Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

MEHRECANA 13.AN YA HELBESTA KURDÎ

 


PÎROZBAHÎ
Bi helkeftina  Mehrecana 13.an ya helbesta kurdî li baþûrê rojava û li sûriyê , ku roja înê 24 10 2008.an li darket , em bi navê Tevna Çand û Huner a Kurdî – Dêrika Hemko di serî de hemî helbestvan , nivîskar , û xamezêrên peyva kurdî a paqij û resen silavdikin û vê Mehrecanê li wan pîroz dikin , her weha hemî rêvebir û amadekarên vê helkeftê jî sipasdikin li ser xebata wan ya salekî berdewam kirî , bi taybet komîta wan a çalak , ku ev yekem mehrecane bi vî rengî bi rêkûpêk pêktê , ji hêla rêxistinkirin , danhev a helbestan û nirxandina wan ji aliyê komîtek ji heft kesan ve .


Tu kar bê kêmanî nabin , çendî kar baþ û taze jî bi rêve herin , gazind bi dawî nayên û hin kes wê jê ne qayîl bin .
Di baweriya me de danhev a helbestên 108 helbestvanî , û belavkirina wan li ser komîta nirxandinê – belkî nirxvan hemî ne pisporin di rexneya helbestê de , lê têdighin – û rêzkirina wan li gor pileya standîn , ne tiþtekî hêsane , lê ya balkêþ ewe di vê mehrecanê de , ku ev yekem care xelat li gorî asta helbestê tê dayîn , dûrî nêrîn ên siyasî û helwesta helbestvan .
Em ji dil û can her sê xelatkiriyan MELEVAN RESÛL , DILDARÊ AÞTÎ, û EHMEDÊ ÞÊX SALIH  pîrozdikin , û bi hêvîne ku her û her gotina kurdî ya bedew , resen , paqij û biçêj ji devê wan bête ristin û hûnandin .
Dîsa em bi hêvîne ku di mehrecana bê de , kêmasiyên derketîn dubare nebin , û komîta amadekar xwe bighîne her helbestvanî , û komîtek pispor ji nirxandinê re were çêkirin , da em bi rastî nêzikî helbesta kurdî ya hêja bibin û xwe pê navbidin .
Cihê þanaziyê ye ji mere ku guropa me Tevna Çand û Hunera Kurdî – Dêrik , cihê xwe di asta herî jor de girt di mehrecana 13.an de , di helbesta kêþesaz de , ji neh (9) helbestên pileya pêþî 6 helbest yên endamên guropa me bûn , ev jî .. me pitir ber bi peywira me ve tajo , ku divê em hê xurtir ji berê guhdanê bi ziman û çanda xwe ya neteweyî bikin .
Bila bejna helbesta kurdî weke spindarên geliyê welatê me bilind û bala be , û keser , jan , axîn , û hêvî û xwestekên gelê me bîne ziman û ronkirinê .
Bijî xwedyê pênûsa gotina kurdî dirêse , yê ku li nav wêran û kambaxiyan digere ,û peyvên me yên resen ji nav dide hev û dike helbest û nûvejen dike .
Bijîn xemxwarên toreya kurdî .
Tevna Çand û Hunera Kurdî – Dêrika Hemko .
25 10 2008

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark