Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

her bilind bimīne bejna helbesta kurdī

 


 mehrecana 13an xalek veqetandî bû di xebat û bizava rewženbîrî de
Di dawiya xebata salekî de , bi darxistina mehrecana 13an bi encam bû .
Komîta amadekar ya mehrecana 13.an civîna helsengandina karê salekî ji xebata xwe nirxand , û li ser kêm û kasên li rûdayîn rawestiya .
Di serî de em rêzdarî û sipasiyên xwe ji hemî kesên beždarî mehrecanê buyîn re dikin  , çi mêvan , helbestvan , nivîskar , rewženbîr , dezgehên ragihandinê , guropên çandî û tevgera siyasî , yên bûyîn alîkar ji pêkanîna vê helkeftê re .


Komîta amadekar berî niha bi heft civînên karûbar li hev civiya , di her civînekî de rê û rismek ji xwere kire armanc û kam , bi qasî derfetên di destê xwede li ser hûrikên kar rawestiya .
Pêžî hemî endamên komîtê bi giyanekî berpirs tevgeriyan û xebat kirin , tevî rêzgirtina ji xebata siyasî re lê biryar hate standin ku mehrecan ji bin siha partiyetî derkeve û bibe çalakiyek rewženbîrî ,
Komîte bi çavekî wek hev temaže li hemî helbestvanan kir , ji bo vê yekê destek ji hemî hêzên hevcih hate xwestin da ku bi xebata wan re arîkar bin .
Bi karekî hevbež çend qûnaxên sereke ji xwe re kire bingeh .
Berhemên komîta amadekar :
Çapkirin û wežandina pertûka mehrecana 12.an ya helbesta kurdî .
Danheva berhemên hemî helbestvanan .
Beždarbûna komîtê di ahingên rewženbîrî de , di bin navê komîta amadekar a mehrecana 13an de .
Agehdarkirina hemî helbestvanan da ku berî 2592008.an berhemên xwe bighînin ber destê komîta amadekar .
Wergirtina diravî ji bal hêz û rexistinên kurdî  .
Ronkirina rêkûpêkiya derçûna mehrecanê di dezgehê ragihandinê de .
Avakirina komîtek nirxandinê serbixwe ji heft kesî , pispor û kawirê nirxandina berhemên gihayîn ber destê komîta amadekar .
Rakirina navê xwedanê her helbestê û bi nimreyan hatin nîžan kirin berî bighin ber destê komîta nirxandinê .
Komîta nirxandinê ji xwe re çend xalên pîvanên helbestan danîn û li gorî wan pîvanan pile  (piwan ) rêzkirin,ci ji helbesta kilasîk yan ji ya nûjen re :
1-Kêžana helbestî .
2-Rêziman û rênivîs .
3-Wêneyên hestyarî .
4-Çêj .
5-Naverok û babeta helbestê .
Her endamek ji endamên nirxandinê bi serê xwe berhem nirxandin û pile danîn .
Hejmara helbestên hatîn nirxandin 108 helbest bûn , ew hemî bê nav , bi nimreyan gihan komîta nirxandinê , pižtî wergirtina pileyên helbestan ji aliyê komîta amadekar ve , pile hatin komkirin û dabežî heftan bûn , û di encamê de rêzika navan diyar bû .
Komîta amdekar sê xelat terxanî vê mehrecanê kir ,( kêžesaz , nûjen , rêzdarî ) .
Wergirtina xelatan :
·        Xelata çaktirîn helbesta kêžesaz helbestvan MELEVAN RESÛL wergirt .
·        Xelata çaktirîn helbesta nûjen helbestvan DILDARÊ AŽTÎ wergirt.
·        Xelata rûmetê ji bo helbestvan EHMEDÊ ŽÊX SALIH hate dan .
·        Biryara komîtê ew bû ku 40 helbest ên pileyên bilind werin xwendin .
·        Vexwendina bê cidahî ji kesayet , rewženbîr , helbestvan , guropên candî û tvgera siyasî re .
·        Helbestên 50 % pile wergirtîn di pertûkê de werin çapkirin .
·        Tomarkirina navê endamên komîta mehrecana 14.an .
Her çendî kar û xebat bê kêm û kasî nabin , em lêborîna xwe dixwazin û bi hêvîne di pažerojê de ew žažî werin derbas kirin .
Hejmarek helbestvan di vê ahengê de beždar nebûn ji ber hoyên taybet , lê tižta balkêž ewe ku me rêpîvanek žaristanî û hemdem   ji nirxandina helbesta kurdî re kire bingeh , ji lew piraniya helbestvanan lêvegerek û xwendinek nû ji helbestên xwe re çêkirin .
Komîta mehrecana 13an ya helbesta kurdî li Sûriye
Qamižlo 29/10/2008
  

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark