, lê bi baweriya min parçîmkirina bi hevpeyman, rêkeftin û eniyan jî bersiva pêvajo û daxwazan nade.       

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark