Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexan: S peykern lal, bi pjna evna te peyivn! (Helbest)

 


  Ezîz Xemcivîn

1

Çaxê ez û kevir bi hev re hatin çandin.
Baranekê em her du avdan.
Rokekê tihn dida me,
Kevirê bê kok di cihê xwe de ma.
Lê yê min,
demê, bi tundî rehên min birîn.
Ji lew ra her epêlê
di babîsoka xwe de ez gêj kirim!


2

Ew bazên ko bi min re hêlîna xwe hûnandin.
Va çêlîkan bi firê dixînin.
Lê yê min,
hêj pênûsa min,
li dilekî spî û peleke qîz digere.

 3

Li Kakaokê Mala Ermela*
min û te avjenî di tariya dilê taxê de dikir.

Me bi destê roka her du canan digirt.
Ta ko evîna ava li me hilat.

Ta ko bayê xeyidî,
sira xwe li pencera dilan dida.

Ta ko nermoka serê mêweyan,
meya evînê digufat.

Ta ko kilê hizrê,
li ser rêka çavan xêza xwe dikêand.

Ta ko hênkaya avê xewn û xewn,
berê pevekê ji lêvan diguhaste lêvan.

Ta ko tilmê li ber paldeyan nermijî,
û cihoka "hisretê" bi ser kêlîkên nêçîrkirî ve diherikand.

Ax!… ax!
Ne viyana ko samanê bike!
Ne bihna ko piikê aram bike!
Ne siya ko germa evînê lal bike!
Ne keleheke gebînê, ko xwezîçirkekê sar bike!

Werdekên feraîna dil,
di bin sîbera destên te de dilûsin.
Stêrên xewnên min
di razeyên evîna te de çirîskan didin.

Pênûsa min ji wê hingê ve bi hebûna xwe hest bû.
Li ser dara hestên hebûnê,
tevna hêlîna kenê min dest pê bû.
Dema tîrêjên nerînên te,
li ser deryaya bihna min tîrêj vedan.
Êdî tîpên roniya me beranber hev bûn.

Hêvî, navbera nêrgizîn bû,
peyapey em kirin vêsiha temen.

Dîsan li vî kakaokî,
destê te ji wê dûriyê pêçeka bendewariya min dilorîne.
Çavên me,
dilan bi pêçiyên rokê tevdidin.
Keser û nihêniya peyvên me dûmanê didin.
Çendîn xalxalokên hevokan ji hêtûna dûriyê bêzar bibin.
çendîn basikên xweziyan
di ser gorepanên ewata dilan re biewitin.
perperîkên helbestê bi pêjna evîna te difirin!

31.10.2008
Kakaokê Mala Ermela: Ev kakaok li taxa me berî 20-30 salî bi mêwe, înkayî û coyên ava hênik gelekî navdar bû.

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark