Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Kongreya Nivskarn Kurd li Swd pk hat

 




Kongreya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê di 18 ê cotmehê li Stockholmê pêk hat. Hejmarek bilind ji endaman bedarî kongreyê bûn.


Li ser navê Yekîtiya Nivîskaran, Serokê Komelê Xaluk Ozturk çalakiyên sala derbasbûyî piralî nirxand. Nivîskar Zinar Soran jî rapora aborî pêkê kir. Pitre dîwanek ji bo rêvebirina kongrê hate hilbijartin.

Pitî xwendina raporan, ji endamê komelê, Nivîskar Osman Aytar dîtina xwe li ser çalakiyên komelê anî ziman. Aytar xwest ku, komele li ser buyerên li welat ji awira helwestnîandanê çalaktir bibe.
Nivîskar Enwer Karahan jî li ser nirxdayîna berhemên nivîskarên Kurdan rawestiya û xwest ku, komele ji bo danasîna berhemên wan, çalaktir bibe.

Pitî nirxandinên cewaz, endamên komelê komîteya karger ya nû hilbijart. Komîta Kargêr ji van Kesan pêk tê:

Zeynelabdîn Zinar, Silêman Demir, Zinar Soran, Bubê Eser, Sidik Bozarslan.

Enwer Karahan, Xaluk Ozturk û Sidik Bozarslan jî dê weke endam, bi têkiliyên bi Federasyona Komeleyên Kurdistanê re, yekîtiya nivîskaran temsîl bikin.

Zarathustra News – zoroaster@comhem.se

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 0
Bi Tevah Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark