Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: NÛREDÎN ZAZA (1919- 1988)

 


Selah Beyro

Di dîroka gelên cîhan de, pir sembol hatine xuyakirin, navê wan bi tîpên zêr di rû pelê dîrokêde hatine nivîsandin, gelê me yek ji wan gelên cîhanêye yên bi sedê salan kar û xebat kirî ji bo çespandina mafê xweyê berze û bin pê kirî,mamostê navdêr û bê sînor,    yê jiyana xwe bûrandî bi biyanî û hejarî di zîndanên kedxweran de, yê hizir û ramanê wî kurdistaneke azad û serbixwe bû,yê ku dizîndana dest hilatê de got:


Emê zindanê kine dibistana zimanê kurdî,yê tu mercan nikarîbû wî rawestênê ji tekoşînê,bil ji mirinê, ev/20/sale gihiştî karwanê ne miran, mamosta yek ji damezrê partî demuqratî kurdistanî li sûriya  bû .
Kurte jiyana mamosta û Dr.Nûredîn Zaza:
 Nûredî zaza li bajarokê madin cavêxwe li  dinyayê vekir, ji çerxê bîstê, Nûredîn kurê Birahîm Afendî bû,yê dewlemend li nav kurdan, Nûredîn di piçûkanîya xwe de li dibistanên taybet hate perwerde kirin , girtina  bav û birayên wî, osmanî çav reşî wî kirin,bihtir dibe sedema hiskirina wî ji welatê wî re, N.xwendina xwe ye Seretayî li bajarkê madin bi dûmahî anî,xwendina navendî libajarê diyar bekir (amed) dest pêkir Piştî damezrandina komela (xweybûn)dibin bendora osmanîyade,bi birayê xwe Dr.Nafiz re giheştine bajarê helebê li sûriyê, mafê peneberîyê ji nûnerê   ferensî yên dest hilatdarê  . Ferensî xwest,lê mixabin Daxwaza wî,bi na, hate pejrandin ji bal sûrîya û  ferensîya ve,  hewcey gotnêye ku ew bi arîkarîya kiristiyanîyên ermenî karîbûn li helebê cî bigirin, dibû egera xwendina wî, di dibstana (al erd almûqedese)de ya navendî, li sala 1930.ê.z, pişt re berêxwe dane şamê , li mala axa Elîyê Zilvo li taxa kurda li kêleka çiyayê qasiyûn bicî dibû di gel birayê xwe Dr.Nafiz û hin penaberên din, Pir ji xwendinê hisdikir, lewra derbasî dibistana el ebreşîya dibe,û dixwendingiha navendî ya Fernsî de dest bi xwendinê kir,havîna xwe li cem birayê xwe derbasdikir, dema ku Dr.Nafiz li gundê indîwerê yê girêdayî bi bajarê dêrika hemko va kar dikir, tê zanîn ku Cemîl Başa lê miqatebû di sala 1935.an, de .piştî demekê Dr. Nûredîn derbasî nav rêxistinê dibe mil li mil bi seyda Cegerxwîn û Dr.Nafiz û Mîr Celadet Bedixan re,li wê dema agirê şoreşa malbata Elîyê  Ûnis pêdiket û gur dibû û Ebdilrihmanê Eliyê Ûnis mafê Penabriyê ji sûriyê dixwaze, dîsan tê zanîn ku hatina wan bo sûrîyê sebaret têkdana şoreşa Şêx se,îd bû ya li sala 1925a. destpêkirî,
 Dr. N.di gel hevalên xwe beyan nameke nerazîbûn dide hin balyozxanên biyanî li dîmeşqê,li ser karê tirkiya yê dirin dey ku dijî gelê kurdistana turkiya li sala 1937.ê.de bi kartanî ,Dr.N. û /15/ xwendekarên hevalên xwe  yekemîn rêxistin damezrandin,binavê (HÊVÎ).sal û nîvê evê rêxistinê berdewam kir,û yarîgiheke fût bolê -tepepê- damezrandin, bi navê yana kurdistan li  dîmeşqê  Sala1939.ê.yarîgiheke nav hatî,qehremanîya komarê bi dest xweve anî.ji bilî wêjî di sala1940î.de bi dîtina bavê mezin Berzanî bextewerî bû ,cara dawî ew û hevalên xwe sala 1944.ê li gundê çivtikê li kurdistana îraqê hatine girtin. li girtingih emara zindankirin,pişt re veguhestine girtingiha bexdayê,Elî Hemdî indamê komela Hêwe di seredanekexwede bo girtingiha nav hatî gote Dr.N.tu û hevalê xwe piştî/10/roja hûn gihine sûriyê piştî/11/ mehan di zîndanên îraqê de, bixwendina xwey    (al elûm al siyasîye)dibe peyam  nêrê îzga libnanê beşê kurdî, li cihê Kamîran Bedirxan,û diber karêxwere dibistanek bizimanê kurdî damezrand,sala 1947.a, bawernama ji zanko ya beyrûtê wergirt.
Dr.N.ber bi welatê siwêsra ve birêket,ji bo bawerrnameya diktora,mamosta N.Bawernama diktora sala.1948.ê qizic kir,li çîkoslovakya xwest ku êş û azarê miletêxwe,di îzgeha birag de bi weşînê, lê mixabin dest hilata çîkî derfet nedayê Dr.Nûredîn li kîjan cihîba dengê gelê kurd di guhê wîde bû,sala/1949/a.yekîtîya xwendevanên kurd li ewropa damezrand hijmara wan ji /6/xwendevana pêkdihat,bi serokatiya, Dr.N,bi arîkarîya perleman û civata şiyûx ya lozan bû.
Dr.Nûredîn karîbû rojnamakê bi navê kurdistan li ferensa bi weşênê,yekîtîya lawên demuqratî cîhanî, Dr.vexwendî kongirê xwe kirin yê ku  li bodabêst hate li darxistin û ewhate hilbijartin wekû nûnerê xwendevanên Kurdistanê.
 piştî xwendina helbestekê bi cilk û bergê kurdî, li ser bavê netewa kurd Berzanî.  Dr.Nûredîn bawernama (Al Elûm Alterbewîye) ji zanko ya lozan qizinc kir,dibin bendora balyoz xana tirka de, Dr.ji siwêsra ber bi sûriyê ve bi rêket,sala/1957/a.partî li sûriyê damezrand, û di be Serokê partî yekemîn, sala/1960/bidestê dest hilata sûriyê digel hevalên xwe :osman sebrî,reşîd hemo, Kinanê Egîd hate girtin.
 tê zanîn ku /3/ê.parêzeran berevanî li wan dikirin ,dadgihê Dr bi sêdardanê û apo Osman Sebrî û Reşîd hemo/10/sal zindankirin sizakirin Sala  /1961/ê Dr.nameyek ji bo serok Cemal Ebdil Nasir û yek ji bo serokê dadgihê  re jî rêkir,herdû nama bê sûde bûn,lê dibin bendora kurdên libnan û îraqê û berevanîya parêzerên hevalên wî (klbirt baştold) Sê dar dana wî vegerandine /5-15/sala,dawî sivk kirin bi sal û nîvê, cihê Dr.li girtin giha Al-qelha.xweş kirin,Dr.N, sala/1961/ê.azad kirin,li gel hevalên wî ,piştî herfandina yekîtîya di nav bera sûrî û misrê de.
 Dr.li Firok xana bajarê qamişlo pêşwazîyeke gerim lê hate kirin,bi arî karîya (partî ) Dr.N,û yekî din. Jipartî û yekî serbixwe û yek ji birayên kiristiyaniyan, navên xwe tomar dikin jibo perlemanê sûriyê, lê mixabin hêzên ewlekariyê nehiştin  xwesteka wan herê serî, dixwestin carekedin Dr.N. bincav bikin jibo girtina wî,lê vê carê azad  dibe ji girtinê bi arîkarîya mamosta memdûh silîm Û bavê Cengîz ,digihe libnan û komel gihekê didamezrênê ji bo alîkarîya kurdên mişext biwî ,bi Arîkarîya Kemal Canbilat,û di rojnama elnhar,û elşerq û elheyat û ecensê nav dewletî mîna ewropa û emrîka sala /1966/ a. dest bi weşanên xwe dike,  di heman sal de hêzên ewlekarîya libnan ew ber bi ordin ve, birêkirin careke din Dr.N,vegerandine libnan ji wêdê dane dest ewlekariya sûriyê,/almûlazim/ Mihemed remedan, raporek bi çalakîyên wî  dem lbeyrûtê bû jê xwest,diktor rapora xwe bi tawanên partîya desthilatê nivîsan û dayê,bi vî incamî Dr,N. ji encamê encamê   eşkencê /15/rojan di nexweş xanêde raziha,
sala /1967/.ê.ber bi turkiya ve di revê,li gundê girdêm dibe mihvan,bi rêberîya Elîkê Emîr digihê gundê xwe(îlazîx),Dr,N.jiber çavê mîtê tirka xwe di veşart,sala /1972ê,bi   pesporteke  sixte Ji turkiya ber bi bulxarîya ve bi rêket,ji wir xwe gihande welatê siwêsra.   sala/1972/ê.hevjîneke xwe  ya Siwêsrî dibîne û li sala/1973/a.zarokek bi navê şengo ji   wan  re çêdibe,û li sala/1982/a.mafê hevwelatî ya Siwêsra di wergirê, kul û kovan û xema Dr,N.ew bû ku ala kurdistanê bilind û bilind bi kê li ser Çiyakikî ji çiyayê kurdistana mezin bi destê pêşmergê bavê netewa kurd Berzanî,lê mixabin ew roj nedît û di.7.10.1988. de di nexweşxaneke lausanê de çû ber dilovanîya xwe.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark