Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Wergerandin û fewwaz evdê di koçika Qamişlo de

 


Di şeva 10/10/2008ê de û di pey rawestana çalakiyên xwe seranserî miha remezana pîroz koçika qamişlo ya çandeyî birengekî siruştî vegeriha berdewamkirina karê xwe yê normal di saxkirina şevên çandî û tewerî de li gel keç û xortên qamişlokî şevek ji bo wergerandinê terxankir bi mêvandariya mamoste FEWWAZ  EVDÊ û amadebûna gurûpeke berçav ji rewşnbîrên kurd li bajarê qamişlo .


Piştî
bixêrhatinê mamoste fewwaz dest bi xwendina simînara xwe kir ya dibin nave (giringiya wergerandinê ) têde tekes kir li ser pêdiviya pîtepêdanê ji karê wergerandinê re û hebûna wê. her weha mamosteyê simînarbêj got:wergerandin pireke di nava milletê serdest û yê bindest de , yan digire yan diveke .

Ew alaveke dinav zanistiya milletan de da ku herkes sûdê jê bigre ji ber ku şaristanî ne di destêmilletekî tenê deye û da ku mirov sûdê ji çand û kultorê her milletî bigre .
Û wergerandin bixwe du qûnaxin "qûnaxa ziwabûnê û ya afrandinê "û qûnax dirêj dibin û sedemên wêjî hene ku qels dimîne ji sedemên abûrî û jiyanî û tunebûna dezgihên piştgir ji vî erkî re ,û ne peydabûna zimanekî sitenderî kurdî û pirbûna şaşiyan di ferhengên heyî de  .
Her weha mamoste fewwaz got normale em ji zimanên biyanî wergerînin kurdî da ku çanda me hevçerix be bi çanda  cîhanî re û bi çanda biyaniyan re bê fetrûn kirin(telqîh).
Û paşê mamoste fewwaz evdê çend nimûne ji wergerên xwe xwendin ew jî:
1"çîrokek bi navê MARIYA ya ku ji karên mamoste mihemed elî kut bû ji kurdî wergerandibû zimanê erebî .
2"çend helbest ew jî ( bi wekhevî +kî+azadî+evîndar)ji helbestên riyad salih elhisên yên ku ji erebî wergerandibûne zimanê kurdî .
Li dawiyê jî dergihê têkiliyan hate vekirin ji amadeyanre û ji wana:
1"helbestvan XELÎL SASÛNÎ:xoşiya berheman karê wê yê resene û wergera wê di peyde ye vêce pêdiviye ku wergêrkar mafê daner winda nekê ne berhemê wî jê bidizê .
2"Dr,MÎDYA MEHMÛD ji bo mefa girtinê pêdiviye du xal pêk bên :
1"pîtepêdan ji zimanê kurdîre û cihê daxêye xwendekar ji guhvedêrê zimanên  biyanîne sedema ne belavbûna karên wergerandî . 
  2"pêwiste helbestên her milletî bêne wergerandin bo kurdî û tevlî serpêhatiyên   wan.
3"mamoste NISRÎN TILLO : di wergerandina mamoste fewwaz de behwerî û emanet bel  dibe , tevlî wêjî gelo bi kar anîna giravên gelêrî (musteleh)lerzînekê diyar nake liser  berhemên resen .
4"helbestvan LEWEND DALÎNÎ :  şiroveya du xalan xwest :
  1"çi pîvan ji hilbijartina berhemên ku bêne wergerandin re hene ji guhdan û sûdê .
  2"çi rêfirans hebûn ji tere di wergerandina romana (xezeba azadiyê )de ya  mamoste laleş qaso ji ber ku em zanin laleş bixwe pêlewanekî zimanê gelêriye
5"mamoste XALID MIHEMED : rola wergerandinê hemi mercên ziman pêk ne ênê ji ber ku di gotinê de badaneke giramatîkî heye ya ku wateya wê di guherê û cawazîkê dide der û hin caran ziyanê jî di gihîne berhem li herdû Milan,û di têgihiştinê de .
Her heyberek tê wergerandin têde gotinin dibûrin wateya xwe di hindurê hevokê de diyar dike , û li vir du erk têne xwestin:
   1 "lêvegerana taybetmendên rêzimanî bi hûrbûnî û çendî car.
    2"astenga ferhengî , pêdiviye ku wergerkar hin zaravayên kurdî bizane .
  Herweha astê nimiz ji ferhengan re û nîniya dezgehan û xizaniya rêzimanî pisgirêkin  dîtirin di riya serketina wergerê de .
6"mamoste XALIS MISEWWIR : cînavê simînarê ji giringiya wergerê nehate cih û mafê wergerkar mina mafê nivîskar heye lê madam kultorekî meyê resen heye çima em pêş miletên hevbeş nakin her weha em yê wanjî bibînin .
Pêwiste wergerkar wêje karbejî da ku sawîra wîna alîkar be ji ber ku ferheng tenê doza wergerandinê bi cî na îne.
6"mamoste helbestvan CIWAN NEBÎ: werger pencereke bihtir ji pirekêye têre çanda xeynî xwe dibênim , pêdiviye ev karên ha bigihin destê xwendekarên ereb .
Wergerandin bo kurdî girigtire da ku xwendekarên kurd ramanê wan neçe derve û bihtir bibin.
   Her weha û bersiva van pirsan hate dan ji alî mamoste fewwaz ve , hêjî gotinêye xwendina wî ji çîroka mariya re bû cihê giftûgoyeke germ û bi coş û dûdirêj.
Û sipasî hatin dan ji pêkanîna civatêre û amadebûyan re  , û ta şeveke dî ji şevên qamişlokî koçika qamişlo we vexwendî berhemên cantir dike .
  
10/10/2008

 koçika Qamişlo ya çandeyî
K.qamislo@cmail.com

 










 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark